Stenbol – Nivîskar Mehmet Bûlût derbarê wêje û romana Kurdî de diyar kir ku romana Kurdî jî bi têkoşîna ku ev 50 sal in tê kirin ve girêdayî ye û got: “Têkoşîn û berxwedana 50 salên dawiyê di nav roman, wêje û zimanê Kurdî de hişmendiyek afirandiye.”
Her milet bi çand, huner, wêje, dîrok û zimanê xwe tê nasîn. Wêje di nasîna gelan de cihekî girîng digire. Her bûyer û aloziyên mezin, şoreş an jî şer di pêşketina wêje û romana gelan de bandorê dikin. Wêje û romana Kurdî di vî warî de, li gorî çand, huner û dîroka xwe bandorek mezin li ser gelê Kurd kir. Her çiqas ziman û wêjeya Kurdî bi awayek fermî li welatên lê dijîn bi neyê nasîn jî lê Kurdan bi têkoşîna xwe wêje û zimanê xwe parast û bi hezaran berhemên wêjeyî û zimanî afirandin.
Yek ji van nivîskarên Kurd ku hewl daye bi romanan parastina zimanê xwe bike jî Mehmet Bûlût e. Du romanên Mehmet Bûlût ên bi navê “Min navek nedît ji bo te” û “Wesyetên wenda” hene.
Nivîskar Mehmet Bûlût derbarê wêje û romana Kurdî de ji ajansa me re axivî.
‘Berhemên min encama têkoşîna 50 salan e’
Mehmet Bûlût anî ziman ku romana Kurdî ya yekemîn Şiwanê Kurmanc e û wiha axivî: “Dîroka romana Kurdî bi Şivanê Kurmanca dest pê dike. Piranî, di van 30-40 salên dawiyê de roman di nava gelê Kurd de hinekî pêş ketiye. Komeke me heye ya bi navê ‘Koma Civata Kurdî’. Ev du sal in ez li wir bi awayekî rexneyî romanan dixwînim. Di sala 2018an de min dest bi wêjeya Kurdî kir. Min bi wergerê dest pê kir, ji bo nivîsandina romanê dest bi nivîsandina romanan kir. Di sala 2022yan de romana min a yekemîn hate çapkirin. Du romanên min hene. Romana Kurdî jî bi têkoşîna ku ev 50 sal in tê kirin ve girêdayî ye, em nikarin vê yekê qut bikin. Bi şêweyekî, têkoşîna gelê Kurd di nava romana Kurdî de cih girtî ye. Lê dibe ku nivîsandina romanê ne di heman astê de be ku têkoşîn, berxwedan û berdelên hatine dayîn tê de cih bigirin, lê dîsa jî ew têkilî heye. Du pirtûkên min hene, her du jî li ser bingeha vê têkoşîna 50 salan derketine holê. Hest, ziman û çîroka min ku ez tînim ziman, hemû xwe dispêrin wê têkoşînê. Têkoşîna 50 salên dawiyê di romana Kurdî de hişmendiyek ava kiriye. Piştî 40 salan, di aliyê hişmendî û kamilbûnê de pêşketin çêdibe. Ev têkoşîna 50 salên dawiyê jî di mêjiyê mirovan de kamilbûn ava kiriye. Berxwedana ku hatiye dayîn jî bûye bingeha nivîsandina wê aqilê kamilbûyî. Nivîskarên nû yên wekî me jî berhemên wê têkoşînê ne. Aqil û hişmendiya roman û nivîskaran li ser bingeha têkoşîna Kurd hatiye avakirin.”

‘Medyaya dîjîtal dibe sedem ku li şûna xwendinê guhdarîkirin li pêş bikeve’
Mehmet Bûlût diyar kir ku di salên 1980î de Kurdî li gundan hatiye hiştin û gel hatiye bajaran û wiha domand: “Di salên 80î de mirov gihîştibû wê astê ku ji zimanê xwe şerm bike. Lê di 10 salên dawiyê de xwedîderketina li Kurdî û Kurdîwarî pêş dikeve. Bi hişmendiyekî zanistî pêş dikeve. Dibe ku ne pir be, lê pêşketinek heye. Lê em dibînin ku xwendin di heman astê de nîne. Nivîsandin li pêşiya xwendinê ye. Nivîskar zêde ne, lê xwîner ne di wê astê de ne. Heke xwendin bigihîje asta nivîsandinê, dê ziman jî pêş bikeve. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê derfeta perwerdehiya Kurdî tune ye. Ev jî bandorê li ser pêşketina zimanê Kurdî dike. Lê ya ku me herî zêde paş ve dibe, medyaya dîjîtal e. Medyaya dîjîtal dibe sedem ku şûna xwendinê guhdarkirin pêş bikeve.”
‘Heke mirovek bixwaze, dikare mala ku lê dijî bike dibistan’
Mehmet Bûlût destnîşan kir ku dibe ku dibistanên wan tune bin, lê kesekî bixwaze dikare malekê bike dibistan û wiha axivî: “Ez nivîskarek im, hinekî jî ji bo pêşketina zimanê xwe dixebitim. Ez ji derdora xwe berpirsiyar im. Heke mirovek bixwaze, dikare mala ku lê dijî bike dibistan. Em li Stenbolê dijîn. Bi sedan komeleyên me li vî bajarî hene, her gundiyan komeleya gundê xwe ava kiriye. Mirov dikare wan komeleyan bike dibistan. Li vir tu dikarî ji bo hînbûna dîrok, çand, huner û kevneşopiya xwe bixebitî û bi hişmendiyeke nû pêş bikevî; tu kes nikare pêşiya te bigire. Serokatî çi dibêje? Dibêje; ‘Em tiştekî ji wan naxwazin. Tiştê ku em dixwazin, em ê xwe bi xwe rêxistin bikin’. Ev peyamek dîrokî ye. Rexneyên gel hene ku derbarê axaftina Kurdî de tên kirin. Hemû saziyên me dikarin di nava saziyên xwe de Kurdî biaxivin. Em dikarin saziyên xwe bikin Kurdî û Kurdistanî.”
‘Em nikarin bikevin nava ruhê hevdu de’
Mehmet Bûlût da zanîn ku ew girîngiyê dide pêşketina wêjeya Kurdî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her ku diçe, zimanê me yê wêjeyî jî dişibe zimanê siyasî. Teqez divê em xwe ji vê yekê rizgar bikin. Zimanê me yê siyasî di 20-30 salên dawiyê de yan li ser mexdûrbûnê ye yan jî li ser rexnekirina pergalê ye. Em nikarin ji van herduyan qut bibin. Dema ku em ji wan qut bibin û bi awayekî xwezayî bifikirin, dê zimanê wêjeyê jî pêş bikeve. Gava ku tu bendekê ji xwe re çêdikî, tu mejî û hestên xwe jî teng dikî. Ji ber ku êş, jan, elem, berxwedan û têkoşîn di nava hevdu re derbas bûne, ew ji me re bûne wekî qalibekî. Xwezî nivîskarekî Kurd bikaribe karakterekî Kurd di nava wêjeyê de bide nasîn. Ewqas tişt hatin serê me, me îxanet û berxwedanê di nava hevdu de dît. Lê me hê jî hevdu nas nekiriye. Em nikarin bikevin di nava ruhê hevdu.”












