Amed – Bi pêşengiya DBPê dê li Amedê di 4-5ê Tîrmehê de Komxebata Aboriya Demokratîk û Rêxistinbûna Aboriyê bê lidarxistin. Ji Komîteya Amadekar a komxebatê Hulya Alokmen der barê komxebatê de axivî û wiha got: “Dema em li Kurdistanê dinêrin, hem di warê erdnîgarî de hem jî di warê xwezayê de xwedî aboriyek pir dewlemend e. Axa me pir dewlemend e. Lê belê gava ku behsa Kurd û Kurdistanê tê kirin, ev her tim bi xizantî û bi tunebûnê tê naskirin.”
Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê bi dirûşma ‘Aboriyeke alternatîf mumkun e’ di 4-5ê Tîrmehê de li Çand Amedê ‘Komxebata Aboriya Demokratîk û Rêxistinbûna Aboriyê’ bê lidarxistin. Ev komxebat bi armanca nîqaşkirina krîza aborî û dîtina rêyên alternatîf pêk tê. Di komxebatê de li dijî van pirsgirêkan, modelên çareseriyê yên wekî aboriya komunal, avakirina kooperatîfan, piştgiriya keda jinan, parastina dikandaran û fînansa civakî wekî rêyên alternatîf were nîqaşkirin. Di bernameya ku dê du rojan didome de, roja yekemîn bi panelan û roja duyemîn jî bi xebatên atolyeyan bimeşe.
Derheqê komxebatê de ji Komîteya Amadekar a Komxebatê Hulya Alokmen ji ajansa me re axivî.
‘Modernîteya kapîtalîst tenê berjewendiya xwe difikire’
Hulya Alokmen anî ziman ku aborî di jiyana mirovahiyê de xwedî cihekî pir girîng e û wiha got: “Em dikarin bêjin hemû dîroka mirovahiyê ya heta îro, li ser vê pirsê ava bûye: Gelo mirovahî dê sîstema xwe ya aboriyê çawa ava bike û debara xwe çawa bike? Mirovahî bi vî şer û pevçûnî gihîştiye roja me ya îro. Ku sîstemek çawa û bi çi rengî dikare baş bibe? Lê belê em dizanin ku îro modernîteya kapîtalîst sîstemeke wisa ye hem emperyalîst e, hem jî wekî gelan nefikire, tenê berjewendiyên xwe difikire. Dema em li Kurdistanê dinêrin, dibînin ku hem aboriya erdnîgariyê hem jî aboriya xwezayê, di nav xwe de xwedî xakeke pir zengîn û dewlemend e. Lê belê gava behsa Kurd û Kurdistaniyan tê kirin, ew her tim bi xizantî û bi tunebûnê tên naskirin.”
‘Di bernamê de nîqaş û sernav pir zêde ne’
Di axaftina xwe de Hulya Alokmen anî ziman ku ne tenê kedkar, ne tenê ciwan, her wiha jin jî xwedî roleke taybet in û ev tişt vegot: “Cudahiya rewşa jinan hinekî cuda ye; ji ber jin bi hezarên sal in ji aboriyê hatine dûrxistin û her tim rû bi rûyê xizaniyê mane. Ev bixwe jî meseleyeke pir girîng e. Em dikarin behsa mirovên karsaz bikin an jî mirovên ku li wir bi şêwazên din kar dikin. Di warê aboriyê de, wekî mînak, mirovên me yên kurdistanî ji bo xebatê bi şêwazê demsalî diçûn welatên din; ev bixwe meseleyek e. Meseleyeke din jî turîzm e; mirovên ji derve tên, li erdnîgariya me digerin. Lê di vê navberê de, gelo ji vê mirovahiyê û ji vê xwezayê re çi dihêlin? Çi tiştê baş û çi tiştê nebaş li pey xwe dihêlin? Ez bawer dikim ku wexta ev bername hate dîtin, dê diyar bibe ku nîqaş û sernav pir zêde ne. Wekî min got, aborî di jiyana mirovan de xwedî cihekî pir girîng e. Di 4 û 5ê mehê de, nêt û daxwaza me ev e ku em vê meseleyê wekî nîqaşekê deynin ber dest.”
‘Divê em bifikirin ka em ê civaka xwe çawa rêxistin bikin’
Hulya Alokmen ku bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, da zanîn ku bi salan e li ser vê axê şerekî berdewam heye û wiha pê de çû: “Gava Kurd û Kurdistanî daxwaza statûya xwe dikin, li aliyê din jî divê ji bo têkiliyên rojane û rêxistinbûna civakê, rêyekê ji xwe re bibînin. Wekî ku hate gotin, mijara herî girîng aborî ye. Îro di nav civakê de çi pirsgirêka aliyê jinan be, çi ya ciwanan be, yanî di her qada civakê de, herî pêşî meseleya aboriyê derdikeve pêşberî me. Me wekî sernavê sereke yê xebata wan jî ev yek anî ziman. Her wiha di vê pêvajoyê de, li şûna bendewariyeke wisa ku ‘dê qanûn, parlamento yan jî hikûmet çi gavan biavêjin’, divê em bifikirin ka em ê civaka xwe çawa birêxistin bikin û civakê çawa bikin şirîkê vê meseleyê. Ne tenê çend sazî vê meseleyê çareser bikin; nexwe, divê civak bi hev re, hem ji bo pêşeroja xwe hem jî ji bo Rojhilata Navîn bibe mînak, di nav vê meseleyê de cih bigire.”
Banga tevlibûna komxebata aboriyê
Her wiha Hulya Alokmen destnîşan kir ku ji bo kesên dixwazin li ser vê mijarê bifikirin an jî gotineke wan hebe, roja yekemîn a bernameyê, di 4ê mehê de, dê bi şiklê panelê dest pê bike û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Di panelê de, daxwaza me ne ew e ku em bi gotinên pir akademîk mêvanên xwe westînin an mijûl bikin. Em dixwazin pirsên rojane yên ku em germ bi germ tê de dijîn nîqaş bikin. Roja yekemîn panel e; em gelê xwe yê ku dixwaze tevlî bibe vedixwînin. Roja duyemîn jî dê li ser bingeha nîqaşan atolye werin çêkirin. 4 atolyeyên me hene. Di encamê de jî, em ê encamnameyê û biryarên hatine girtin bi rêya çapemeniyê bi gelê xwe re parve bikin.”











