Li Bismilê şîna ku ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi girseyî hat ziyerekirin.
Bi pêşengtiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di dîrokên cuda de û li deverên cuda jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Bismilê ya Amedê şîn hat danîn. Di şîna ku li Mala Şînê ya Taxa Firat a Bismilê hat danîn, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser maseyê hat danîn. Li cihê şînê tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Şehîd namirin”, “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Şehîd ronahiya rêya me ne” hatin daliqandin.
Bi sedan kesan serdana şînê kir û sersaxî ji malbatê re xwestin. Şîn dê 3 rojan berdewam bike.


















