Stenbol – “Li Çiya; jiyana ku em dijîn, di nava dema em dijîn de veşartî ye. Dema ku jiyana me bi dawî bibe dê were fêmkirin ku jiyana ku em dijîn çiqas bi wate ye.” Ev riste ji helbesta Serdar Sumer e ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye ye. Dayika wî Xalîse Sumer dibêje, “Serdar beriya şeva ku here hat û li min nihêrî. Kurê min diçû lê nedikaribû ji min re bîne ziman. Heke min zanibûya dê here ez ê jî bi wî re biçûma.”
Endamên Tevgera Azadiyê tenê ne çek di destê wan de ye û şer nakin, di heman wextê de bi edebiyat, dîrok, ziman û siyasetê dadikevin û dixwînin û hestên xwe bi helbestan tînin ziman. Yek ji van ciwanên Kurd ê ku di têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest da jî Serdar Sumer e. Li pey wî risteyên helbestên wî man.
Ev çîrok çîroka ciwanekî ku li kolanên Amedê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz dikir û olan dida ye. Serpêhatiya vî ciwanê Kurd ji kolanên Amedê ber bi kolanên Stenbolê ve ji wir jî ber bi çiyayên Kurdistanê ve didomiya. Wî xwe li tol û bextê çiyayên bilind ên li Zapê girt. Serdar Sumer (Egîd Amed) di sala 1999an de li Amedê li dijî komploya navneteweyî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin tevî temenê xwe yê biçûk ve jî dengê dirûşmeyên ku berz dikir olan dida. Wî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” komployê şermezar kiribû. Serdar Sumer û malbatî wî paşê koçî Stenbolê dikin. Serdar li Stenbolê jî tev li xebatên siyasî dibe. Hesreta Kurdistanê di nav dilê wî de her ku diçe zêde û mezin dibe. Êdî nekarî ji xaka Kurdistanê dûr bikeve û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û êdî serpêhatiya wî ya li çiya dest pê dike. Serdar Sumer di sala 2007an de li Zapê di şerekî bi artêşa Tirkiyeyê re jiyana xwe ji dest dide.
Dayika Serdar Sumer, Xalîse Sumer qala serpêhatiyên malbata xwe û têkoşîn lawê xwe kir.
‘Rojekî jî dilê min nehişt’
Xalîse Sumer anî ziman ku ew ji Amedê ne û ji ber sedemên cuda koçî Stenbolê kirin e û wiha got: “7 zarokên min hene. 2 keç û 5 kur in. Di sala 1999an de me ji Amedê koçî Stenbolê kir. Serdar biçûkatiya xwe li Amedê derbas kir. Dema ku Abdullah Ocalan hate girtin li Amedê çalakî çêdibûn. Serdar jî tev li çalakiyan dibû. Li kolanan ez li pey Serdar digeriyam. Min digot tu biçûkî jî dîsa jî diçû çalakiyan. Serdar kesek kedkar bû. Di gelek karan de xebitî. Piştî ji kar dihat li malê jî karên malê dikir. Li kargeha pêlavan dixebitî, karên giran dikir. Serê tiliyên wî dibûn wekî serê mar. Hefteyê rojekî min dest û lingê wî hine dikir. Destê û lingê wî tev bûbûn birîn. Digot; ez ê pere qezenc bikim û malbata xwe xilas bikim. Rojekî jî dilê min ji wî nema.”
‘Serdar ji biçûkatiya xwe ve partiyê nas dikir’
Xalîse Sumer destnîşan kir ku Serdar li dijî neheqiyê bû, her dem malbata xwe diparast û wiha axivî: “Zarokan cixare didan birayên wî. 10 salî bû, dema didît heval û hogir cixareyê didin birayên wî li wan dida. Nedixwest tu kes birayên wî bixe rêya xelet. Her car xwarin û şêranî ji min dixwest û dibir ji hevalên xwe re. Rojekî wê meşa maşeleyî li dar xistina, min rûyê doşekan jê re vekir û ji wan re kir meşale. Ji ber malbat welatparêz bû, Serdar ji biçûkatiya xwe ve partiyê nas dikir.”
Qilqilandina wî xatirxwestina bûye…
Xalîse Sumer diyar kir ku Serdar her dem dixwest ku ew jê re xwarina avî û goşt çêbikin û ev yek anî ziman: “Rojekî hate malê ji min tirşikê xwest. Digot; ‘ez goşt nexwim nikarim bixebitim’. Bi birayê xwe re li gel apê xwe dixebitî. Roja beriya ku biçe zû ji kar hate malê. Min ê xwarinê amade bikirra. Serdar nehişt û ji min re got ‘tu here razê ez ê xwarinê amade bikim’. Çû serê xwe şuşt, paşê çay çêkir. Wan dema jî ji ber dermanan ez gelek radizam. Bi şev carek hate ser serê min û li min nihêrî. Min got tu çi dikî, got; dengê dayika min hatiye lewma ez hatime. Min got here razê. Saet 2yan dîsa hate ser serê min. Min jê re got; tu doza çi dikî îşev, çima ranazî. Ji min re got; min gotiye dayika min çiqas xweşik e, ez lê binêrim. Ez jê xeyidîm, dîsa min got razê. Saet 3yan dîsa hate ser serê min. Vê carê jî got; min xwest li dayika xwe binêrim. Kurê min wê bîçya lê nedikaribû ji min re bîne ziman. Sibehî ez rabûm, min ê çay çêkira. Serdar hat û nehişt ez taştê amade bikim. Ji min re got; tu nexweşî ji bona wê ez û birayê min Sercan em ê herin pogaça bikirin û bixwin. Serdar ji birayê xwe re gotiye tu here ez ê werim. Nebêjî li malê amadekariya xwe dikir. Hê Serdar neçûbû ez dîsa di xew de çûm. Ez rabûm min dît ku tu kes li malê tune ye. Dema ku ez çûm nivînê wî rakim, min di bin balîfa Serdar de kart û tiştên wî dît. Paşê apê wî li min geriya û got; Serdar çima nehatiye kar? Min got; ew û Sercan bi hev re derketin. Dema çûn e kar Serdar ji birayê xwe re gotiye; ‘tu her e min nasnameya xwe li malê ji bîra kiriye, ez ê hilgirim û werim’. Çûyîn ew çûyîn…”
‘Li dijî zordariyê çû çiyê’
Xalîse Sumer destnîşan kir ku piştî salek bi ser çûna lawê wê re derbas bû telefonî apê xwe dike û wiha got: “Apê wî hat û got; Serdar li min geriya ye. Paşê geriya min jê re got; ‘Ka te ji min re gotibû ez ê xanî ji dayika xwe re bikirim, te çima wisa kir?’ Ji min re got; ‘tu ne tenê dayika min î, tu dayika tevahiya hevalan î’. Ji ber ku pirr ji tirşikê hez dikir, me jê re digot, ‘Hecî Tirşikê Farqînî’. Ji min re got; ‘her tiştê me heye em dixwin’. Wê her dem hesret û kesera wî di dilê min de be. Li dijî zordariya gelê Kurd çû, zordariya li ser gelê Kurd qebûl nekir. Diçû kar jî lê hişê wî li xebata partiyê bû. Ji min re digot; dayê ez ne bêxew ne jî bêxebat dimînim. Heke min zanibûya wê here ez ê jî bi wî re biçûma.”
Serdar Sumer li pey xwe vê risteya helbestê dihêle;
“Li Çiya;
Jiyana ku em dijîn
Di nava dema em dijîn de veşartî ye.
Dema ku jiyana me bi dawî bibe
dê were fêmkirin ku jiyana ku em dijîn çiqas bi wate ye…”














