• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ku dayik û bav bi zarokan re bi kurdî neaxivin…

Mehmet Alî Ertaş / AW

15 SIBAT 2025 - 08:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Perwerdekar û Nivîskar Adar Jiyan, destnîşan kir ku îro zimanê bajaran bûye zimanê tirkî û wiha got: “Zimanê tirkî, li gel zimanê fermî bûye zimanê têkiliyê, bûye zimanê kirîn û firotinê, heta bûye zimanê bazarê. Zimanê tirkî gund jî dane ber xwe. Kurdî wekî zimanê duyemîn bi kar tînin. Pirsgirêka herî mezin jî dê û bav di malê de bi zarokên xwe re bi kurdî neaxivin.”

Li ser ruyê cîhanênêzî 7 hezar ziman hene. Ji van zimanan ê 2 hezar û 500 ziman tune dibin. UNESCO di 17ê mijdara 1999an de, 21ê Sibatê wekî Roja Ziman a Navneweteyî îlan kir. Ji sala 2000î heta niha her sal 21ê Sibatê wekî Roja Ziman a Navneteweyî tê pîrozkirin. Gelên cîhanê û bi taybetî kurd 26 sal in 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî pîroz dike. Di vê rojê de dixwazin hemû zimanên bindest bibin zimanê fermî û perwerdehiyê. Li cîhanê nêzî 2 hezar û 500 ziman ji ber ne zimanê fermî û ne zimanê perwerdehiyê ne, bi tunebûnê re rû bi rû ne.

Li gor daneyê UNESCOyê 5 hezar ziman jê yên herêmkî zêdetirî 7 hezar ziman tên axaftin. Ji sedî 40ê van zimanan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Li gorî UNESCOyê, di hundirê sed salî de zarokê bi wî zimanî xeber dide li ber tunebûnê be, ew ziman di xeterê de ye û zarokê wî zimanî xeber dide nema be jî, ew ziman mirî tê hesibandin. Li gorî danezana zimanên li ber xetereyê ya UNESCOyê, li Tirkiyê 18 ziman li ber jiholêrabûnê ye.

Zimanê ku ne bi perwerdehiyê lê ji malbat, derdor û civakê tê hînbûn wekî zîmanê zikmakî tê pênasekirin. Dicivakên ku di asta etnîkî û netewî de ne, zimanê di hemû têkilî û karûbarên cavakan de tê bîkaranîn, dibe zîmanê zikmakî yê wê cîvakê. Kesek ji bilî zimanê xweyî zikmakî, zimanekî din, du zîmanê din hîn bibe û pê ragihandinê bike jî, tu car nikare bibe wekî zîmanê zikmakî. Lewma di Hevpeymana Mafên Zarokan Ya Neteweyê Yekbûyî de, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn ê kesan tê pejirandin û astengkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî ji yek binpêkirinên mafê mirovan ên herî mezintê hesibandin. Mafê perwerdehiyê ku naveroka wê demokratik û laîk be, rê li ber cihêrengiya çand û zimanan veke û zanistî be watedar e. Ku ne bî vî rengî be tenê ji bo pergala heyî bê domandin dê bê kirin û bicihanîna wê jî dê bibe peywireke ji mecbûrî. Ji bo pêşketinên civakî û aborî yê welatekî, divêderfetên ku kirnê nuh karibin bi gencîneyên çand û zimanê xwe mezin bibin, bêne avakirin. Bi vî rengî pêşvebirin û xwepêşxistina civakê pêkan e. Lewma desthilatdaran ji bo rê li ber guherîn û pêşxistinên civakî bigrin, berên xwe dane perwedehiyê û gencîneyên çandî. Pê re jî perwerdehî û hînbûyina ji xêndî “zimanê fermî” qedexe kirine.

Di sedsala 21an de gelê kurd jî nikare bi zimanê xwe perwerde bibe û hîna kurdî tê qedexekirin û rastî gelek astengiyan tê. Têkildarî rewşa zimanê kurdî û astengiyên li pêş zimanê kurdî Perwerdekar û nivîskar Adar Jiyan pirsên Ajansa Welat bersivandin. Pirs û bersîv wiha ne:

Di serî de tu dikare hinekî qala rewşa zimanê kurdî bike. Di aliyê rêjeya xwendin, axaftin û nivîsandinê de li gorî 15-20 sal berê di çi astê de ye?

Di serî de em dikarin bibêjin rewşa zimanê kurdî hem baş e hem ne baş e. Baş e lewre hûn û kesên mîna we hê serê xwe li ser zimanê kurdî diêşînin û ji bo ku zimanê kurdî ji sekeratê rizgar bikin hewl didin û bi şev û bi roj dixebitin. Ev hêviyeke xurt dide mirov. Rewşa zimanê kurdî nebaş e; lewre êdî zimanê kurdî ji qada jiyaa qel hêdî hêdî vedikişe û xwe dispêre bext û ocaxa entilejansiyaya kurd. Bi vegotineke kutr em dikarin bibêjin ku sî çil sal berê zimanê kurdî zimanê gel bû; navê entelijansiyaya kurd li holê tune bû; heke hebû jî pir qels bû. Ji çend kesû zimanzan, siyasetmedarên kurd ên ku li ser zimanê kurdî dixebitin pêve tu kes tune bû. Belê gelê kurd hebû û jiyana kurdî xwe di hemû qadên jiyanê edida hisandin. Ango; Kurdistan û Kurdistanê tune bû, belê kurd û zimanê kurdî hebû. Îro navê Kurdistanê ji ser zimanê tu kesî nakeve belê mixabin li ser xaka Kurdistanê gelê ku bi kurdî diaxive nemaye. Û navê welatê kurdan (Kurdistanê) jî ji hêla gelek siyasetmedarên kurd, li gel zimanê tirkî û bi tirkî tê bilêvkirin. Ligel hemû pest, kotek û neyîniyên hundirîn û derveyî, zimanê kurdî di çarçoveyeke teng de hatibe sînordarkirin jî her ku diçe, bi saya entelijansiyaya kurd pêşve diçe; dewlmendtir û tekîztir dibe. Ev jî hêviyeke xurt dide me.

Di aliyê hiqûqî, zagonî de astengiyên li pêş ziman çine? Kurdî bi dersên hibijartî dê çiqas pêş bikeve?

Ji aliyê hiqûqî û zagonî ve tu misogeriya ku zimanê kurdî were parastin û pêşve biçe nîn e. Beravajiyê wê; bêhiqûqî û astengiyên li ser zimanê kurdî her berdewam dike. Belê bi rastî ziman ne bi hiqûqê û ne jî zagonan tê parastin. Tiştê ku ziman diparêze û pêşve dibe, bikaranîna zimên e. Heta ku zimanê kurdî di hemû qadên jiyanê û hemû qadên zanîn û zanyariyê de (li dibistan û zanîngehan) ligel perwerdehiya bi zimanê kurdî neyê bikaranîn, ne pêkan e ku were parastin. Mixabin jiyana kurdan ne bi kurdî ye; gel li her derê bi zimanê tirkî diaxive. Jixwe tiştê ku zimanê kurdî xistiye vê rewşê, yek bişavtin, ya din jî xwebişavtin e. Dersên bijarte, xapandin û ewiqandin e. Divê destûra dersên hilbijartî jî wekî lutifekê (qenciyakê) neyê dîtin. Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê xwediyê wî mafî ne ku zimanê wan bi qasî zimanê tirkî serbest be û hemû gel bi qasî gelê tirk mafê xwe yê rewa û mafê perwerdehiyê bi dest bixe. Ev yek, ji maf jî wêtetir, pêdiviyeke jiyanî ye. Her mirov bi zimanê xwe dikare hebûn û xwebûna xwe biparêze. Ew jî, ji pêşdibistanê heta zanîngehê perewerdehiya bi zimanê dayikê ferz û pêwîst dike.

Dewlet çima li şûna perwerdehiya zimanê zikmakî, dersên hilbijartî derdixe pêş?

Derdê dewletê, ne dersên hilbijartî û ne bikaranîna zimanê kurdî. Birdoza fermî li ser hîmê yekziman, yeknetewe, yekbîrdoz û yek baweriyê ava bûye. Hebûna xwe li ser qedexekirin astengkirin, mandelekirin û tunehesibandina gelan û zimanê wan didomîne. Ev jî dibe sedema qeyranên civakî, pirsgirêkên mezin û rûxanên hişmendiya mirovî. Daxwaza dersên hilbijartî jî ne bi daxwaza dewletê ye. Têkoşîna demokrasî û tevgera azadiyê ew aniye vê astê. Lewma dixwaze gelê kurd bi dersên hilbijartî qaneh bike. Ev jî hem nepêkan e û hem jî ne çaresî ye. Çareserî wekhevî û azadî ye. Heta ku gelên Tirkiyeyê hem û bi qasî gelên tirk nebin xwedî maf û şert û merc û derfetên perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi dest nexin, ne pirsgirêkên perwerdehiyê, ne kêşeyên civakî û ne ne jî qeyranên aborî ji holê radibin. Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Ev ji hêla pedagojîk ve pêdiviyeke bivê-nevê ye.

Îro zarokên kurdan bêtir bi tirkî diaxivin û zimanê kurdî ji bîr dikin. Sedema vê yekê çiye. Çareserî çiye?

Ji sedema vê yekê bêtir gelek sedemên vê yekê hene. Carekê zimanê kurdî bi sedan sal hatiye qedekirin û hê jî di kardariya jiyanê û qadên fermî de qedexe ye. Ango bi awayekî fermî hê nehatiye nasîn. Zimanê ku di mezrîngeyên perwerdehiyê de neyê bikaranîn, bi mehandin û tunebûnê rû bi rû dimîne. Ev jî nebes e; ji pêşdibistanê heta zanîngehê zarok bi zimanê tirkî perwerde dibin. Pirsgirêka herî mezin jî dê û bav di malê de bi zarokêbn xwe re bi kurdî naxavin. Her zarok malzaroka dayika xwe de zimanê xwe hîn dibe. Gava ku zarok di civakê de hest û hizirên xwe bi zimanê tirkî derdibîrin êdî pêdiviya wan bi zimanê kurdî namîne. Ji ber ku di civakê de zimanê kurdî itibarê nabîne, zarok arasteyî zimanê tirkî dibin. Sedema bişavtin û xwebişavtinê a herî mezin jî ev e. Bişavtin jî, xwebişavtin jî tunekirina zimên û peyre tunebûna neteweyê bi xwe re tîne. Bêguman alavên zanîn û teknolojiyê yên nûjen jî vê yekê lezgîntir dikin.

Bandora bajar, telefon, televîzyon û dibistanên tirkî li ser paşketina kurdî çiye?

Wekî ku me berê jî got; mixabin îro zimanê bajaran bûye zimanê tirkî . Zimanê tirkî, li gel zimanê fermî bûye zimanê têkiliyê, bûye zimanê kirîn û firotinê, heta bûye zimanê bazarê. Bi saya televizyon û înternetê zimanê kurdî li gundan jî hin bi hin dimehe. Zimanê tirkî gund jî dane ber xwe. Îro gundî jî bi saya van alavan, hînî tirkî dibin û kurdî wekî zimanê duyemîn bi kar tînin. Paşketina kurdî ya sereke dibistanên tirkî, saziyên perwerdehiyê û alavên teknolojiyê ne.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne