Li Amedê Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistina Aborî ya ku ji aliyê DBPê ve tê lidarxistin û du rojan berdewam bike, dest pê kir.
Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aborî ku di pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de tê lidarxistin li Çand Amedê dest pê kir. Komxebat dê du rojan berdewam bike. Di komxebatê de dê li ser mijarên “Aboriya Bajarî Gundewarî” , “Aboriya Demokratîk a Xwecihî” û “Lêgerînên ji bo Jinûveavakirina Civakî” nîqaş bên kirin. Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes beşdarî komxebatê bûn.
‘Rojhilata Navîn guhertineke zihniyetê ya siyasî û polîtîk dikare pêk bibe’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar a ewilî axivî, wiha got: “Gotineke Birêz Ocalan heye, gelek tiştan rave dike, dibêje: ‘Di vê gerdûnê de ku li ser vê dinyayê heta moriyek jî bêkar û birçî namîne, mirov çawa bêkar dimîne, mirov çawa birçî dimîne?’ Bêguman ev, yek ji nîşaneyên wê ye ku ev tiştê em li dijî wê têdikoşin çiqasî pergalî û plansazkirî ye. Di dîroka wê de teqeziyeke wisa heye ku bi dîtina me pir giranbûha ye; tespîtek e ku diyar dike aboriyek xwedî çi cûre sifetê komunê ye. Em van nîqaşan tam di zemîneke têkoşînê de dikin ku em tê de nîqaşên pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk bimeşînin û em bawer dikin ku li vî welatî û li Rojhilata Navîn guhertineke zihniyetê ya siyasî û polîtîk dikare pêk bê. Ev zemînê polîtîk, bang li me dike ku em sînorên zihnî yên ku dewlet, dewletan û desthilatdaran danîne pêşiya me, derbas bikin. Bang dike ku em pejirandina li ser tiştên adetî zor bikin û biguherînin. Em difikirin ku yek ji mijarên bingehîn ku divê em li ser biaxivin ev e. Ji ber vê yekê me ev vexwendin kir, ji ber vê yekê me xwest ku em hemû bi hev re aqil û destê xwe deynin bin vî karî. Ez bi vê fersendê, spasiya her yek ji we dikim ku îro li vir bi me re ne, raman û nêrînên xwe bi me re parve dikin û de di vê rêwîtiya me ya aboriya civakparêz û aboriya komunal de jî bi me re bimeşin. Em nîqaşeke pir krîtîk dikin û veguherîna vê nîqaşa krîtîk bo pratîkê jî dê bi têkoşîna me hemûyan be.”
‘Divê li dijî feraseta ferdperest, çanda kooperatîfên pir-şirîk were rûniştandin’
Çetîn Arkaş jî anî ziman ku erdnîgariya Kurdistanê îro bi xizaniyeke pir giran re rû bi rû ye û wiha got: “Polîtîkayên şer û şaşiyên dewletê aboriya gundewarî, çandinî û sewalkariyê ber bi qedandinê ve birine. Lê belê, li şûna hincetan, divê em ji bo çareseriyê li ser tiştên ku dikarin werin kirin bifikirin. Welatê sereke yê çandiniyê êdî fêkî û sebzeyên xwe ji derve tîne û civakeke ku axa xwe îhmal bike, di dema krîzan de nikare xwerêveberî û xwetêrbûna xwe biparêze. Ji bo rawestandina koçberiya karkerên demsalî, divê bi rêya şaredarî û kooperatîfan şitilên berhemên berxwedêr (gûz, behîv, tirî, hejîr, zeytûn) bi lezgînî li gundiyan werin belavkirin ku ev yek dê di nava 10 salan de aboriya herêmê bi tevahî biguherîne. Di heman demê de, divê sektorên kevneşopî yên mîna mandiravanî û mêşvaniyê bi rêbazên nûjen werin pêşxistin û li dijî feraseta ferdperest, çanda kooperatîfên pir-şirîk di nava civakê de were rûniştandin. Di dawiyê de, çavkaniyên bin erd û ser erd divê bi hişmendiyeke ekolojîk werin parastin; ji bo qezancên kurtasî yên 3-5 salan, nabe ku xwezaya herêmê ya 500 salî bibe qurbana madenvaniya hov û lîsansên qadên nû.”




















