• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kesên nediyar endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê revandin

Wan / AW

18 KANÛN 2025 - 14:18
Kategorî: ROJANE
A A

Komeke ser û çavên wan girtî di 16ê mehê de endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Enes Sezgîn revandin û gefa kuştinê lê xwarin. Enes Sezgîn ê ku di daxuyaniya partiya xwe de axivî, diyar kir ku ger dewlet di pêvajoya ku salek e berdewam dike de samîmî bin, divê ev kom ji holê bên rakirin.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê têkildarî revandina endamê xwe Enes Sezgîn ku di 16 mehê de li pişt Wan AVMê ji hêla kesên ser û çavên wan girtî ve hatibû revandin, li Kolana Hunerê ya Rêya Armûşê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de “bi vîna ciwantî em diparêzin aştî” hat vekirin û dirûşmeyên “bijî berxwedana ciwanan” û “zext nikarin me bitirsînin” hatin berzkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, hevserok û rêveberên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

‘Ev kontra bûn sedema sedsalek xwînrijandinê’

Endamê Meclîsa Ciwanan Adem Yilmaz metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku pêvajoya “Aştî Û Civaka Demokratîk” zêdetirî salekê ye bi hemû bandorên xwe berdewam dike. Her çend têrê neke jî, zimanê aştiyê û hiştina şer û pevçûnan bi awayekî eşkere sûd daye hemû civakan. Lê, kontrayên ku hebûna wan sedsalek e û di kodên damezrandina komarê de veşartî ne, careke din dest pê dikin ku ji nû ve derkevin. Ev kontra, bûn sedema sedsalek xwînrijandin, hêsir û wêrankirinê. Ev hêz hewl didin ku bi heman polîtîkayan sedsalek din bidomînin. Revandin, îşkencekirin û hewldanên sixûriyê yên ji hêla kesên bimaske ve li navendên bajaran, bi şêwaza salên 1990an vê rewşê piştrast dikin.”

‘Ev hewldan dê pêvajoyê têk bibin’

Adem Yilmaz destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve polîtîkayên şerê taybet ên wekî sîxurî, çavdêriya fizîkî, şopandina wesayîtan û tacîza devkî zêde bûne û wiha pê de çû: “Çavdêrî û tacîza bênavber a ku bi mehan e berdewam dike, mezintir dibe. Wekî din, polîtîkayên ku li girtîgehan li ser girtiyên siyasî têne sepandin da ku wan neçar bikin ku teslîm bibin, yek ji hewldanên herî girîng e ku vê pêvajoyê têk bibe. Serkeftina vê pêvajoyê, bi demokratîkkirina komarê, bi azadkirina xwe ji komên kontra, bi derxistina qanûnên azadiyê û bi azadkirina Rêber Apo pêkan e. Gelê Kurd, ciwanên Kurd û jinên Kurd dê bi çanda berxwedanê ya bi hezaran salan têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin ku armanca kontrayan yên ku piştî gelek salan ji nû ve derketine holê, têkbirina pêvajoyê, afirandina nakokiyan û astengkirina pêşveçûna aştiyê ye. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna li dijî çete û kontrayan berfireh bikin, em ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bînin ji bo hemû gelan.”

Giliyên qanûnê têne kirin

Adem Yilmaz bi lêv kir ku li Wanê, ew bi biryar in ku bi rêxistinbûneke xurt û berfirehkirina têkoşîna xwe ya li dijî revandin û gefên kuştinê yên ku di demên dawî de qewimîne, bi gelê xwe re vê siyaseta zext û tundûtûjiyê pûç bikin. Adem Yilmaz diyar kir ku di heman demê de, giliyên qanûnî yên pêwîst ên derbarê bûyerê de têne kirin û got: “Ger Dewlet di derbarê vê pêvajoya aştiyê de samîmî be, divê di zûtirîn demê de van komên (norm dışı) neasayî tespît bike û tedbîrên pêwîst bigire.”

‘Ez revandim û îşkence li min kirin’

Piştre Enes Sezgîn ê ku hatibû revandin, axivî û bûyer vegot. Enes Sezgîn da zanîn ku di 16ê mehê de di saet derdora 20.00an de li pişt Wan AVMê 6-7 kesên ser û çavên wan girtî ew bi zorê transpotereke gewir siwar kirine û ew birine cihekî nediyar. Enes Sezgîn anî ziman ku van kesan gef li wî xwarine û got: “Bi zorê ez li wesayîtê siwar kirim û îşkence li min kirin. Ji min re gotin ku heke ez ji Wanê neçim ew dê min bikûjin û heqaret û çêrên zayendî li min kirin. Ez birim cihekî ji malan dûr û li wir bi deqeyan ez di nav berfê de kaş kirim. Dû re ez birim cîheke din û li wir jî îşkence li min kirin û ez li wir hiştim û çûn. Lê ev zext û gefên wan wala ne, em dê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bernedin. Divê ev kes bên dîtin û lêpirsîn li ser wan vebe. Ez jî dê ji aliyê hiqûqî ve hemû serlêdanên xwe bikim.”

Xwest ev kes bên dîtin

Enes Sezgîn bi domdarî wiha got: “Ev kesên maskekirî kî ne, ji bo kê dixebitin û ez bi fermana kê hatim revandin? Ev ciwan bi fermana kê tên şopandin? Divê bersiva van pirsan bê dayîn. Ger ew di pêvajoya ku salek e berdewam dike de samîmî bin, divê ev kom ji holê bên rakirin. Ev kom ew kes in ku hewl didin azadiya gelê Kurd asteng bikin, înkar û îmhaya xwe ferz dikin. Kî were bila were, em bi biryar in ku rêxistina xwe biparêzin. Ger ew di pêvajoya aştiyê de samîmî bin, divê ew dawî li hebûna vê komê bînin. Entegrasyona demokratîk bi faşîzmê re çênabe. Em ê teslîmî vê têgihîştina ku li derveyî pêvajoyê ye û înkar û îmhayê ferz dike nebin. Em ne Wanê û ne jî axa xwe terk dikin, ne jî ji azadiya xwe gavekê paşve diavêjin. Em ê ji her demê bêtir azadiya xwe biparêzin.”

‘Dixwazin vîna ciwanan bişkînin’

Herî dawî Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay axivî û diyar kir ku di hemû partiyên siyasî de meclîsên ciwanan hene û xebatên xwe dimeşînin. Gonul Ûzûnay anî ziman ku DEM Partî jî yek ji van partiyan e û ev tişt got: “Çawa ku di salên 90î de êrîş li gelê me dikirin, niha jî bi heman hişmendiyê êrîşê meclîsên me yên ciwanan dikin. Dixwazin vîna ciwanan bişkînin û di şexsê ciwanan de civakê jî zeft bikin. Divê herkes bizane ku civakeke demokratîk bi ciwanên zana û xwende tê avakirin. Niha bi banga Rêzdar Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin, lê ev çeteyên kontrawarî bi hewldanên dijhiqûqî û mirovahî êrîş li ciwanên me dike. Ciwan bi salan e ji sekna xwe tawîz nadin û têkoşîna xwe mezintir dikin. Ev êrîşên we ne bi ciwanan, ne bi jinan ne jî bi gelê Kurd paşve gav nade avêtin. Ev êrîş berxwedan û têkoşîna ciwanên ku xwe li ser bingeha demokrasiyê rêxsitin dikin, xurt dike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

2 TÎRMEH 2026
Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne