• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dikandarên Çarşiya Şewitî: Kar û xesara me hev dernaxe

Abdullah Esen / AW

3 MIJDAR 2025 - 08:42
Kategorî: MANŞET
A A
Amed – Dikandarên Çarşiya Şewitî ya navçeya Sûrê anîn ziman ku her roja diçe rewşa wan a aboriyê ber bi xerabûnê ve diçe û gotin: “Gelak caran em nikarin serê mehê bînin, ji ber ku ewqas rewşa aboriyê xera bûye. Kar û xesara me hevûdin dernaxe.”

Çarşiya Şewitî ya ku li navçeya Sûrê ya Amedê ye bi dîroka xwe gelek kevnar e. Her tişta ku mirov bixwaze li wir tê dîtin. Di nava sûkê de gelek dikanên rengîn û cuda hene û bala gelek kesan dikişînin ser xwe. Her wiha dikandarên ku li sûkê ne ji rewşa aboriyê gelek bi gazinc in. Ji ber ku her roja diçe li Kurdistan û Tirkiyeyê krîza aboriyê dijwart dibe û bandora xwe ya neyînî li ser xelkê û dikandaran dike. Di salên dawî de ji ber giraniya aboriyê her ku çû rewşa dikandaran xera bû û xelk feqîr bû. Di salên dawî de bi sedan dikandaran dikanên xwe girtin.

Dikandar Hecî Şahbettîn anî ziman ku ew ji navçeya Licê ye û 45 sal in li Çarşiya Şewitî bazirganiyê dike û wiha axivî: “Berê dema ku me tiştekî difirot me ji xwe re digot me kar kiriye. Niha jî em difroşin lê heta êvarê tiştekî di bêrika me de namîne. Aboriya me sifir e. Sûka me wekî ku mirî be. Lê 30-40 sal berê kar dihat kirin û baş bû. Milet dihat, bazirganî hebû niha jî tişta ku em dibînin ber bi xirabiyê ve diçe. Niha pêvajoya aştiyê heye, ji bo wê jî hinekî hêviya me heye. Înşellah ew jî çêbibe. Wekî gel em zêde nabînin, lê em di televîzyonan de temaşe dikin. Em ji xwe re dibêjin baş e. Ev demeke pêvajoyek tê meşandin lê hê jî hin tişt sekinandî xuya dikin. Pêşketinek tune ye. Ji ber vê yekê jî baweriyeke me ya wisa tune ye.”

‘Rewşa aboriyê her ku diçe zehmet tir dibe’

Adnan Yalin ku bi salan e li navçeya Sûrê dikandariyê dike jî diyar ku her roja diçe krîza aboriyê dijwartir dibe û got: “Ez karê firotana çayê dikim. Rewşa aboriyê her ku diçe zehmet tir dibe. Esnaf nikarin karekî wisa zêde bikin. Gelak caran em nikarin serê mehê bînin, ji ber ku ew qas rewşa aboriyê xerabûye. Kar û xesara me hevûdin dernaxe. Gelek caran em pêdiviyên xwe yên malê temam nakin. Kesên ku teqewît bûne, ew bixwe jî hê distînin 16-17 hezar lîre. Ne gengaze ku ew kes bi vî pereyê serê mehê bîne. Hin kes jî hene bi mûçeyê asgarî dixebitin û zewicandîne û zarokên wan jî hene. Heqê dibistana wan zarokan û kirêya xanî nikarin bide. Ne gengaze ku bi wî mûçeyê debara malê bê kirin. Daxwaza me ew e ku di sala nû de ev mûçe zêdetir bibe. Niha pêvajoyek hatiye destpêkirin, hê jî em dikarin bêjin baweriyeke wisa di nava civakê nehatiye avakirin. Dema ku bi vê pêvajoyê re gavên erênî bên avêtin dê bandora xwe li ser aboriyê jî bike. Niha mişteriyên me yên ku tên li navçeya Sûrê danûstendinên xwe dikin, gelek ji wan ji derveyî bajêr tên. Sala çûyî dora milyonek mirov ji derve hatibûn Amedê danûstendinên xwe kirin e. Ev ji bo esnafan gelek baş e.”

‘Êdî kesên ku teqewît bûne jî dixebitin’

Îsmaîl Polat jî ku 40 sal in karê dirûniyê dike bi lêv kir ku karê wan li ber salên borî nebaş e û ev yek anî ziman: “Berê em 15 kes li cem kesekî dixebitîn, lê îro jî em nikarin zarokên xwe bînin kar bi wan bidin kirin. Ji ber ku her tişt bûye yê hazir û ev tişt bandorê li karê me jî dike. Piraniya mişteriyên me temen mezin in. Berê 3 kes li cem min dixebitî niha jî ez bi tenê me. Ev jî kêmbûna kar dide nîşandan. Karê dirûniyê jî hemû keda desta ye û keda desta jî gelek zehmet e. Lê dîsa jî em debara xwe ya rojê dikin. Banga min li dayîk û bavan e, dema betlaneyê divê zarokên xwe bidin xebitandin. Da ku ew zarok hînê rûniştandina malê nebin. Karê me yê aboriyê îsal gelek xirab e, ew jî ji ber buhabûna dolar û zêr e. Di heman demê de jî em gundî ne. Sala borî xweşik baran nebariya, ew bixwe jî bandoreke mezin li ser cotkaran kir. Dema karê gundiyan baş be aborî jî baş e. Fabrîqeyên ku li Amedê ne bi piranî xwediyên wan cotkar in. Zêr û dolar piyasa hemû cîhanê ye. Berê me bi mûçeyek asgarî 13 heb çeyrek distend êm îro pê duheban distînin. Niha êdî kesên ku teqewît bûne dîsa jî dixebitin.”

‘Kredî tayê qirika esnafan sist nake.

Dikandar Yusuf Tan jî da zanîn ew 38 sal in karê dirûniyê dike û wiha gazincên xwe anî ziman: “Dema ku me bi zarokatiya xwe dest bi kar kir, gelek xweş bû û mişteriyên me jî zêdetir bûn. Niha jî mişterî li aboriyê dinêrin, salê 15 heb zêde mişteriyên min ê standart hebûn niha jî hejmara biniya 5an ketiye. Dema ku em ji wan dipirsin dibêjin, hêza me ya stendina kincan gelek kêm bûye. Em bixwe jî qumaşan ji Stenbolê bi awayekî giştî dixwazin. Ji 6-7 mehan carekê qumaşên ku ji me re tê jî hemû li ser dolaran e.

Ev dewlet ji çend salan cerekê tezkereyê dirêj dike, divê dewlet aboriya civakê jî bifikire. Civak jî bi dirêj kirina tezkereyê re zehmetiyên aboriyê dijîn. Kîjan dewlet dibe bila bibe, elbet dê ji bûtçeya xwe ya ji şer re jî tiştek veqetîne, lê divê bi qasî wî aboriya civakê jî bifikirin. Divê di vir de saziyên sivîl jî raporan bidin pêşberî dewletê û derbarê van tiştên ku ji aliyê aboriyê ve têne parvekirin bibin bertek. Ji çend salan cerekî banka kredî dide esnafan lê kredî tayê qirika esnafan sist nake.”

Etîket: AborîÇarşiya Şewitîdikandarkrîza aborî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Navçeyên Wanê potansiyela pêşketina aboriyê winda dikin

Navçeyên Wanê potansiyela pêşketina aboriyê winda dikin

30 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026

Ciwanên Wanê: Li bajarê me derfetên kar ava bikin

15 ÎLON 2026
Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

7 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne