Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bertek nîşanî cara duyemîn biryara darvekirinê ya li ser Werîşe Muradî û zextên li ser jinên Kurd da û bang li rejîma Îranê kir ku darvekirinan rawestîne û girtiyên siyasî berde.
Komisyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), der barê zext û polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê li ser Kurdan de daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di rojên dawî de, ji aliyê rejîma Îranê ve gef û êrîşên li ser Kurdan zêde bûne. Darvekirina Kurd û endamên opozîsyona Îranê zêde bûne. Di her rewşê de, zordestiya li dijî jinan berdewam dike.
Em dizanin ku rejîma Îranê ji serhildanên navxweyî pir ditirse. Tecrûbeya tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ hê jî nehatiye bîr kirin.
Ji ber vê sedemê, cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hatiye birîn. Rejîma Îranê ji hêza seferberkirinê ya jinên Kurd ditirse. Çalakiya tolhildanê li dijî jina Kurd Zeynep Celaliyan, ku 18 salin di girtîgehê de ye û cezayê nû yê darvekirinê yê li ser Werîşe Muradî hatî birîn, ne kiryarên tesadufî ne.
Rejîma Îranê di Mijdara 2024an de cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî birîbû. Ev ceza di sala 2025an de ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin. Di 14ê Cotmeha 2026an de, dadgehê ragihand ku cezayê darvekirinê careke din lê hatiye birîn.
Peyama ku rejîma Îranê bi van kiryaran dide eşkere ye: ew li dijî jinane, lê bi taybetî jî dijî jinên Kurde.
Lêbelê, van gefan tu bandorê nakin; jinên Kurd ev yek li Rojavayê Kurdistan li dijî DAIŞ‘ê û li Bakurê Kurdistanê di 40 salên dawî de li dijî artêşa Tirk îsbat kirine. Jinên Kurd her wiha ev yek li dijî rejîma Sedam li Iraqê jî îsbat kirine.
Rejîma Îranê nikare krîza xwe ya kûr a dewletbûnê bi serlêdana li gefên navxweyî çareser bike. Jin û gelên Îranê azadiyê dixwazin. Ji bo vê yekê, demokrasî pêwîste.
Rêya maqûl ya yekem, ewe ku bi welatiyên xwe re aştiyê çêbike. Berî her tiştî, bi jinan re aştiyê çêbike. Pêngava yekem ew e ku îdam bên rawestandin. Ya duyem, berdana hemû girtiyên siyasî ye. Ya sêyem, vekirina rê ji bo veguhastineke demokratîke. Dayîna mafên rewa yên çarenûsiyê ji bo Kurdan û hemû komên etnîkî yên din.
Ji bo bidawîanîna provokasyon û gefên din, divê rejîma Îranê tavilê Werîşe Muradî, Zeynep Celaliyan û Pexşan Ezîzî serbest berde.”













