• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Leşkeran mudaxileyî karkerên HABAŞê kir: Gelek karker hatin binçavkirin

Îzmîr / AW

13 MIJDAR 2026 - 16:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Piştî teqîna li Kargeha Hesin û Pola ya HABAŞê ya li Îzmîrê ku tê de 19 karkeran jiyana xwe ji dest dabû, biryara qedexekirina telefonan a rêveberiyê bû sedema bertekên tund. Karkerên ku dest ji kar berdan û rê girtin, bi mudaxileya cendirmeyan re rû bi rû man û gelek karker bi lêdanê hatin binçavkirin.

Piştî teqîna li Kargeha Hesin û Pola ya HABAŞê ya li Îzmîrê, ku tê de 19 karkeran jiyana xwe ji dest dabû, krîza di navbera karker û rêveberiyê de gihîşt lûtkeyê. Tevî ku hê şîna karkeran û rakirina kavilan didome jî biryara qedexekirina telefonan a ji aliyê Serokê Desteya Rêveberiyê Mehmet Ruştu Başaran ve hat dayîn, bû sedema bertekan.

Patron xwest li kargehê telefonan qedexe bike

Şeva bihûrî li kargehê bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku bi fermana Mehmet Ruştu Başaran karker nikaribin bi telefonan bikevin kargehê û karkerên ku guh nadin vê hişyariyê dê nikaribin derbasî kargehê bibin. Karkerên ku diyar kirin ku di rewşeke lezgîn de malbatên wan nikarin bigihîjin wan, bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin ku pişti Mehmet Ruştu Tirkyakî hat girtin û bi şerta “hepsa malê hat berdan” ji “hepsa malê” ve fermanan dide.

Karker neçûn kar û rêveberî protesto kirin

Ji ber qedexeya telefonan û zextên ku berdewam dikin, karkerên vardiyaya şev û sibehê nexebitîn. Karkeran li pêşiya kargehê bi dirûşmên “Rêveberî îstîfa”, “Turk Metal îstîfa” û “Em dixwazin bi rûmet bijîn” çalakî li dar xistin.
Nûnerên sendîkaya Turk Metal ên ku xwestin karkeran razî bikin û bibin hundir, bi berteka karkeran re rû bi rû man. Karkeran bi gotina “Çend mirov li vir mirin, her roj sewqiyat heye, derewan nekin”, nûnerên sendîkayê û şefê ewlehiyê ji qadê qewirandin.

‘Heta lêkolîneke serbixwe neyê kirin em naxebitin’

Karkerên HABAŞê diyar dikin ku heta lêkolînên serbixwe û tedbîrên ewlehiya kar neyên girtin dê nexebitin. Her wiha karkeran diyar kirin ku ew ê heta daxwazên wan bên qebûlkirin rêya li ber kargehê bigirin.

Cendirmeyan mudaxile kir: Karker bi lêdanê hatin binçavkirin

Piştî ku karkeran rê girtin, cendirme û TOMA sewqî qadê hatin kirin. Di encama mudaxileya leşkeran de gelek karker bi lêdanê hatin binçavkirin.

Etîket: Febrîqeya HabaşêHABAŞ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hejmara kesên di teqîna HABAŞê de jiyana xwe ji dest dan derket 19an

Hejmara kesên di teqîna HABAŞê de jiyana xwe ji dest dan derket 19an

11 MIJDAR 2026
Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

10 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê MIJDARA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne