• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di şerê enerjiyê de rastiya êrişên li ser Xor Morê

Navenda Nûçeyan /AW

1 KANÛN 2025 - 08:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Qada neftê ya Xor Morê ku ji sedî 75ê elektirîka herêmê jê tê hilberîn cardin rastî êrîşê hat. Pispor diyar dikin ku êrîş ji aliyê Tirkiye û Îranê ve tên kirin. Bi van êrîşan hewl didin daxwazên xwe bi rêveberiya Herêma Kurdistanê bidin qebûlkirin. Lê hind çavkanî jî sedema li pişt van êrîşan cuda dinirxînin û balê dikişînin ser rezervên li Çemçemalê hatine tespîtkirin. Çavkanî destnîşan dikin ku herêma Kurdistanê di cîhanê de dibe wargeha sêyemîn a petrol û gazê.

Xor Mor devereke girêdayî navçeya Çemçemal a bi ser Silêmaniya Herêma Kurdistanê ve ye. Ji sala 1929an ve wekî qada petrolê hatiye keşifkirin. Her çiqas car car xebatên tespîtkirina rezervan hatibin meşandin jî xebatên esasî di sala 2007an de hatin destpêkirin. Di encama lêkolînên salekê de di qalîteya herî bilind de rezervên dewlemend hatin tespîtkirin. Li gorî daneyên fîrmaya venêrandinê Gaffney Cline Associates (GCA) li Xor Morê 75 trilyon fît kûp gaz û 7 milyar bermil jî petrol heye. Rezervên Xor Morê bala gelek şirketên cîhanê kişandin. Di sala 2008an de bi navê Pearl Petroleum konsorsiyûmek hate avakirin. Di nava vê konsorsîyûmê de şirketên Îmaretên Yekbûyî yên Ereban (ÎYE) ên bi navên Dana Gas û Crescent Petroleum, şirketa Avusturya OMV, Şirketa Macaran MOL û şirketa Almanan RWE hene. Ji sedî 70yê hîseyan aîdî du şirketên Îmaretên Yekbûyî yên Ereb û ji sedî 30 jî aîdî sê welatên din e.

Îran û Tirkiye gefan li herêma Kurdistanê dixwe

Ev qada ji 2008an heta niha çalak e. Ji sala 2019an heta niha bi êrîşên dron û mûşekan tê rojevê. Ev êrîş caran bi Îranê û caran jî bi Tirkiyeyê tên îzahkirin. Lê di esasê xwe de heta niha rast bi rast tu kesan êrîş negirtine ser xwe. Bi giştî sedema van êrîşan jî wekî ku Îran û Tirkiye dixwazin polîtîkayên xwe bi Herêma Kurdistanê bidin qebûlkirin, tê dîtin. Bes li gorî çavkaniyên di qada hidrokarbonan de pispor mesele ji vê gelek kûrtir û tevlihevtir e. Çavkaniya ku agahî dan Ajansa Welat (AW), li ser sê xalan radiweste. Lê bi taybetî balê dikişînin ser xalekê. Çavkanî destnîşan dike ku sedemek van êrîşan polîtîkayên Îran û Tirkiyeyê ne û ev her du welat jî van êrîşan li hemberî Herêma Kurdistanê wekî gefekê bikar tînin. Çavkanî diyar dike ku piranî Tirkiye bi van êrîşan dixwaze polîtîkayên xwe bi Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê û Îran jî bi heman êrîşan hewil dide daxwazên xwe bi PDKê bide qebûlkirin. Li gorî çavkaniyê heta Herêma Kurdistanê nebe xwediyê pergala parastina hewayî an jî welat qada esmanî ya Herêma Kurdistanê neparêze dê Xor Mor û qadên din ên gaz û petrolê wekî gefekê li hemberî kurdan bê bikar anîn.

‘Bandora Rusyayê ya li pişt êrişan’

Heman çavkanî wekî sedema duyemîn jî balê dikişînin ser têkiliyên navdewletî. Çavkanî bi bîr dixe ku Xor Mor ji hêla konsorsiyûmek pir neteweyî û pir dewletî ve tê meşandin û ev yek jî dibe sedem ku zêde aktor tev li mijarê bibin. Li gorî çavkaniyê dewlet herî zêde li ser mijarên enerjiyê tên hemberî hev û girêdayî vê yekê dema firset dibînin li ser rê û çavkaniyên enerjiyê peyama didin hev. Pisporan bi taybetî bal kişandin ser rewşa ÎYE’yê û dibêjin ku ÎYE hem li ser axa xwe xwediyê rezervên mezin e û hem jî li Rojhilata Navîn, li deverên wekî Herêma Kurdistanê hewil dide bibe aktorê enerjiyê yê herî mezin û ev yek jî dibe sedema reqabeta siyasî û polîtîk. Li gorî çavkaniyê ev yek jî di aliyê aborî de herî zêde Îran û Rusyayê, di aliyê siyasî de jî Tirkiyeyê aciz dike. Bi vê boneyê wekî êrîşên li ser Xor Morê di asta yekemîn de Îran û Tirkiye dibînin û Rusyayê jî wekî teşfîqkarê van êrîşan dibînin. Li gorî dahurandinên pisporên enerjiyê ji ber dagirkirina Ukraynayê Rusya di bin ambargoyek mezin deye û balkişandin ser van mijaran: “Çeka herî girîng a Rusyayê petrol û gaz e. Piwistiya welatên Ewropayê jî herî zêde bi enerjiyê heye. Ku welatên Ewropayê ji deverek din enerjî peyda bikin dê ambargoya li ser Rusyayê hem girantir bikin û hem jî domdirêj bimeşînin. Lê ku çavkaniyan peyda nekin neçar in ku bi hind tawîzan bi Rusyayê re li hev bikin. Rusya ji bo Ewropa neçarî gaz û petrola wê bibe, hewil dide welatên din ên enerjiyê îxraç dikin, asteng bike. Herêma Kurdistanê jî wekî hedefek hêsan dibînin. Tirkiye û Îran jî ji ber sedemê siyasî van êrîşan pêk tînin.”

Rezervên Xor Morê di sektora enerjiyê serobino kir

Sêyemîn sedema êrîşên li ser Xor Morê ku li gorî pisporan sedema nayê zanîn lê ya herî girîng e jî rezerv in. Çavkaniyek li ser navê konsorsiyûmê li Xor Morê bi salan xebat meşandin destnîşan kir ku di sala 2018an li hevzaya Çemçemalê xebatên kefişkirina gaza xwezayî hate kirin û encamên balkêş derketin holê. Li gorî çavkaniyê rezervên hatine destpîtkirin di qada enerjiyê ya cîhanê de bû sedema şoqek mezin. Çavkanî sedema şoqbûna sektora enerjiyê jî balê dikişîne ser rezervên gaz û petrolên ên cîhanê. Li gorî daneyên SPE – Society of Petroleum Engineers di cîhanê de di aliyê dewlementiya petrolê de Venezûella bi 303 milyar bermilan di rêza yekemin de, Siûdî Erebistan bi 267 milyar bermilan di rêza duyemîn de, Îran bi 209 milyar bermilan di rêza sêyemin, Qanada bi 163 milyar bermilan di rêza çaremîn, Iraq bi 145 milyar bermilan di rêza pêncemîn, Îmaretên Yekbûyî yên Ereban bi 113 milyar bermilan di rêza şeşemîn, Kuveyt bi 102 milyar bermil di rêza heftemîn û Rûsya bi 80 milyar bermilan di rêza heştemîn û DYA jî bi 74 milyar bermilan di rêza nehemîn deye. Lê ev rêz di aliyê rezervên gazê de diguhere. Di aliyê rezervên gazê de Rûsya bi 1,688 trîlyon kûbîk fîtan di rêze yekemîn, îran bi 1, 200 trîlyon kûbîk fîtan di rêza duyemîn, Qetar bi 843 trîlyon kûbîk fîtan di rêza sêyemîn, DYA bi 615 trîlyon kûbîk fîtan di rêza çeremîn, Tirkmenistan bi 400 trîlyon kûbîk fîtan di rêza pêncemîn, Siûdî Erebistan 336 trîlyon kûbîk fîtan di rêza şeşemîn, Îmaretên Yekbûyî yên Ereban bi 290 trîlyon kûbîk fitan di rêza heftemîn, Çîn bi 265 trîlyon kûbîk fîtan di rêza heştemîn deye.

Rezervên mezin hatin dîtin

Çavkanî rêza rezervan a welatan a berê bi bîr xist û diyar kir ku Iraq di aliyê petrolê de di cîhanê de dikeve rêza pêncemîn, lê di rêza gazê de tune bû. Çavkanî daxuyand ku li ser vê yekê li Iraqê lêgerînên tespîta gazê hatin meşandin û ev agahî dan: “Ji rojhilatê Kerkûkê ber bi qada Xor Mor heta devera Mîranê ku teva wekî hevzeya Çemçemal e rezervên mezin hatin peydakirin. Li gorî daneyan li vê herêmê li derdora 800 trîlyon kûbîk fît gaz heye. Bi guman di derxistina rezervan de tişta herî girîng şert û mercên derxistin û maliyeta wê ye. Li hevzeya Çemçemal hem qalîteya rezervan di asta herî jor de ye û hem jî bi boneya jeolojiya herêmê tekabûlî maliyetek normal dike. Vê yekê ji nişka ve çav û bala herkesê kişand ser vê herêmê. Wekî mînak ku ev qad tam bi kapasîte faal bibe dike tevahiya Ewropayê ji bo 250 sal îrade bike. Sedema herî girîng lê nayê aşkere kirin a êrîşên li ser Xor Morê ev e. Bi van rezervan Herêma Kurdistanê di cîhanê de kete rêza sêyemîn. Be ev ne rezerva tevahiya herêmê ye. Ev tenê rezerva herêma Çemçemal e. Ku li tevahiya Herêma Kurdistanê keşfi bê kirin îhtîmal heye Herêma Kurdistan derkeve rêza yekemîn.”

‘Îranê xwest bi destê Iraqê herêmê kontrol bike’

Pisporê enerjiyê hewildanên artêşa Iraqê yên di sala 2022yan de bi bîrxistin û ev agahî dan: “Li ser zêdebûna girîngiya vê qadê Îranê bi destê artêşa Iraqê xwest bikeve vê qadê û bigire bin kontrola xwe. Di rastiya xwe de jî di bin navê artêşa Iraqê de xwest hêzên Haştî Şabî li vir cih bike. Du caran hewil da lê bi destwerdana YNK û esasî jî bi destwerdana DYAyê ev hewildan hatin rawestandin. Ji wê demê heta niha bi dron û mûşekan bi dehan êrîş pêk hatin. Bi van êrîşan hem zext li ser Herêma Kurdistanê tê kirin, siyaseta welatên di nav konsorsiyûmê de tên dizaynkirin. Li aliyekê jî zexta li ser derxistina DYAyê tê zêdekirin. Lê Tirkiyeyê jî bi armanca tengaskirina YNKê car car bi dronan êrîş pêk anîn. Kurtasî bi êrîşên Xor Morê hêzên herêmê peyamên siyasî û polîtîk hem didin Herêma Kurdistanê, hem DYA û hem jî dewletên aktorên enerjiyê.”

‘Tirkiyeyê bi rêgehek enerjiyê ya nû xwest bibe aktor’

Çavkanî balê dikişîne ser hewildanên Tirkiyeyê û projeya Riya Pêşketinê (Kalkınma Yolu Projesi) bi bîr dixe û dibêje: “Wekî tê zanîn li hemberî Projeya Rê û Bendê (Belt and Road Înîtîatîve) a Çînê di pêşengiya DYAyê de bi navê Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropayê (ÎMEC) di Lûtkeya G-20’an a li Hindistanê de hate aşkerakirin. Tirkiye derveyî vê projeyê hate hiştin. Li ser vê yekê Erdoğan daxuyanî da û anî ziman ku projeyek wiha bêyî Tirkiyeyê sernakeve. Her wiha bi armanca tevlêbûna projeya ÎMECê kete nav hewildanan. Bi navê Kalkinma Yolu projeyek çê kir. Hêza Tirkiyeyê ya bikaribe bi serê xwe an jî tenê bi Iraqê re projeyek wiha çê bike, tune ye. Bi vê yekê niyeta xwe ya tevlêbûna ÎMECê anî ziman lê heta niha bersivek negirtiye. Lê projeya pêşkêş kirî jî ji bo ÎMECê nexirab e. Rê kurt dike û mesrefê kêm dike. Esasê rê jî li ser çavkaniyên Iraq û taybetî rezervên Xor Mor, Teq Teq û derdora Çemçemal hatiye avakirin. Ji xwe Tirkiyeyê bi PDKê re xetek boriyan ji herêma di bin bandora PDKê dest pê dike, ji Duhok û Zaxoyê derbasî Silopî û ji wir jî di ser Mêrdînê re heta Amedê tê temam kir û li Amedê bi TANAPê re entegre kir.”

‘Aktorbûna Tirkiyeyê girêdayi pêvajoyê ye’

Têkildarî pêvajoya ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Tirkiyeyê re tê meşandin jî çavkanî balkişand hêmanên girîng û daxuyand ku aliyek pêvajoyê jî pişketinên enerjiyê û ji nûve dizayna vê qadê ye. Çavkanî wiha domand: “Li pêş perdeyê meseleyên siyasî têra xwe tên nîqaşkirin lê yên aborî zêde nayên dîtin. Dizayna Rojhilata Navîn a siyasî li gorî dîzayna rezerv û çavkaniyên enerjiyê tên kirin. Li gorî min a esas enerjî ye. Niha pêvajoyek wisa heye. Tirkiye ji bo derveyî dîzayna nû ya enerjiyê û girêdayî vê yekê dîzayna siyasî nemîne, kete nav hewildanan. Hewildana herî girîng jî destpêkirina pêvajoyê bû. Ji ber ku bêyî peymanek bi kurdan re çê bike, Tirkiye nikare di dîzayna nû de bibe aktor. Kurdistan hem aliyê ekonomik, rezervên binerd, hem cografîk, demografîk û hêza siyasî leşkerî de êdî li Rojhilata Navîn hêzek ji nedîtî ve bê nîne. Ev ji bo hemû aktoran derbasdar e û taybetî ji bo Tirkiyeyê. Ku pêvajo li ser esasê peymanek nû ya kurd û tirkan encam bibe, Tirkiye dê bi rihetî bibe aktorek sereke yê herêmê.”

 

 

 

 

Etîket: ÇemçemalêrîşHerêma KurdistanêQada neftêSilêmanîXor Mor
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

4 dron li Hewlerê ketin

4 dron li Hewlerê ketin

12 TEBAX 2026
Bi droneyê êrişî Hewlêrê hate kirin

Êrişên li ser Herêma Kurdistanê didomin

27 TÎRMEH 2026
DYA duh li Îranê xist: 2 kes mirin

DYA duh li Îranê xist: 2 kes mirin

23 TÎRMEH 2026
Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

Kampa Dola Alane hate bombebarankirin: 6 kes birîndar bûn

22 TÎRMEH 2026
Bi dron û mûşekan êrişî Başûr hate kirin

Bi dron û mûşekan êrişî Başûr hate kirin

21 TÎRMEH 2026
Li İranê di êrişên DYAyê de 50 kesan jiyana xwe ji dest da

Li İranê di êrişên DYAyê de 50 kesan jiyana xwe ji dest da

18 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne