Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê ku dê du rojan berdewam bike, di rûniştina sêyemîn de mijara ‘Hejariya Bajêr û Torên Pişgirtiyê’ hat nirxandin. Di nirxandinan de hat gotin ku çavkaniya xizaniya li Kurdistanê polîtîkayên mêtingeriyê ne
Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aborî ku di pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de li Çand Amedê hatiye destpêkirin, didome. Di rûniştina sêyemîn de ‘Hejariya Bajêr û Torên Piştgiriyê’ hat nirxandin.
Rûniştina sêyemîn bi moderatoriya civaknas Prof.Dr. Begum Ozden Firat dest pê kir. Piştre mijara ‘Torên Piştgiriya Civakî: Dabînkirina Xurekan’ ji aliyê Şerîf Camci ve, mijara ‘Li Dijî Bêkariyê Modelên Çareseriya Herêmî û Derfet’ ji hêla pisporê Îstîhdamê Sînan Ok ve û mijara ‘Deyndarî û Fonên Piştgirtiyê’ ji aliyê aborînas Prof. Dr. Mûstafa Dûrmûş ve berfirehî hatin nirxandin.
‘Tora hiyerarşîk, mirovan girêdayî aboriya dilsozî û mînetdariyê dike’

Civaknas Prof.Dr. Begum Ozden Firat diyar kir ku her çend ji şêweyên bazar û dewletê ne azad bin jî ew ji şêweyên birêxistinkirina jiyanê ya rojane ya ku dê her biçe ji wan xweser bibe re dibêjin pratîkên hevparbûnê û wiha got: “Di vê wateyê de ev tor şêweyên ku girêdayîbûn, bêdengî û wekî ku min got mînetdariyê hildiberînin; şêweyên ku têkiliyên hiyerarşîk hildiberînin in. Loma ev toran ne tenê çavkaniyên maddî belav dikin, bi awayekî rê li ber mafgerînê digire, aboriyeke mînetdarî û deyndarbûnê dixe meriyetê. Deyndarbûn ji bilî ku bibe cûreyekî têkiliya aborî, dikare veguhere cûreyekî aboriya mînetdariyê ya ku ji tefeciyan, ji xizmtiyê yan jî bi girêdana cemaatê re tê hilberandin. Lewma ez hewl didim vê bibêjim: Ev tiştên ku ez jê re dibêjim ‘hevparên xwedî dewlet’; cewherê vê tora ku hiyerarşîk e, ewlehiyê ava dike lê di heman demê de mirovan girêdayî aboriya dilsozî û mînetdariyê dike, bi ya min sînorên aboriyeke radîkal û siyaseteke radîkal ên li derveyî dewlet û bazarê xêz dike.”
‘Gelê Kurd li dijî van polîtîkayan li ber xwe da’

Şerîf Camci jî anî ziman ku Kurdistan bûye qada şerekî ku navê wî nehatiye danîn û ev tişt anî ziman: “Li dijî mirovahiyê sûc pêk anîn. Navçe hatin bombebarandin, cenaze bi rojan li kolanan man, hestî bi kargoyan ji malbatan re hatin şandin. Ji bo feqiriya li Kurdistanê divê em rexnedayîna xwe bidin. Di navenda xirabiyên civakî de hejarî heye. Hema bêje temamiya petrola ku li Tirkiyeyê tê hilberandin li Kurdistanê tê hilberandin, elektrîk jî bi heman awayî ye. Beşekî mezin ê zeviyên çandiniyê yên ku têne avdan li vir e. Xwedî dewlemendiyeke mezin e. Tevî ku ev hemû hene jî, bandoreke wan li ser jiyana rojane nîn e. Dewletê nekarî li ber Tevgera Kurd rabe, serî li feqirkirine da. Siyaseta dewletê ya ber bi Kurdistanê ve bi vî rengî bûye. Gelê Kurd li dijî van polîtikayan li ber xwe da, ji aliyê aborî ve xwe bi pêş xist û tevlî têkoşînê jî bû.”
‘Sedî sed ew nîşe û daneyên dewletê derewan dikin’

Dûre pisporê Îstîhdamê Sînan Ok axivî û destnîşan kir ku pirsgirêka xizaniyê gelek giran e.
Sînan Ok anî ziman ku li Tirkiyeyê gelekî giran e lê li Kurdistanê girantir e û wiha axivî: “Em dikarin bêjin Kurdistan kirine etnîkîbûna xizaniyê; xizaniyeke taybet nav jiyana rojane de tê dîtin û milyonan mirov, di nav xizaniya herî kûr de jiyana xwe derbas dikin. Gelek kes şîv û şeva wan li malê nîn e û bi hezaran malbat, di nav van şert û mercên giran de jiyana xwe didomînin. Çem û çiyayên wê, dozên wê, hemû desthilatdarî wekî mêtingehekî dizîn birin û bi kar tînin. Îro em hatine astekî, di nav vê komxebatê da jî her wekî aşitî, her wekî em aboriyê binihêrin, di hemû aliyan de pêwîst e binihêrin. Rewşa Kurdistanê, aliyê xebatê ve, ji aliyê bêkariyê ve çi ye? Ev pirsgrêkekî girîng e, em dikarin bêjin sedî sed ew nîşe û daneyên dewletê derewan dikin.”
‘Ew xizanî, polîtîkayên mêtingeriyê ne’

Aborînas Prof. Dr. Mûstafa Dûrmûş jî di axaftina xwe de anî ziman ku zêdetirî 50 sal in tevgera siyasî ya Kurd nas dike û ji nêz ve dişopîne û ev tişt vegot: “Divê mirov qebûl bike ku di vê pêvajoyê de, di nav erdnîgariya Tirkiyeyê de, yekane tevgera siyasî û yekane tevgera birêxistinkirî ye ku dikare xwe bi awayekî dînamîk nû bike. Ev nûkirin ne tenê di wateya rêxistinî yan jî polîtîk de ye; di heman demê de di wateya îdeolojîk de jî pêk hatiye. Hin kes vê yekê wekî postmodernîzmê yan wekî ledaneke berbiçav a ji Marksîzmê binirxînin jî, hurmeta me ji wan re heye; lê ev rastiyek e ku tiştên pir girîng nîqaş dike û tiştên nû datîne ber me. Ez difikirim ku divê ji bo meseleya komûnê jî wekî meclîs û rêveberiyên herêmî bi vî awayî nêzîkatî hebe. Ev 50 sal in ev tespît tên kirin. Beşek ji çepên Tirkiyeyê vê yekê qebûl nake lê ev rastiyeke. Ji ber vê yekê, çavkaniya bingehîn a vê xizaniyê polîtîkayên mêtingeriyê ne. Ji bo tevgerên siyasî yên ku stratejiyeke li dijî mêtingeriyê naşopînin, ne pêkan e ku vê xizaniyê ji holê rakin.”
Di rûniştina sêyemîn bi pirs û bersiva berdewam dike. Piştî navberê dê rûniştina çaremîn pêk were.









