Bedlîs – Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kir ku qanûna çarçoveyî mifteya demokrasiyê ye û wiha got: “Bi vê mifteyê hem Kurd dê bigihîjin mafên xwe û hem jî dê civakek demokratîk bê avakirin.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser tevahî Rojhilta Navîn bandorê dike, niha di qonaxa çêkirina qanûna çarçoveyî ango qanûna binyadî de ye. Tê çaverêkirin ku îro “Pêşnûmeya Qanûna Çarçoveyî” pêşkêşî Meclisê bê kirin û pêvajo li pêş bikeve. Ev pêşketinên di pêvajoyê de çêdibin, rasterast bandorê li ser aramiya Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek welatên Rojhilata Navîn jî dike, lewma çavê her kesî li vê pêvajoya amadekirina qanûnê ye. Bendewariya gel berfirehbûna qanûnan e ku divê mafên her kesî tê de cîh bigire.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan derbarê pêvajoyê û amadekirina qanûnê de ji Ajansa Welat re axivî û bendewariyên miletê anî ziman.
‘Hebûnê qebûl kir niha jî dora qebûlkirina mafên me ye’
Huseyîn Olan anî ziman ku pergal ev sed sal in siyaseta tinebûnê li ser Kurdan dike û diyar kir ku Kurdan jî li dijî vê qirkirinê ji bo mafên xwe gelek caran serî hildaye. Huseyîn Olan da zanîn ku serhildana mezin di 1974an de dest pê kir û wiha got: “40 salan şerek gelek dijwar qewimî û dewletê şerekê qirêj kir. Di vî şerî de 3 hezar 500 gundên Kurdistanê hatin valakirin û 17 hezar mirovên me ku kujerên wan ne diyar jiyana xwe ji dest dan. Kurdan jî ji bo hebûna xwe, nasnameya xwe û zimanê xwe serî hildan. Piştî vê têkoşînê dewletê hebûna Kurdan qebûl kir, lê hê mafên wan qebûl nekiriye. Tişta girîng jî ev bû. Serok Apo jî dibêje, ‘Êdî hebûna Kurdan hate qebûlkirin û em siyaseta xwe diguherînin, şer disekinînin, siyasetek demokratîk bikin. Em ê pirsgirêka Kurd bi rêbaza muzakere, aştî û bi siyasete demokratîk çareser bikin’.”
‘Şer û têkoşînê dewletê anî ser maseyê’
Huseyîn Olan bi lêv kir ku şer û aloziyên li Rojhilata Navîn jî bûne sedem ku dewlet nêzî çareseriyê bibe û wiha pê de çû: “Li Rojhilata Navîn aloziyek heye, şer tên kirin, sînor tên guhertin, lewra dewletê jî hinek tişt ji bo xwe pêwîst dîtin ku vê pirsgirêkê bi awayekî aştiyane çareser bike. Dewleta ku nexwest weke Sûriye, Iraqê vê Îranê bê serê wê û ev rastî dît. Pêdiviya Kurdan jî bi muzakereyê heye. Armanca hêzên gerîla yên cîhanê ew e ku bi çekê dewletên li gel wan şer dikin bînin ser maseyê. Êdî dewlet jî vê yekê qebûl dike û hate ser maseyê.”
‘Hê jî hinek hêz li dijî pêvajoyê ne’
Huseyîn Olan bi bîr xist ku di nav dewletê de gelek hêz naxwazin pirsgirêk bi rêbazên muzakereyê bê çareserkirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku gelek kesan bi vî şerî dixwest, desthilata xwe bidomînin. Gelek partiyên nijadperest jî dixwazin bi şerekî qirêj berjewendiyên xwe bidomînin. Hê jî hinek hêz li dijî vê pêvajoyê ne. Di nav AKPê de jî tirsa vê heye ku bi vê pêvajoyê desthilata wan ji destê wan biçe, lewma pêvajo dirêj dibe. Di meha Adarê de li Îmraliyê mutabakatek hat îmzekirin. Li gorî vê mutabakatê divê yasa bên amadekirin. Lê belê ji ber tirsê hê jî AKP sivik nêzik dibe.”
‘Qanûna çarçoveyî bingehîn e, lê her tiştî çareser nake’
Huseyîn Olan bal kişand ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku sazûmankarê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e. Huseyîn Olan anî ziman ku divê Kurd jî destê Abdullah Ocalan xurt bikin û di dawiyê de ev yek anî ziman: “Bendewariya gavavêtina dewletê şaş e. Divê em bi rêxistinbûyîna xwe gav pê bidin avêtin. Çawa ku di lîstoka kaşkaşokê de gav tên avêtin di siyaseta me de jî divê em gavên wisa biavêjin ku em serbikevin. Lewra, qanûna çarçoveyî qanûnek bingehîn e, lê her tişt bi yek gavê nayê çareserkirin. Ev qanûn mifteya demokrasiyê ye. Bi vê mifteyê hem Kurd dê bigihîjin mafên xwe û hem jî dê civakek demokratîk bê avakirin. Her tişt bi vê qanûna çarçoveyî nayê çareserkirin lê gav gavê tîne. Serok Apo jî dibêje ‘Divê em neyînî nêzîk nebin. Bi awayek erênî nêzik bibin û li gorî vê têkoşîna xwe xurt bikin’.”












