• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinên Zana û Têkoşer ên Rohilatê Kurdistanê Sembola berxwedanê ya jinên Kurd a Îranê: Zeynep Celaliyan – 3

Bazîd Evren - Besna Edîş / AW

8 ADAR 2026 - 09:10
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Wan – Siyasetmedara Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Zeynep Celaliyan ev 18 sal in di girtîgehê de tevî nexweşiyên xwe li ber xwe dide. Ew di nava jinan de bû “Sembola Berxwedanê” û bi têkoşîna xwe ve li ser nifşên nû jî xwedî bandoreke mezin e.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin hertim bûne hedefa rejîma Îslamî û di bin zextên mezin ên rejîmê de xebatên xwe dimeşînin. Taybetî siyasetmedarên jin nikarin siyasetê bikin û ji hêla rejîmê ve tên darvekirin an jî girtin. Siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan jî yek ji van siyasetmedaran a hatiye girtin e. Ew di 11ê adara 2008an de li bajarê Kirmaşanê bi hinceta “Endamtiya PJAKê” û “Dijminatiya li dijî Xwedê (Muharibe)” hat girtin. Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi van hincetan cezayê darvekirinê da Zeynebê. Ji ber bertekên mezin û zextên raya giştî ya cîhanê rejîmê ev ceza veguherand cezayê girtîgehê yê heta hetayê.

Di ciwaniya xwe de tev li xebatên siyasî dibe

Zeynep Celaliyan di sala 1982an de li gundê Dimqişlaqê ya bajarê Makûyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di ciwaniya xwe de tevli xebatên siyasî û civakî bû. Ew bi taybetî li ser mafên jinan û perwerdehiya çandî ya Kurdî hûr dibû. Zeynep Celaliyan a di sala 2008an an de ji ber xebatên xwe yên siyasî û parastina mafên jinan hate girtin, Cezayê girtîgehê yê demdirêj li Zeynep Celaliyanê hat birîn, ji ber têkoşîna xwe di asta navneteweyî de tê naskirin. Ew di girtîgehên rejîma Îranê de wek sembola berxwedana jinên Kurd tê dîtin.

Helwesta Rêxistinên Navneteweyî

Di sala 2009an de cezayê darvekirinê (sêdarê) li Zeynep Celaliyan hat birîn û ev biryar bû sedema nerazîbûnên mezin ên rêxistinên mafên mirovan. Li ser van bertekan di sala 2011an de, piştî zexteke mezin a navneteweyî û kampanyayên mafên mirovan, cezayê wê yê darvekirinê kirin cezayê girtîgehê yê heta hetayê. Heta niha Amnesty International (Efûya Navneteweyî) bi dehan kampanya ji bo Zeynep Celaliyanê birêve birine. Di raporên xwe de her tim balê dikşîne ser Zeynep a îşkenceyê lê hatiye kirin. Darizandina wê bêyî ku li hember îdiayan parastina xwe bike, bi awayeke ne adîlane hate kirin. Koma Xebatên li ser Girtinên Bêserûber a Neteweyên Yekbûyî, di sala 2016an de biryarek da û ragihand ku girtina Zeynep Celaliyan “li dijî qanûnên navneteweyî ye” û daxwaza berdana wê ya bilez kir. Her wiha Rêxistinên Jinan ên li Ewropa û Kurdistanê jî bertek nîşanî girtina Zeynebê didin û wê weke “Sembola Berxwedanê” pênase dikin.

Xeteriya korbûnê wê heye

Zeynep Celaliyan nêzîkî 18 sal in di girtîgehê de ye û di vê demê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Ji ber şertên xirab ên girtîgehê û îşkenceyan, pirsgirêkên giran di çavên wê de çêbûne (nexweşiya Pterygium – perdeya li ber çav) û xetereya korbûna wê heye. Tevî bangên saziyên mîna Amnesty International, rayedarên Îranê destûr nadin ku ew li derveyî girtîgehê bê dermankirin. Ew gelek caran di navbera girtîgehên cuda yên Îranê yên weke Xoy, Qerçek, Kerman û Yazd de hatiye sirgûnkirin da ku malbata wê nekaribe xwe bigihîne wê. Zeynep Celaliyan niha di girtîgeha Yazdê de tê ragirtin. Ev girtîgeh ji malbata wê bi sedan kîlometreyan dûr e.

Astengkirina Peywendiyan

Di salên dawî de, mafê wê yê hevdîtina bi malbatê re û heta carna mafê axaftina bi telefonê jî tê sînordarkirin. Ev yek wekî zextê tê bikaranîn da ku ew “poşmaniya” xwe bide nîşandan, lê wê heta niha serî netewandiye. Beriya ku serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li Îranê û Rojhilat dest pê bike, Zeynep Celaliyan bi dehan salan bû ku li dijî sîstema sêdarê û zordariya li ser jinan têdikoşiya. Ji ber vê yekê, di nava gel de wekî pêşengeke vê felsefeya berxwedanê tê dîtin.

Name û peyamên Zeynepê

Zeynep Celaliyan di salên girtîgehê de maye gelek name û peyamên bibandor ji raya giştî re şandin. Ev name nîşan didin ku tevî hemû zext û nexweşiyan, moral û vîna wê pir bilind e. Zeynep di nameyên xwe de kêm caran behsa êşên xwe yên fîzîkî dike; ew pirtir balê dikişîne ser azadiyê. Di nameyeke xwe ya 8ê Adarê de gotibû ku “Ez di nav çar dîwarên girtîgehê de bim jî, ramanên min azad in. Ez ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû jinên ku bindest in li ber xwe didim.” Wê her tim destnîşan kiriye ku girtina wê siyasî ye û ji ber parastina nasnameya Kurdî û mafên gelê xwe tê cezakirin.

Girîngiya Zeynep Celaliyan ya Siyasî

Zeynep Celaliyan tenê girtiyek nîn e; ew wekî “Girtiya herî demdirêj a jin” li Îranê tê naskirin. Berxwedana wê ya li hemberî şertên giran, di nava tevgera jinên Kurd de cihê wê taybet kiriye. Wê di peyamên xwe yên ji hundir de her tim bal kişandiye ser azadiya jinan û mafên gelê Kurd. Gelek caran rayedarên îstîxbaratê jê re gotine ku “Heke tu li televîzyonê îtîraf bikî û bibêjî ez poşman im, em ê te berdin.” Zeynepê her tim ev bersiv daye: “Min tu sûcek nekiriye ku ez poşman bibim.”

Kampanyaya “Çavên Zeynepê biparêzin”

Ji ber ku nexweşiya çavên wê gelekî pêş ketiye, di navbera salên 2020-2024an de kampanyayeke mezin a bi navê “Save Zeynep’s Eyes” (Çavên Zeynepê Biparêzin) hat destpêkirin. Bi vê kampanyayê armanc dikirin ku zextê li hikûmeta Îranê bikin da ku destûr bidin Zeynep li nexweşxaneyeke pispor bê dermankirin. Hunermend, nivîskar û çalakvanên mafên mirovan ji her çar perçeyên Kurdistanê û ji Ewropayê beşdarî vê kampanyayê bûn.

Parêzerên Zeynepê jî bûn hedefa êrişan

Pêvajoya darizandina Zeynep Celaliyan û parêzerên ku berevaniya wê kirine, mînakeke herî eşkere ya binpêkirina mafên hiqûqî ne li Îranê. Ev beş nîşan dide ku çawa pergala dadweriyê wekî amûreke polîtîk tê bikaranîn. Di sala 2009an de, Dadgeha Şoreşê ya Kirmaşanê tenê di 7-8 deqîqeyan de cezayê darvekirinê lê birî. Di dema darizandinê de, destûr nehat dayîn ku parêzerê wê amade bibe an jî berevaniyeke qanûnî bike. Zeynep Celaliyanê ragihandibû ku beriya dadgehê, di bin îşkenceyên giran de hatiye neçarkirin ku hin tawanbariyên ku nekirine, qebûl bike. Ji bo doza Zeynep Celaliyan, parêzerên herî navdar ên mafên mirovan li Îranê ketin dewrê, lê ew bi xwe jî bûn hedefa êrişên dewletê. Nesrîn Sotûde û Emîr Salar Dawûdî ji ber ku li dozên siyasî dinêrin hatine girtin û niha ew jî di girtîgehê de ne. Nesrîn Sotûde parêzeriya Zeynepê kir û li ser asta cîhanê dengê wê bilind kir. Nesrîn Sotûde bi xwe jî niha girtî ye û bi dehsalan ceza lê hatiye birîn. Wê gelek caran di girtîgehê de ji bo Zeynepê û girtiyên din ên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Emîr Salar Dawûdî jî hewl da dosyaya wê ji nû ve bide vekirin. Ew jî ji ber parastina girtiyên siyasî hat girtin û cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Zexta li ser malbatê

Malbata Zeynep Celaliyan, bi taybetî dayika wê û birayên wê, di bin zexteke mezin a îstîxbaratê de ne. Her carê ku malbat bi medya re diaxive, zextên li ser Zeynepê li hundir zêdetir dibin. Lê tevî vê yekê, malbatê tu carî dengê xwe nebiriye. Zeynep Celaliyan îro ne tenê girtiyek e; ew bîranîna zindî ya berxwedana jinê ye ku di navbera çar dîwarên girtîgehên herî tarî de jî ronahiya azadiyê diparêze.

Etîket: Rojhilatê KurdistanêSembola BerxwedanêSiyasetmedara KurdZeynep Celaliyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

11 TEBAX 2026
Li Bokanê du Kurd ji ber amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

Li Bokanê du Kurd ji ber amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

11 TEBAX 2026
Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat kir

Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat kir

8 TEBAX 2026
Korkmaz: Em ê êrişên li ser Başûr ti carî qebûl nekin

Korkmaz: Em ê êrişên li ser Başûr ti carî qebûl nekin

25 TÎRMEH 2026
Di nava hefteyekê de li Îranê 20 kes hatin darvekirin

Di nava hefteyekê de li Îranê 20 kes hatin darvekirin

19 TÎRMEH 2026
Peyman Viyan: Piştî civîna NATOyê helwesta Tirkiyeyê li hemberî Îranê guherî

Peyman Viyan: Piştî civîna NATOyê helwesta Tirkiyeyê li hemberî Îranê guherî

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne