• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

    Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Rihayê ji bo rojnamevanan daxuyanî dan

Navenda Nûçeyan / AW

21 KANÛN 2024 - 17:10
Kategorî: ROJANE
A A
TJA, DBP û saziyên çapemeniyê li Rihayê ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên hatin kuştin daxuyanî dan û anîn ziman ku rojnameger her tim bûne dengê heqîqetê, bûne dengê Rojava û gotin: “Em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Riha û navçeyên Riha, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19ê Kanûnê de hatin qetilkirin li Rihayê daxuyanî dan. Komê wêneyên rojnamevanan rakirin û pankartên piştevaniya çapemeniya azad dikin vekirin. Rojnamevan Emrullah Acar metna çapemeniyê ya bi Kurdî, Aktîvîsta TJAyê Edle Fîdan jî ya Tirkî xwend.

Rojnamevan Emrûllah Acar anî ziman nku bi dehan sal e Çapemeniya Azad li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê ji bo ragihandina heqîqetê dixebite, di nava şert û mercên herî dijwar de xwest rastiyan ji raya giştî re ragihîne, hemû metirsî û talûke hilgirtiye ser xwe û hê jî vê lêgerînê didomîne. Emrûllah Acar anî ziman ku di lêgerînê de gelek hevalên wan hatin kuştin û gelek jî hatin girtin û wiha got: “Lê ev têkoşîn tu carî ranewestiya.
Zêdeyî 40 sal in tevî êrîşên endam, kontra û çeteyan JÎTEMê jî dev ji ragihandina heqîqetê berneda. Dema ku DAIŞê li gelek deverên Rojhilata Navîn hovîtî pêk anî, herî zêde xebatkarên Çapemeniya Azad rastî ragihandin. DAIŞê ji bo ku rastî neyê bihîstin di hedef û qetilkirina rojnamegeran de dudilî nebû. Denîz û Nûjiyan bûn pêşengên vê têkoşînê. Kiryarên hovane yên DAIŞê yên li Şengal, Kobanê û Reqayê ji cîhanê re ragihandin. Li ser hesabê canê xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan.”

Emrûllah Acar, da zanîn ku yên ku herî zêde dibin hedefa şer bê şik rojnameger in û wiha berdewam kir: “Do em hîn bûn ku 2 hevalên me yên rojnameger hatine qetilkirin. Dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê dikir, her du hevalên me bi rojan li pey nûçeyan bûn. Azadiya Kobanê ji cîhanê re ragihandin. Nazim Daştan ji roja destpêkê heta roja dawî hem bû şahid û hem jî bû dengê berxwedana Kobanê. Cîhan Bîlgîn ji roja destpêkê heta roja dawî ya pêngava rizgarkirina Reqa ku veguherî navenda hovîtiya DAIŞ’ê, bû dengê jinên dîlgirtî û bi hesreta azadiyê. Bi kamera û nîşeyên xwe, cîhê ku tarî lê hebû ji bo ronî bike li berxwe da. Lê mixabin kesên bû sedem DAIŞ êrişî Kobanê bike, kesên ku baxçeyê paşiyê yê DAIŞ’ê bûn, dema DAIŞ têk çû îro di bin navên cuda de dîsa amadekariya êrişa li ser Kobanê dikin. Nazim û Cîhan ji ber ku ev rastî ji cîhanê re ragihandin bûn hedef. Li Sûriyeyê planên qirêj dixin meriyetê. Bi taybet Kobanê ya ku li cîhanê bûye sembola têkoşîna azadiyê tê xwestin bê tunekirin. Lê belê Tirkiye dibêje kû ti pirsgirêka wan bi Kurdan re nîne. Heke bi rastî tu pirsgirêk tune be, wê demê Nazim û Cîhan çima hatin qetilkirin? Yên ku tenê xema wan jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan e, yên ku tenê kamerayên wan hene bi balafiran bombe dikin.”

Xwestin heqîqetê ragihînin

Emrûllah Acar herî dawî destnîşan kir ku Nazim û Cîhanê xwestin bi xwe biçin qadên şer û raya giştî ji rewşê agahdar bikin û wiha bi dawî kir: “Her du hevalên me ne tenê planên qirêj eşkere kirin, derewên çapemeniya şerê taybet jî eşkere kirin. Cîhan Bîlgîn geşedanên dawî yên Bendava Tişrînê ya ku bi rojan e di bin êrişan de ye ji cîhanê re ragihand. Ji bo ku zîhniyeta medyaya alîgir a ku rastiyan vedişêre derxe holê û raya giştî ji nedîtî ve nehêle, tevî hemû talûkeyan xebatên xwe berdewam kir. Her tim bûne dengê heqîqetê. Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê tu carî dev ji ragihandina rastiyê bernedin. Çapemeniya Azad wê ragihandina rastiyan bidomîne. Çapemeniya Azad heta ku bigihêje armancên xwe wê di vê rêyê de bimeşe.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

21 TEBAX 2026
Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

21 TEBAX 2026
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne