Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di hevdîtineke taybet de li gel NÛÇE TV axivî. Bayik ji pêvajoya li Tirkiyeyê ta Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê nirxandinên girîng kirin û hin agahiyên nû dan.
Hevpeyvîna taybet a Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik a bi NÛÇE TV re wiha ye;
Pêvajoya aştî û civaka demokratîk di kîjan qonaxê de ye ?
Qanûna ku di meclisa Tirkiyeyê de derket ne li gor daxwazên me ye. Dewleta Tirkiyê ev qanûn zêde li gor xwe derxistiye, ne li gor daxwazên me. Armanca sereke ya vê qanûnê, bêçekkirin û belavkirina Gerîlla ye. Di qanûnê de hin xal nivîsandine, ew ji bo me zêde ne girînge. Ew qanûna wane, qanûnên me jî hene.
Ne qanûnên wan pêk tên û ne jî qanûnên me pêk tên. Di navbera me û dewleta Tirkiyeyê de, li ser vê qanûnê têkoşîn heye. Xala girîng ji bo me, ku şert û merc bidin Rêber Apo ku bikaribe vê pêvajoyê birêve bibe û bi ser bixe. Di vê qanûna ku hatiye derxistin de bingehên çareserkirina pirsgirêkên Kurdan tune ye. Rêber Apo dixwaze pirsgirêkên Kurdan li ser maseyê çareser bike. Bahçelî hin daxuyanî dan, vêya resmiyet qezenc kir, ev bo me girînge. Eger li pêşiya Rêber Apo vekin ku kar bike, dikare vê pêvajoyê biser bixe.
Nêrîna we hat standin beriya ku qanûn bikeve meclisê ?
Rêber Apo bêyî me ti pêngavan navêje, dîtina me werdigire. Dibe ku yekser em civînan bi dewleta Tirkiyê û Îmraliyê re çênakin, lê em dîtinên xwe dişînin ji Rêber Apo re. Dema ku Rêber Apo dixwaze pêngavekê bipêş ve bixe, biryar û nêrînên me werdigire. Bi rêya heyeta DEM Partiyê mesaj têne şandin û wergirtin. Rêber Apo ne di encama rûniştineke bi dewleta Tirkiyeyê re biryara fesixkirina PKKê da, wî ji aliyê xwe ve ev pêngav pêş xist. Rêber Apo garantiyê di xwe, tevger û gelê xwe de dibîne. Derveyî wê hêviyên xwe tune ye.
Dewlet dê ji bo pirsgirêka Kurdan tu gavan bavêje?
Çawa ku dewlet berjewendiyên xwe esas digire, berjewendiyên me û gelê me jî hene. Qanûn bingeheke û mirov dikare li ser vê bingehê kar bike û hin encaman werbigire. Eger demokrasî li Tirkiyê pêş nekeve, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Tevgera me û Rêber Apo jî vê qanûnê kêm dibîne. Em bi sebir, zanebûn û stratejîk nêzî pêgavê dibin. Li Rojhilata Navîn, Kurd hêzekin. Hin hêz dixwazin vê hêzê li gor berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê em dixwazin vê hêzê bikin di xizmeta tevahî gelê Kurd de. Dem û zemîna çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye.
Di nav geşedanên ku li cîhanê rû didin de, dê pirsgirêka Kurdan çareser bibe?
Dema ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn destpê kir, wê demê pirsgirêka Kurd ket rojevê. Dem û zemîna çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye. Ya din li ser yekîtiya Kurdan dimîne. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi yekîtiya Kurdan pêkan e.
Dewletê daxwaz ji te kiriye ku tu serdana Îmraliyê bike?
Heta ku qanûn ket meclisê de, hin kar hatin meşandin. Bi taybet Rêber Apo ew kar meşandin. Pêwîste ji axaftinê zêdetir, gavên pratîkî di warê siyasî û hûqûqî de werin avêtin. Ew ê rojnamevan û şêwirmend biçin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin. Hin siyasetmdar û akadîmîsyen pêwîst e biçin Îmraliyê. Di rojên pêşî de gereke pêk werin. Gelek guman li gel civaka Kurd û Tirk heye, xîtaba Rêber Apo van gumanan radike. Nêzîkatiya Tirkiyeyê gumanan li gel me jî çêdike. Pêwîste ku KCKe jî serdana Îmraliyê bike. Em ê jî biçin Îmraliyê.
Ev pêngav ji Kurdan zêdetir, ji bo Tirkiyê pêwîste, ji ber ku rewşa dewleta Tirkiyeyê ne başe. Şerê ku li cîhanê tê meşandin, Tirkiyê pir tengav dike. Tirkiyê xwest ku bi hemû derfetên xwe PKKê têk bibe lê nikarîbû vê armancê pêk bîne. Têkilyeke me ya rasterast bi Îmraliyê re hîna çênebûye
Peywendiyeke rasterast di navbera te û Ocalan de heye ?
Têkiliyên me hene, lê ne rasterast. Bi rêya hin aliyan peywendî heye. Piştî ku qanûn derket û her tişt bû yasayî, divê ku hevdîtin pêk werin. Gereke pêvajo bi lez bigihêje encamê. Serokomarê Tirkiyeyê jî vê dawiyê got ku gereke pêvajo lez bibe. Hin alî li hundir û derveyî Tirkiyeyê kar dikin ku pêvajoyê têk bibin. Naveroka qanûna ku derketiye, pêvajoyê dereng dixe. Bi vê nêzîkatî û giraniya gavavêtina Tirkiyê ihtîmale pêvajo ne tenê ta meha 11, lê heta saleke din jî dirêj bike.
Çima heta niha Erdogan peywendî li gel KCK çênekiriye?
Me ji Rêber Apo re gotiye bi navê tevgerê, ew dikare pêvajoyê bi rê ve bibe, me ev erk daye wî, ji ber vê yekê dewlet wî esas digire. Her çiqas insiyatîf a wî be jî, Rêber Apo tevgerê û gel esas werdigire. Nêrîn, daxwaz û rexneyên me di ber çavan re têne derbaskirin.
Hûn rola Abdullah Ocalan niha çawa dibînin ?
Di proseyê de Rêber Apo erkekî girîng pêk tine. Me erk daye wî da ku bi navê tevgerê têkiliyê bi dewletê re têkilî deyne, ne ku bi serê xwe gav diavêje.
Daxwazên we ji dewleta Tirkiyeyê çi ne ?
Daxwazên me diyar in, di 50 salan de me têkoşîn kir, bedel dan û êşên mezin jiyan kirin. Di encamê de me gelê Kurd rakir ser piyan. Kurd dixwazin bi nasname, ziman û çanda xwe biaxive û bi azadî li ser axa xwe jiyan bike. Ev mafê me yê xwezayî ye, em tiştekî zêde ji dewleta Tirkiyê naxwazin. Cemîl Bayik: Em naxwazin dewleta Tirkiyê parçe bikin. Em naxwazin dewleta Tirkiyê parçe bikin û dewletekê ava bikin. Dewlet bo Kurdan azadiyê çênake, zextê çêdike.
Wê mafên Kurdan di destûra TIrkiyê de cih bigirin?
Heta niha di destûra Tirkiyeyê de bo Kurdan tiştek tune ye. Li ser Kurdan siyaseta inkarê tê meşandin. Em dixwazin ku di zagonên Tirkiyê de guhertin çêbibe. Li Tirkiyeyê Kurd derveyî hûqûq û edaletê hatine hiştin. Cemîl Em ji bo mafên Kurdan ên destûrî kar dikin. Em kar dikin ku mafên Kurdan di destûra Tirkiyeyê de cih bigire. Tirk bi alîkariya Kurdan ji tengaviyê derketine, çi pêş xistibin jî bi alîkariya Kurdan e, ev di dîrokê de belgekirî ye lê ew dîrok veşartine. Em niha vê dîrokê derdixin. Dewlet dibêje eger Gerîlla çek deyne, ew ê ji bo Kurdan guhertinan çêbikin û gav biavêjin.
Bi çekdanîna PKK ev pirsgirêk çareser dibin?
Dema ku me Kongreya 12emîn lidarxist û me PKKê fesix kir, me biryar da ku divê Rêber Apo partîkî bixebite. Heta ku ew fîzîkî azad nebe, qanûna dewletê pêk nayê. Zemîna wê heye û dema wê hatiye. Divê dewlet li axaftinên xwe xwedî derkeve. Eger Rêber Apo azad nebe, em çek danayîn û naçin Tirkiyeyê. Eger em çek deynin gerek mafê me yê xebata siyasî hebe. Her wiha divê qanûn werin guhertin.
Wê çawa Kurd bên parastin eger PKK çek deyne ?
Di qanûna Tirkî de Kurd tune ne, eger guhertin çênebin dê her desteserkirin û tunekirina Kurdan bidome. Eger Tirkiyê bi vê hişmendiyê dewam bike, dê zirarê bibîne. Baweriya me bi dewleta Tirkiyeyê tune ye û em bi guman nêz dibin. Heta niha girtiyên siyasî nehatine berdan, di nav wan de gelek nexweş jî hene. Divê zindan werin valakirin. Ji lîsteya terorê de jî hîna dewletê kes dernexistiye.
Em amade ne ku çek deynin, em ne aşiqê çek in, me ji bo parastina gelê xwe çek hilgirt. Em careke din şer naxwazin. Me ev yek ji cîhanê re ragihand, lê em garantiyan dixwazin. Dewlet jî ditirse û bi guman nêz dibe. PKK di aliyê rêxistinî de hat hilweşandin, lê ev nayê wateya ku rihê PKK hilweşiya. PKK rihek di nav civaka Kurd de ava kir û zindî kir. Di pêvajoya 50 salî de me şaştî jiyan kirin, vê hişt ku em encamên ku em dixwazin wernegirin. Me dît ku eger bi vî rêbazî em dewan bikin, dibe ku xeterî çêbibe.
Me dev ji têkoşînê bernedaye, em tevgereke têkoşînê ne.
Hilweşandina PKKê çawa hat pêşwazîkirin ?
Hin Kesan ev yek qebûl nekir, hin kesan teredud jiyan kir, milet jî ket gumanê, lê vê yekê zêde dewam nekir. Niha PKK bi formeke siyasî kar dike. Ti carî em dest ji azadiyê û gelê xwe Bernadin. Em ji bo hemû gelan têkoşîn dikin.
Endamên PKK piştî çekdanînê wê çi karî bikin ?
Endamên PKKê wê xizmeta gelê xwe bikin. Van endaman jiyana taybet li xwe heram kiriye, jiyana wan bo azadiya gel û welatê xwe ye.
Têkiliyên we yên li gel PDK û YNK çawa ne ?
Ji bo yekîtiya Kurdan derfeteke dîrokî çêbûye. Em amade ne ku bi her kesî re li ser maseyê birûnin û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdî kar bikin û şertê me jî di vê derbarê de tune ne. Ne avakirina hikûmeta Başûrê Kurdistanê xeteriyan çêdike. Pêwîste em hemû jî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê biparêzin. Dewlet dixwazin ku statûya Başûr têk bibin.
Rêber Apo xwestiye ku hevdîtinê bi serokên PDK û YNK re çêbike. Hin hevdîtinên me bi rayederên Başûr re çêbûne û em nêrînên hevdu werdigirin.
Hûn fesixkirina HSD û entegreya wan çawa dibînin ?
Entegrasyona demokratîk nayê wateya ku tu her tiştî teslîmî dewletê bike. Divê xweseriya herêmên Kurdan hebe. Dewleta Sûriyeyê dixwaze ku li Rojavayê Kurdistanê wekî Rejîma Baas tevbigere. Divê Kurd hişmendiya Baas careke din qebûl nekin. Divê Kurd hişmendiya Baas careke din qebûl nekin. Me bûyera kuştina Sîpan Hiznî û zindana Kobanê şopand. Rojavayê Kurdistanê bedelên giran dan û cîhan ji DAIŞ’ rizgar kir. Mirovahî deyndarê Rojavayê Kurdistanê ye. Gereke Mazlûm Ebdî postê şêwirmendiyê qebûl nekiriba.
Bo postê nû yê Mazlûm Ebdî rexne hene ?
Mazlûm Ebdî got ku ew ti postan wernagire û dê di nav gelê xwe de be. Ev gotin di cih de bû. Lê vê dawiyê bû şêwirmendê Şera. Eger bi navê Kurdan ba, wê demê pirsgirêk nedibû. Rexneyên heyî di cih de ne. Em jî rexne dikin ji ber ku gereke qebûl nekiriba.
Kî dostên Kurdan e ?
Ancex Kurd ji hev re bibin dost. Derveyî wê hêzek tune ye ku tu bibêje ev dostê Kurdan e. Lê ev jî nayê wateya ku em têkiliyan ava nakin.
Hûn daxwazên radestkirina çekên YBŞ çawa digirin dest ?
Kurdên Êzidî dixwazin bi dewleta Îraqê re ji bo entegreya demokratîk pêngavan biavêje. Eger ev yek pêk were başe. Diyare ku Iraq dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Texmîn dikim ku PDK, Tirkiyeyê û Îran naxwazin ev yek çêbibe.
Çarenûsa Kampa Mexmûr çi ye?
Eger pêvajo bi ser bikeve, dê dosyeya Kampa Mexmûr jî çareser bibe. Dewleta Tirkiye û Iraqê biryar girtine ku xelkên Kampa Mexmûrê vegerin Tirkiyeyê. Pêwîste garantî hebin ji bo vê gavê.
Qendîl keleha Kurdan e. Em gelê Qendîlê teslîmî kesî nakin, pêwîste xwe biparêzin. Parastina Qendîlê erkê hemû Kurdan e.
Hûn rewşa Rojhilatê Kurdistanê çawa dibînin ?
Eger ku rejîma Îranê pirsgirêkên Kurdan çareser neke, dê têk biçe. Divê Kurdên Rojhilat xwe birêxistin û amade bikin. Eger entegreya demokratîk biser neket, ku şer hebe jî, divê xwe ji bo şer amade bikin. Ji bo pêvajoya aştiyê me hin gav avêtine, me zemînek bo wê ava kiriye. Em dixwazin vê zemînê xurt bikin û bi ser bixin.
Bayik: Eger pêvajo biser nekeve, em ji bo şerekî mezin amade ne
Em ê bi siyasetê, dehqatan zêdetir encaman werbigirin. Eger ku pêvajo biser nekeve, em ji bo şerekî mezin jî amade ne. Heta ku em armancên gelê xwe pêk neyînin, em dest ji têkoşînê bernadin.
Silavên min bo hemû xebatkarên û guhdarên NÛÇE TV hene.
Eger NÛÇE TV baş kar bike, dikare roleke baş ji bo Kurd û xelkên herêmê bilîze.













