• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di dîrokê de tekiliyên Kurd û Tirkan û Plana Şark Islahatê

Mahmût Altintaş / AW

24 ÎLON 2025 - 10:10
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere –  Dîroknas û nivîskar Mehmet Bayrak diyar kir ku cûdahiya vê pêvajoyê ji yên din ew e ku dewletê fahm kiriye êdî bi dara zorê pirsgirêka Kurd çareser nabe. Mehmet Bayrak da zanîn ku ji bo pêvajo bigihijê encamê, divê dewlet bi Plana Şark Islahatê re hevrû bibe.

Piştî têkçûyina Împaratoriya Osmanliyan, di şerê cihanê yê yekêm de Kurd û Tirk bi hev re parastinê kirin. Her çiqas di destpêka parastinê de ji Kurdan re soz hatibin dayîn ku dê piştî serkêftina parastinê Kurd jî dê mafên xwe bigrin lê belê ev soz nehate pêkanîn. Di Peymana Lozanê de hemû mafên Kurdan hatin binpêkirin û welatê Kurdan Kurdistan di navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Suriyeyê hat parvekirin. Komara Tirkiyeyê ku li ser bingeha netew dewletê ava bû, gelê Kurd jî di nav de hemû gel û netewên cûda ên di bin serweriya Tirkiyeyê de dijîn tune hatin hesibandin û li dijî wan gelan polîtikayên bişaftin û qirkirinê hatin meşandin. Tunehesibandin û qirkirin bû sedema pirsgirêka Kurd ku heta roja me ya îro bi kuştin, komkujî û berxwendanê li ber xwe dane.

Ji ber polîtikayên tunehesibandin û qirkirinê, gelê Kurd gelek caran rabû serhildanê. Lê hemû serhildan di encama komkujiyên mezin de têkçûn. Herî dawî di sala 1978an de di Rêbertiya Abdullah Ocalan de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li dijî îmha û tunehesibandinê têkoşîna çekdarî da destpêkirin. Di encama 40 salên şerê çekdarî de gelek caran pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurd hatin destpêkirin. Lê ev pêvajo jî bi sedemên cur bi cur negihiştin meriyetê. Herî dawî di sala 2013-2015an de pêvajoya çareseriyê destpêkir. Lê ev pêvajo jî negehişt encamê. Bi têkçûyina pêvajoyê re desthilata AKPê plana “Çokdanînê” xist meriyetê. Di pêvajoya 10 salan de “plana çokdanînê” negihişt encamê û dewlet neçar ma careke din pêvajoya çareseriyê bide destpêkirin.

Di 22ê Cotmeha 2024an de piştî banga Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiribû pêvajoyek nû dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û bi vê banga dîrokî pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. PKKê jî li ser banga Abdullah Ocalan biryara xwe fesîhkirinê girt û herî dawî jî di 11ê Tirmehê de 30  gerîlayên koma Aştî û Civaka Demokratîk li Silêmaniyeyê merasîma çek şewitandinê li dar xistin. Piştî van gavan li Meclîsa Tirkiyeyê Komîsyona Demokrasî Xwişk- Biratî û Hevgirtina Mîllî avabû û hêj jî xebatên komîsyonê berdewam dikin. Dîroknas û nivîskar Mehmet Bayrak tekildarî pêvajoyê li ser tekiliyên Kurd û Tirk, pêvajoyên derbasbûyî pirsen Ajansa Welat (AW) bersivandin.

*Tekiliyên Kurd û Tirkan di dîrokê de çawa pêş ket? Piştî Împaratoriya Osmaniyan bû Komara Tirkiyeyê tekiliya Kurd û Tirkan di vê guhertinê de çawa bandor bû?

Gelê Kurd gelekî qedîm e û erdnîgariya wê jî Kurdistanê e. Dema Tirk hatinê Anatoliyayê jî Kurdan rolekî serekê lîstiyê. Di destê me de jî belgeyên dîrokî hene ku Alpaslan ji Kurdan re nameyek şandiyê û alîkarî xwestiyê.  Lê belê di dema Osmaniyan de di tekiliya Kurd û Tirkan de gelek şikestin pêk hatine. Taybet di salên 1886an de dewleta Osmaniyan Kurdên Elewî yên Ser Sor hedef hatin nişandan. Tevgera Îtîhad û Terakî bi nêrîna yekitî û wekheviya gelan derket holê. Lê piştrê Tevgera Îtîhad û Terakî vêguherî tevgereke îslamîst û tirkperest. Li ser vê yekê rewşenbîrên Kurd ên weke Îhsan Nurî ji vê tevgerê qetiyan. Li ser vê yekê bi mabesta Tirk û Îslam li dijî gelan dest bi polîtikayên qirkirinê kirin. Li dijî gelên ku Tirk û bisilman nînin bernameya tasfiyêkirinê dan li pêşiya xwe. Di bingeha komkujiyên li dijî Kurd, Kurdên Ezidî, Suryanî û Ermeniyan de jî ev polîtîka hene.

