Şêx Mehmûd Berzencî ku li dijî Brîtanyayê têkoşîneke mezin meşand, bi komplo û xefikan hat girtin û bandora wî hat şikandin. Heman hêzên hegemon heman komplo li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kiribûn û dixwazin di sedsala nû de jî Kurdan ji hemû mafan bêpar bihêlin.
Şêx Mehmûd Berzencî (Şêx Mehmûdê Hefîd) di 9ê cotmeha 1956an de li Bexdayê jiyana xwe ji dest da. Wî di destpêka sedsala 20an de li Silêmaniyê “Qraltiya Kurdistanê” îlan kir û li dijî Împaratoriya Brîtanyayê têkoşîneke mezin da. Lê gelo piştî zêdetirî sedsalekê, îro Kurd dikarin çi dersan ji serpêhatiyên “Qralê Kurdistanê” bigirin? Rewşa serdema wî û ya îro çiqas dişibihin hev? Weke tê zanîn di 9ê Cotmeha 1999an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî komployeke navneteweyî ketibû meriyetê û ev komplo bi girtina wî bi encam bû. Heman komplo bi awayekî vekirî hatibû serê Mehmûd Berzencî jî.
Ji zaroktiyê ber bi pêşengtiyê

Şêx Mehmûd Berzencî di sala 1878an de li bajarê Silêmaniyê di nav malbateke navdar a terîqeta Qadirî de hat dinyayê. Piştî mirina bavê xwe, bû rêberê olî û civakî yê herêmê. Di nav gelê Kurdistanê de jî malbateke dihate hezkirin û rêzdar bû. Şêx Mehmûd Berzencî jî di nav hawirdoreke wiha de mezin bû.
Di nav xwe de rêbertiyeke xwezayî afirand û di ciwantiya xwe de jî pêşengî dikir û azadiya Kurdan di dilê xwe de mezin dikir. Hê ji zaroktiya xwe dibe mêvanê Siltan Ebdulhamîd di qesra Osmaniyan de. Li wê derê ji nêz ve burokrasî û karên rêvebirina dewletê nas dike. Di vê mêvantiya malbata Şêx Mehmûd de têkiliyên Siltan Ebdulhamîd û malbatê xurt dibin. Piştî malbat vedigere Başûrê Kurdistanê, rêzgirtina gel a herêmê li hemberî wan zêde dibe. Weke herêmeke xweser xwe bi rê ve dibin û erkedarên Osmaniyan ên herêmê bêyî malbata Berzencî biryaran nadin. Ev rewş heta salên 1908an jî didome. Di sala 1908an de ji aliyê Îttîhat û Terakiyê ve dema meşrûtiyet tê îlan kirin, rewş diguhere û Îttîhat û Teraqî dest bi tesfiyekirina derdora Siltan Ebdulhamîd dikin.
Di nav plana tesfiyekirinê de malbata Berzencî jî para xwe digire û bi dek û dolaban malbatê sirgunî Mûsilê dikin. Dîsa bi sorkirin, provokasyon û fitneyan malbata Berzencî dixin xefikê û bi lincê yek bi yek qetil dikin. Şêx Mehmûd sax xilas dibe û piştî zextan derbasî Silêmaniyê dibe. Vegera wî bi coş dibe û li wir dest bi amadekariyên şer dike, ji ber ku şerê cîhanê yê yekemîn wê dest pê bike.
Serhildana yekem û sirgûniya Hindistanê
Piştî ku Osmanî ji herêmê vekişiyan, Brîtanyayê di sala 1918an de Mehmûd Berzencî wekî hikumdarê Silêmaniyê nas kir. Lê dema Brîtanyayê rayedariya wî sînordar kir û sozên serxwebûnê neanîn cih, di Gulana 1919an de yekem serhildana çekdarî da destpêkirin. Wî ala Kurdistanê hilda û Brîtanî ji Silêmaniyê derxistin. Di şerê Baziyanê de birîndar ket destê Brîtaniyan, hat darizandin û sirgunî Hindistanê hat kirin.
Veger û ragihandina Qraltiya Kurdistanê

Di sala 1922yan de, ji bo ku bandora Tirkiyeyê (Mîsakî Millî) li herêma Mûsilê bişkînin, Brîtanya neçar ma ku wî ji sirgunê vegerîne Silêmaniyê. Şêx Mehmûd di Mijdara 1922yan de xwe wekî “Qralê Kurdistanê” îlan kir. Wî kabîneya wezîran ava kir, pûlên Kurdistanê çap kirin û rojnameya “Bangî Kurdistan” derxist. Lê gava daxwaza Brîtanyayê ya girêdana bi dewleta Iraqê re red kir, balafirên şer ên Brîtanyayê (RAF) Silêmanî bi dijwarî bombaran kirin û di sala 1924an de bajar dagir kirin.
Şerê çiyayan û salên dawî
Piştî rûxandina qraltiyê, Şêx Mehmûd dest ji têkoşînê berneda û li herêmên çiyayî heta salên 1930î şerê gerîla domand. Pişt re ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat girtin û li bajarên cuda ket bin çavdêriya li malê. Şêx Mehmûd Berzencî di 9ê Cotmeha 1956an de li nexweşxaneya Bexdayê çû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê wî bi beşdariya deh hezaran kesî anîn Silêmaniyê û li Mizgefta Mezin hat veşartin.
Serpêhatî û bandora wî ya îro

Di sedsala 20an de parçekirin û parvekirina Kurdistanê dest pê kiribû, di nav planên mêtingeriyê de Berzencî jî li hember dîzayna nû dixwest Kurdan jî bi cih bike lê wekî îro di wê serdemê de jî mafê Kurdan ê jiyaneke azad û hevpar nedihat nasîn. Di nav parvekirina pergala kolonyal de ji bo kurdan tunebûn û bindestî hatibû diyarkirin. Heman tişt îro li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî pêk tê, lê rêberên gelê Kurd ê têkoşer ji serpêhatiyên xwe dersan digirin û hêza xwe ava dikin. Heman serdestên wê demê jî weke îro, ji Kurdan re tenê mirin û tunebûn pêkan didîtin.
Feraseta serdestan û pirsgirêkên navxweyî
Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li hemberî hevgirtin û bedeldayîna Şêx Mehmûd Berzencî û siwariyên wî tu destkeftî nehat hiştin. Îro jî Şerê Cîhanê yê Sêyem diqewime û heman feraseta serdestan didome.
Mîrateya ku Berzencî li pey xwe hiştiye, îro Tevgera Azadiya Kurdistanê girtiye ser milên xwe. Di sazkirina Rojhilata Navîn de Tevgera Azadiyê îro hişyartir û tecrubetir e. Dema em li dîroka Şêx Mehmûd Berzencî dinêrin, em dibînin ku pirsgirêk û kêmasiyên ku wê demê bûn sedema têkçûna Qraltiya Kurdistanê, îro jî li pêşiya destkeftiyên Kurdan wekî astengiyên sereke disekinin. Ev yek ji bo siberojê, weke dersên dîrokî yên girîng derdikevin pêşiya me.
Brîtanyaya wê demê û hêzên niha

Îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê, tevgerên Kurd gelek caran hevkariyê bi hêzên mezin (DYA, Rûsya, Ewropa) re dikin. Dîroka Şêx Mehmûd nîşan dide ku hêzên navneteweyî ne li gorî pîvanên exlaqî an mafê çarenûsê, li gorî berjewendiyên xwe yên demkî tevdigerin. Divê Kurd tu carî siyaseta xwe bi temamî li ser hêviya hêzên derve ava nekin. Piştgirî rojekê heye, roja din dikare bi hêsanî bi tenê hêlin û li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin.
Bêyî yekîtiya navxweyî serkeftin nabe
Tevî ku Şêx Mehmûd xwedî bandoreke mezin a olî û eşîrî bû, wî nekarî hemû eşîr û lîderên Kurd li dora xwe bicivîne. Gelek axa û serokên eşîran, ji ber berjewendiyên xwe yên takekesî yan jî rikberiya bi malbata Berzencî re, alîkariya Brîtanyayê kirin. Nakokiyên navxweyî bûn sedema lewazbûna şoreşê.
Parçebûna siyasî ya îro heman kêmasiya sedsala borî ye. Heta ku yekîtiyeke navxweyî ya bihêz neyê avakirin, destkeftiyên heyî jî tim di xetereyê de ne.
Siyaseta hestiyar ya li hemberî siyaseta realîst
Kurd îro di nava Rojhilata Navîn de rûbirûyî dewletên xwedî artêşên mezin (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) û dîplomasiyeke kûr in. Dersa ku divê were girtin ew e ku, mafdarbûn an jî qehremaniya di qada şer de têre nake. Pêwîstiya Kurdan bi dîplomasiyeke kûr, nerm û aqilane heye. Xwendina xelet a konjonktura cîhanî, dikare bibe sedema windakirina destkeftiyên bi xwînê hatine bidestxistin.
Girîngiya sazîbûn û rêxistinbûnê
Li gel şerê dijwar, Şêx Mehmûd yek ji wan serokan bû ku hewl da dewletbûnê sazûman bike. Wî rojnameya “Bangî Kurdistan” derxist, pûlên bi navê Kurdistanê da çapkirin û kabîneyeke wezîran ava kir. Wî fêm kiribû ku netewebûn tenê bi çekê nabe, bi çand, ziman û saziyan dibe.
Îro, saziyên ku li Başûr û Rojava hatine avakirin, mîrateya wê hişmendiyê ye. Sazîbûn, bihêzkirina aboriyê, pêşxistina perwerdehiya bi zimanê kurdî û avakirina pergaleke dadperwer, garantiyên herî mezin ên mayîndebûna gelê Kurd e.
Dawiya dawî

78 sal pişt re heman hêzên navneteweyî yên komploger xwestin ku heman komployê bînin serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî. Tevî ku wan Abdullah Ocalan girtibin jî, têkoşîna Abdullah Ocalan û gelê Kurd ev komplo pûç kir. Ev nîşan dide ku dem diguhere lê politîkayên tunekirina têkoşîna Kurdan û rêberên Kurdan naguhere.













