• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DEM Partiya Torbaliyê: Rojava hêviya jiyana azad a Rojhilata Navîn e

Îzmîr / AW

24 ÇILE 2026 - 22:28
Kategorî: ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Torbaliyê êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek da û meşek li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişa li ser Rojava êrîşa li ser hêviya jiyana azad a Rojhilata Navîn e.

Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Torbaliya Îzmîrê li Kolana Qehwexaneyan derbarê êrişên li ser Rojava daxuyaniyek da û piştî daxuyaniye heta Çayxaneya Yavuzlar meşiya. Jinên li qadê li pişt hev rêzbûn û di çarçoveya kampanyaya “Keziyên me tirsa we ne” keziyên hev hûnandin. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava ne bi tenê ye, bila erişên li ser Rojava bêne sekinandin” hate vekirin, dovîzên “Rojava rûmeta me ye” hate bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê ya Torbaliyê Yavuz Aras daxuyanî xwend.

Yavuz Aras diyar kir ku êrîşên li ser Rojava êdî ji sînorên şerekî leşkerî derketine û got: “Tişta diqewime, ne tenê şer e; pêvajoyeke wêrankirinê ye û bi zanebûn hatiye plankirin. Dixwazin bi van êrişan vîna gelan bişkînin, jiyana pirreng û hevpar ji holê rakin û herêmê radestî tariya çeteyên cîhadîst bikin”

Aras anî ziman ku têkoşîna gelên Rojava ya li dijî hovîtiya DAIŞê, parastina rûmeta tevahiya mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Hewldanên ji bo tasfiyekirina vê têkoşînê, ne tenê li dijî gelê Kurd e, êrîşeke li ser hêviya jiyana azad a Rojhilata Navîn e.”

Aras wiha bangên xwe yek bi yek rêz kir:

“• Pêwîst e hemû êrîşên li ser Rojava di cih de bêne rawestandin.
• Dorpêça li ser Kobanê bê rakirin.
• Divê her cure piştgiriya komên cîhadîst bê sekinandin.
• Divê raya giştî ya navneteweyî li hemberî van bûyeran berpirsiyariya xwe bîne cih.”

Piştî meşê bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya protestoyê bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

7 COTMEH 2026
Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

7 COTMEH 2026
Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne