• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 9ê COTMEHa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 9ê COTMEHa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Zext nikarin pêşî li rastî û heqîqetê bigirin’

Amed / AW

20 ÇILE 2026 - 10:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç di 14ê Çileyê de bi lêdanê hate binçavkirin û piştî du rojan jî hate girtin. Hempîşeyê Nedîm Oruç, Rojnameger Memet Alî Ertaş biryara girtina Nedîm Oruç şermezar kir û wiha got: “Zext pêşî li rastiyê û heqîqetê nagirin.”

Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Orûç di 14ê Çile de li taxa Nûrê ya Cizîrê dema çalakiyên li dijî êrişên ser Rojavayê dişopand, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin û piştî du rojan jî hate girtin.

Nûnerê Basin-Îşê yê Amedê rojnameger Hakki Boltan destnîşan kir ku Pergala Tirkiyeyê, neyartiya xwe ya rojnamegeran bê navber berdewam dike û têkildarî biryara binçavkirina Nedîm Orûç wiha got: Nedîm Oruc hevalê me yê rojnameger e û di qadê de nûçe dişopand. Erîş zêdetir li dijî hevalên ku di qadê de nûçeya dişopînin pêk tê û ew tên binçavkirin û girtin. Bi Îşkenceyê dixwazin wan bitirsînin û di şexsê wan de hemû rojnamegeran bitirsînin. Armanca wan ew e ku nûçeyên li qadê neyên şopandin, nûçeyên ku li qadê zindî tên weşandin jî alîyê raya giştî neyê dîtin. Em wek rojnameger wek sendîqaya rojnamegeriyê ya Basin-Îş van erîşan qebûl nakin û şermezar dikin. Em dibêjin divê demildest Nedîm Oruç û hemû rojnamegerên ku hatine girtin werin berdan û zextên lî ser rojnamegeran werîn rawestandin.”

‘Çapemeniya Azad serî natewîne’

Hakki Boltan bilêv kir ku ya tê hedefgirtin ne tenê rojnameger in, rojnamegerî bi xwe ye û wiha berdewam kir: “Gava mirov desthilatsariyê, hikûmeta Tirkîye mêze dike di raya giştî ya cîhanê de jî sicîla rojnamegeriya herî xirab li Tirkiyeyê ye. Armanca wan ne tenê girtina rojnamegera e, rojnamegeriyê bixwe dikin hedef û dixwazin rojnamegeriyê ji holê rakin, taybetî jî Çapemenîya Azad Lê belê hemû nûçegihan, hemû kameraman hemû xebatkarên çapemeniya azad di vî warî de bi biryar e û rojên ku erîşên herî giran li ser wana tên meşandin jî serê xwe ne tewandin. Xebatên xwe yên çapemeniyê kêm nekirine, xwe bêtir xurt kirine û li pêş xistine. Dê ev yek piştî erîşa Nedîm Oruç jî wiha be. Hemû hevalên wî dê sekn, helwest û xebata wî esas bigire.”

‘Em ê heta dawiyê mafên wî bi parêzin’

Rojnameger Mehmet Alî Ertaş jî bertek nîşanî binçavkirina Nedîm da û têkildarî xebatên Nedîm Orûç de ev tişt gotin: “hevalê me Nedîm Oruç, hevalekî me yê rojnameger e. Bi salan li Mêrdîn, Şirnex û li Botanê rojnamegeriyê dike. Bi nûçeyên xwe, bi dosyeyên xwe, bi dîmenên xwe, bi nûçegihanî û rojnamegeriya xwe tê nasîn. Çend roj berê li Şirnexê, li Cizîrê dema ku çalakiyek dişopand, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin, bi lêdanê hate binçavkirin. Mixabin demeke dirêj e dîsa zextên li ser çapemeniyê, zextên li ser civakê zêde bûne. Demekê, pêvajo hebû, di wê pêvajoyê de rojnameger nedihatin binçavkirin. Lê dîsa em dibînin ku zextên li ser çapemeniyê zêde bûn.”

‘Em ê maf, hiqûq û rojnamegeriyê Oruç biparêzin’

Di berdewama axaftina xwe de Memet Alî Ertaş diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê, polîtîkayên dewletê dema tên guhertin, herî zêde zextên ser çapemeniyê pêş dikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Binçavkirin û girtina hevalê me rojnameger Nedîm Oruç jî encama polîtîkayên Tirkiyeyê ne. Ji ber vê jî di serî de em binçavkirin û girtina hevalê xwe rojnameger Nedîm Oruç şermezar dikin. Binçavkirina wî û girtina wî şermezar dikin û em dibêjin; Em ê heta dawiyê mafê wî biparêzin. Hem di aliyê hiqûqî de, hem di aliyê rojnamegeriyê de em ê biparêzin.”

‘Bi zextan re girêdayî rojnameger tên girtin’

Memet Alî Ertaş binçavkirina Nedîm Oruç girêdayî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girte dest û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku şer û pevçûn zêde bûn, êrîşên li ser Kurdan jî zêde bûn. Em dibînin ku li Bakurê Tirkiyeyê jî, li Bakurê Kurdistanê jî zextên li ser çapemeniyê zêde bûn. Anku ev hemû bi hev du re girêdayî ne.”

‘Zext pêşî li rastî û heqîqetê nagirin’

Di dawiya axaftina xwe de Memet ALî Ertaş têkildarî xebatên rojnamegeriyê ev tişt gotin: “Ji bo ku heqîqet neyê dîtin, ji bo ew rastî neyê dîtin, ji bo binpêkirin, zext û zordariya li ser civakê neyê dîtin, di serî de rojnamegeran binçav dikin û digirin. Lê çiqas binçav bikin, çiqas bigirin jî; ev girtin, binçavkirin, zext û zordariya li ser çapemeniyê wê ji bo rastî bên dîtin nebe asteng. Wê astengî dîtina rastiyan, dîtina heqîqetê re nebe astengî. Ev heqîqet, ev rastî wê her tim bi raya giştî re bê parvekirin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

9 COTMEH 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

9 COTMEH 2026
Ji Mehmûd Berzencî heta Abdullah Ocalan feraseta sed sal berê hêj didome

Ji Mehmûd Berzencî heta Abdullah Ocalan feraseta sed sal berê hêj didome

9 COTMEH 2026
28 sal in cilên reş li xwe dike: Heta azadiyê jiyan li min heram e

28 sal in cilên reş li xwe dike: Heta azadiyê jiyan li min heram e

9 COTMEH 2026
Li Rihayê posterê Abdullah Ocalan hat daliqandin

Li Rihayê posterê Abdullah Ocalan hat daliqandin

9 COTMEH 2026
Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê – 2 Nexşerêya 129 rojan a komployê û rola 14 dewletan

Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê – 2
Nexşerêya 129 rojan a komployê û rola 14 dewletan

9 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne