• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kî kujerê Neşe Ozelê diparêz e?

Naz Ozek / AW

19 COTMEH 2025 - 08:49
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Farûk Ozel, ligel kurê xwe M.E.O. di 2006an de li navçeya Rezan a Amedê keça xwe Neşe Ozel kuşt. Lê piştî wê Farûk Ozel nehat dîtin û M.E.O. yê hatibû girtin nehat cezakirin.

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên zilamparêz, sûcên ku li dijî jinan tên kirin, bêceza tên hiştin. Kujer tacîzkar û tecawizkarên jinan bêceza tên hiştin. An jî bi cezayên pir hindik tên xelatkirin. Balkêş e piraniya sûcên li dijî jinan tên kirin jî ji aliyê xizmên wan ên herî nêz ve tên kirin. Di kuştina Neşe Ozelê de jî kujer bav û bira bû. Bavê Farûk Ozel ligel kurê xwe M.E.O. keça xwe Neşe Ozelê kuşt. Lê kujer tevî salên derbasbûyî, nehatin cezakirin.

Kujer serbest e

Li gorî çavkaniyên herêmî, bavê kujer Farûk Ozel bi cemaetên Îslamî re têkiliyên xwe hebûn û jina berê pê re zewicî bû jî kuştiye. Li gorî îdiayan Farûk Ozel dewlemend bû û li Amedê xwedî milk bû. Farûk Ozel piştî kuştina Neşe Ozelê xwe winda kiriye. Dozgerên dewlet têkildarî bûyerê lêpirsîneke bibandor neda meşandin û kujer nedîtin. Tevî 19 sal borîn jî hêj jî Farûk Ozel serbest e. Di doza piştî bûyerê hatiye vekirin de birayê Neşe Ozelê M.E.O. ji ber ji 18 saliyê piçûktir bû, bi sûcê “hewldana kuştinê” di navbera 9 an 12 salên cezakirinê hat darizandin. Hat hînbûn ku birayê Neşe Ozel M.E.O. neketiye girtîgehê. Tê gotin ku M.E.O bi tiryakê re jî eleqeder dibe.

Bûyer çawa qewimî?

Di sala 2006an Neşe Ozel, bi Alî Aladag re dergîstî bû. Li gorî îdiayan dema Alî Aladag ji leşkeriyê vedigere, naxwaze bi Neşe Ozelê re bizewice. Li ser vê yekê Bavê Neşe Ozelê Farûk Ozel bi birayê Alî Aladag, Serhat Aladag re ji bo keça xwe û Alî Ozel li hev bîne, dixwaze hevdîtinê bike. Li gel vê yekê bav Farûk Ozel li keçên xwe Neşe Ozel û Şerîfe Ozelê jî bi telefonê digere û dixwaze li derve hev bibînin. Bav Farûk Ozel bi lawê xwe yê bi navê M.E.O. re ji bo Serhat Aladag bibîne diçe cihê hevdîtinê. Farûk Ozel bi lawê xwe M.E.O. ve dema tê li cihê hevdîtinê, keça xwe Neşe Ozelê jî di wesayîta Serhat Aladag de dibîne. Bav li pêşiya erebeyê, lawê wî M.E.O. jî li pişt Neşe Ozelê li pişte siwar dibe. Dema bav sedema xerabûna nîşanê ji Serhat Aladag dipirse, Serhat Aladag jî wiha bersiv dide: “Tiştek ji destê min nayê. Me vê mijarê beriya niha jî çend caran axaft. Min tev li vê mijarê nekin.” Bi ser vê yekê bav Farûk Ozel îşaret li lawê xwe M.E.O. dike. Piştî îşareta bav, M.E.O. êrîş dike û Neşe Ozelê birîndar dike û herdu ji erebeyê derdikevin. Dema ku Serhat Aladag dixwaze Neşe Ozelê xelas bike û bigihîne neşxweşxaneyê, bav Farûk Ozel guleyan li Neşe Ozelê dibarîne. Serhat Aladag piştre Neşe Ozelê dibe Nexweşxaneya Jinan a Nîsayê ya Taybet. Neşe Ozel ji wir sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê kirin û ji ber zêde xwîn jê diçe li nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dide.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

7 COTMEH 2026
Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

7 COTMEH 2026
Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne