Lîstikvanê navdar Ahmet Mumtaz Taylan salên xwe yên Amedê nirxand û wiha got: “Min êşa gelekî ku zimanê wî hatibû qedexekirin dît”
Lîstikvanê navdar Ahmet Mumtaz Taylan, serpêhatiya xwe ya salên 1989-1993yan a li Şanoya Dewletê ya Amedê û bandora wê serdemê ya li ser nêrîna wî ya jiyanê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re nirxand. Taylan da zanîn ku Amed ji bo wî dibistan û zanîngeheke mezin bûye û li ser çavdêriyên xwe yên li bajêr wiha got: “Rast e, min dizanibû meseleyeke kurdî heye, lê gava ez çûm Amedê min dît ku di heman demê de pirsgirêkeke kûr û giran a ‘Tirk’ jî heye.”
Taylan bal kişand ser wê yekê ku dema di 24 saliya xwe de ji Enqereyê berê xwe daye Amedê, bawer dikir ku ew her tiştî dizane, lê piştî ku tev li nav jiyana rojane ya bajêr bûye, ferq kiriye ku ew ji gelek tiştan bêxeber e. Lîstikvanê navdar destnîşan kir ku avakirina peywendiyên kûr û rastîn ên li bajêr, nêrîna wî ya li ser rastiya welat bi temamî guherandiye.
‘Gava ez çûm Amedê, min dît ku ez tiştekî nizanim’
Lîstikvanê navdar anî ziman ku pêvajoya Amedê hem di warê pîşeyî hem jî di warê mirovî de nêrîna wî firehtir kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Ez bi wê baweriyê çûm Amedê ku ez gihiştim asteke profesyonel, lê li wir ez rastî valahiya xwe hatim. Di nav çar sal û nîvan de Amedê ez kirim lîstikvanekî zanyartir. Li wir firsend kete destê min ku ez ji hundir ve û bi nihêrîneke firehtir li meseleyan binêrim. Ez li wir rastî gelekî hatim ku ji axaftina bi zimanê xwe, ji lêkirina navên kurdî û ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar hatibû hiştin. Me di wê serdemê de hem ji bo karmendên dewletê hem jî ji bo Kurdan lîstikê şanoyê çêdikir. Wê çaxê min dît ku hewldana vegotin û fêmkirina tiştekî ji bo her du aliyan çiqas zehmet û ji hev dûr e.”