Piştî têkçûna Osmaniyan pêvajoyeke nû dest pê kir. Îtîhad Terakî jî dê demê pir lewaz bû û ji ber neçariyê careke din berê xwe da Kurdan. Ji ber ku dizanîn heke piştgiriya Kurdan nebe, nikarin cihên ku winda kirine dîsa bi dest bixin. Ji ber wê jî bi Kurdan re tîfaq kirin. Lê balkeş e di Kongreya Sîwasê de derket holê ku rejîma Kemalîst bi dizîka bi Fransa û İngiltereyê re li hev kirine û beriya Lozanê Kurd hatin tunehesibandin. Di Lozanê de jî jixwe Kurd hatin tune hesibandin û Kurdistan hat parçekirin. Di bingeha pirsgirêkên ku îro em qal dikin û pêvajoya îro hatiyê destpêkrin de ew dîrok heye. Di dîrokê de tekiliya Kurd û Tirk bi vî rengî bû. Di bingeha pirsgirêka Kurd de jî ew tekilî û pêvajoyên dîrokî hene.

*Di salên berê de jî gelek caran ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajo hatin destpêkirin. Di salên 90an de pêvajoya diyaloge dest pê kir û herî dawî jî di sala 2013-2015an de pêvajoya çareseriyê dest pê kiribû. Ew pêvajo li ser bingeheke çawa hatibûn destpêkirin? Divê ji van pêvajoyên berê hatinê destpêkirin û encam nebûne dersên çawa ben girtin?

Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê li dijî bajarên Kurdan Plana Şark Islahatê xistin meriyetê. Bi tevahî 28 xalên vê planê hene. Ez ji van xalên Şark û Islahatê re dibêjim 7 T yên bê xêr. Heta ev plan neyê zanîn û ji xalên wê re rû bi rû neyê mayîn, pirsgirêka Kurd nayê fêmkirin û çareserkirin. Sedema têkçûyinên pêvajoyên berê jî ev bû. Dewlet bi Plana Şark Islahatê re rû bi rû nema. Çi ne ev xalên Şark Islahatê; yek Tebdît e. Tebdît bi dara zorê “Terbiyiyekirin “e . Ya din Tenkil e. Yanî cezakirin e. Takdîl, qetilkirin e. Tehcîr, bi dara zorê koçberkirin e. Temsîl, asîmîlê kirin û Temdîm jî li ser navê Tirkkirinê qaşo medenî kirin e. Lê ew plana Şark Islahatê tu car bi ser neket. Bi vê planê dixwastin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Lê ne pêkan bû. Ji ber wê jî ez dibêjim; heta ku bi van 28 xalên veşartî yên plana Şark û Islahat ve hevrûbûn çênebe dê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Pêvajoya niha hatiyê destpêkirin pir girîn e. Heta niha pêvajoyên hatin destpêkirin hemû jî pir girîng bûn. Lê ji ber ku bi vê plana Şark Islahatê re hevrûbûn çênebû çareserkirineke mayînde pêş neket. Xwezî hezên tarî ew pêvajoyên berê têk nebirina û wê demê ev pirsgirêk çareser bibûna. Ewqas xwîn nedihat rijandin. Ewqas êş nedihatin kişandin. Divê ji wan edî ders bêm girtin. Polîtîkaya qeyûm a îro jî encama Plana Şark Islahatê ye. Di xaleke Plana Şark Islahatê de dibêje; Kurdistan divê bi awayekê mustamleke û ne bi destê Kurd lê Tirk ên Mefurê (Netewperest) ve were rêveberin.

*Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi kîjan dînamîkên civakî û siyasî pêş ketin? Cûdahiya di navbera vê pêvajoyê û hewldanên berê çi ye?

Tevgera Kurd zêdetirî 40 sal e şerê çekdarî dide. Helbet bi Tevgera Kurd ve jî dest pê nekiriye. Ji dema Osmanniyan ya dawî heta sala 1921an bi dehan partî, rojnam û kovarên Kurdan hebûn. Lê piştî sala 1921an hemû mafên Kurdan hatin înkarkirin. Piştî wê Cemiyeta Azadiyê ya Kurdistanê û bi dehan partiyên Kurdan ava bûn. Bi dehan komkujî li dijî Kurdan pêk hatin. Raperînên Kurdan jî li dijî van bûn. Lûtkeya herî bilind jî PKKê bû. PKKê 40 salan şerê çekdarî da meşandin. Piştî van 40 salan dewletê jî edî fehm kir ku pirsgirêka Kurd nikarê bi tunehesibandin û qirkirinê çareser bike. Ji ber wê jî hewcedariya vê pêvajoyê ji aliyê siyasî ve derket pêş. Lewma wê jî ew pêvajo pir girîng e. Cûdahiya vê pêvajoyê jî ew ê. Edî ji aliyê siyasî û polîtîk jî hewcedariyek derket holê. Bi polîtikayên berê ve tu şanse wan tune bû. Ji bilî çareseriya demokratîk, tu rê nîn in. Dewletê jî ew yek fêmkir. Ji ber wê ev pêvajo dest pê kir. Dewletê jî dît ku bi vî awayî çareser nabe. Heta hemû gel wekhev nebin, xwişk-biratî nabe demokrasî nabe. Heke wekhevî tune be tu gel rehetiyê nabîne. Ew edî hat fêmkirin.

*Ji bo serkêftina pêvajoyê û pêşeroja tekiliyên Kurd û Tirk divê ji dîrokê dersên çawa werin girtin û ji bo ev pêvajo vêguhere aştiyeke mayînde divê kîjan gavên pêwîst ben avetin?

Xwiştk-biratiya gelan ne bi dara zorê û bi serdestiya xwişk-birayekê pêk tê. Ev ne pêkan e. Gel tenê bi awayekî wekhev dikarin bibin xwişk-bira û yekitiya gelan pêk bînin. Ji bo wekheviya gelan divê qanûn bên amadekirin. Bi qanûnan, wekheviya gelan divê were mîsogerkirin. Heta niha polîtîkayên Plana Şark İslahatê encam negirtin. Divê dev jî van polîtikayan were berdan da ku ev pêvajo bigiheje encamekê û aştiyeke mayînde pêk were. Ji bilî vê jî rêyek nemaye. Ji bo wekheviyê jî divê qanûnên ku mafê zimanî, siyasî û civakî mîsoger dikin, ben amadekirin.

*Di dîrokê de jî hertim lêgerîna Kurdan a muxatabekî heye. Ji Rêberên Xoybûnê Celadet Elî Bedîrxan ji Serok Komarê yê demê Mustafa Kemal Ataturk re nameyekê dişîne, lê nameya wî bêbersiv dimîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî her tim li ser pirsgirêka bê muxatapbûyinê rawestiyaye. Di serdema îro de ku pêvajoyek dest pê kiriyê, gelo mîrov dikarê bêje Kurdan îro muxatabek dîtiyê?

Belê Kurdan her tim ji xwe re muxatabek geriyane ku pirsgirêka xwe bi rîya diyalogê çareser bikin. Lê ji vê lêgerîna Kurdan re ji aliyê dewletê ve bersiveke erenî nehat dayîn. Ji ber ku bê muxatab nabe. Heke pirsgirêkek hebe, divê muxatabên pirsgirêkê werin cem hev û pirsgirêkê çareser bikin. Pirsgirêk bi muxatabekê ve çareser nabe. Bi dara zorê jî ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji ber bê muxatap bûyînê ev pirsgirêk heta roja me ya îro çareser nebû. Heke aliyê dewletê bêje em muxatabê vê pirsgirêkê ne aqil û serpehatî têrî çareseriyê dike. Bi hezaran girtiyên siyasî hene. Ger bibêjin em îro muxatabin û pirsgirêkê çareser dikin divê di serî de hemû girtî bên berdan. Her wiha Abdullah Ocalan jî yek jî ji wan e. Muxatabe sereke yê pêvajoyeyê û Rêberê tevgerê ye. Teqez divê Abdullah Ocalan were berdan û wek muxatab pêvajoyê bide meşandin. Ji bilî vê rê jî çareserî nîn in.

Etîket: Dîrokanas û Nivîskar Mehmet BayrakPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkPlana Şark IslahatêTêkiliyên Kurd û Tirkan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

17 TEBAX 2026
Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

10 TEBAX 2026
Erdogan Aydin: Îro Kurd xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî ne

Erdogan Aydin: Îro Kurd xwedî daneheveke îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî ne

10 TEBAX 2026
‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

10 TEBAX 2026
‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

9 TEBAX 2026
‘Aştî yekalî nabe, pêwîst e bi awayekî giştî û temamî pêk bê’

‘Aştî yekalî nabe, pêwîst e bi awayekî giştî û temamî pêk bê’

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne