• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jina bi rêxistinkirî mîsogeriya Civaka Demokratîk e

Mehmet Alî Ertaş / AW

19 GULAN 2025 - 09:13
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziyê Mihemed diyar kir ku dema jin bi rêxistin bibe, dikarin civakeke demokratîk ava bikin û got: “Jina bi rêxistinkirî mîsogeriya Civaka Demokratîk e. Em ê di hemû yekîneyan de jinan bi rêxistin bikin.”

Bi dirûşma “Jina birêxistinkirî misogeriya civaka demokratîk e” Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Di kongreyê de 375 jin li hev civiyan û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa jinan û xebatên wan di nava salekê de nîqaş kirin. Dûre Nûrşan Ferho weke berdevka Meclisa Jinan a TEV-DEMê û Şêrîn Hesen weke cîgira berdeka meclisê hatin hilbijartin û 50 jin ji bo encamên melcisê hatin hilbijartin. Kongre bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” dawî bû.

Meclisa Jinan a TEV-DEMê Yekemîn Kongreya xwe bi dirûşmeya “Jina bi rêxistinkirî mîsogeriya Civaka Demokratîk e” pêk anî. Têkildarî Kongreya Meclisa Jinan a TEV-DEMê Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Remziye Mihemed anî ziman ku armanca kongreyê ew e ku çawa karibin Civaka Demokratîk ava bikin û got: “Ji bo jin karibe xwe di nava civakê de bi rêxistin bikin me xebat meşand. TEV-DEM, ji destpêka şoreyê heta îro ji bo demokratîkbûna civakê têkoşiya ye. Ji bo demokrasiyê xwe bi rêxistin kiriye. Ji komîn û meclisan heta saziyên Rêveberiya Xweser hemû xebatên hatine kirin tev ji bo rêxistinkirina jinan bûye bingehek. Rola jinan hem di nava tevgerê de û hem jî di nava şoreşê de gelek zêde ye. Jinan pergala Hevserokatiyê di nava xwe de bi rêxistin kir. Ji kongreya sêyemîn heta niha xebat didome. Di 2018an de ofîsa jinan di nava xwe de ava kir. Lê vê yekê têrê nekir. Ji bo jin bêtir xwe bi rêxistin bikin pêwistî hat dîtin ku Meclisa Jinan di nava TEV-DEMê de bê avakirin. Di kongreya 5emîn a TEV-DEMê de biryar hat girtin ku Meclisa Jinan di hundirê TEV-DEMê de bê avakirin.”

Rola jinê mihîm e

Remyize Mihemed, da zanîn ku di niqaşên di nava Kongreyê de hat diyarkirin ku rêxistina jin di nava tevahî yekîtiyan de pêwist e û wiha axivî: “Di nava yekîtiyên ku ji bo civaka demokratîk hatiye avakirin de, di beşa karkeran, beşa parastinê û hemû beşan de jinan xwe bi rêxistin kir. Di qada tenduristiyê de dê çawa karibin tenduristiyek baş bidin civakê? Ji bo em karibin parastina jinan bikin û li dijî tundî, kuştin, êrîşa li ser jinan xwe bi rêxistin bikin, pêwistî bi avakirina meclisa jinan hat dîtin. Ji bo em karibin projeya Neteweya Demokratîk têxin meriyetê pêwistî bi avakirina meclisê heye. Dîsa ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku 26 salin di tecrîdê de ye yekîtiya parêzeran hat avakirin. Di milê çandî û rewşenbîrî de em çiqas dikarin xwe bi rêxistin bikin. Ji bo rewşenbir rola xwe di dîroka şoreşê de bilîzin û karibin dîroka şoreşa jinê binivîsin, efsaneya ku pêş ketiye binivîsin, rolek mezin dikeve ser milê rewşenbirên jin. Jin ji bo rola xwe ya di qada çand, rewşenbirî, endezyarî, parastin, pêşxistina ekolojiyê û hemû qadên jiyanê de bilîze, divê li gorî paradîgmaya Modernîteya Demokratîk xwe bi rêxistin bike û ava bike. Divê jin di her yekîtî û meclisan de xwe bi rêxistin bike û vîna xwe nîşan bide. Rola jinan a di hemû qadên jiyanê û rêxistinê de hat nirxandin. Di nava TEV-DEMê de gelek xebatên jinan hene. Lê hin xebat nedihatin dîtin. Di rapor û sinevîzyonan de bêtir hatin dîtin. Ji ber ku meclisa jinan a xweser karibe xwe bi rêxistin bike û xebatên xwe pêş bixe, tune bû ev ked û rola wê zêde nedihat dîtin. Di kongreyê de hat niqaşkirin ku em çawa karibin rola meclisê bêtir bidin xuyakirin û şênber bikin. Jinan di kongreyê de berdevka xwe diyar kir. Meclisa Jinan ava kir. Ji bo her yekîne û afîsê nûnerek diyar kir. Meclis dê heta 50 kes karibin beşdar bibin.”

Jin dikare li ser navê jinan biryarê bigire

Remziye Mihemed, bal kişand ser biryarên ku di kongeryê de hatin girtin û wiha berdewam kir: “Li ser mafê jinê û kedkaran biryar hatin girtin. Di asta cîhanê de her dem mafê kedkaran tê xwarin. Di nava kedkaran de jî herî zêde mafê jinê tê xwarin. Em wekî TEV-DEM xwe li hemberî parastina jinan berpirsiyar dibînin. Yek ji xala parastinê ewe ku li dijî zewaca temen biçûk û pir zewacê helwestê nîşan bide. Erka Meclisa Jin a TEV-DEMê ewe ku li dijî van mijaran raweste. Erka me ew e ku di serî de mafê jinan û mafên gelan ên her qadê jiyanê biparêzin. Car caran hevalên zilam li şûna jinan biryaran digirin û li ser navê wan plansatiyan dikin. Wekî Meclisa Jin a TEV-DEMê em van biryaran qebûl nakin. Tenê jin dikarin der heqê jinan de biryarê bigire û plansatiya xwe çêke. Wekî meclisa jin bi xebatên atolye, semîner, panel û hwd hewl dide ku parastina xurt bike. Erka Meclisa Jin a TEV-DEMê ew e ku nirx û destkeftiyên jinan biparêze û lê xwedî derkeve.”

Yekîtiya Neteweyî bingeha şoreşê ye

Remziye Mihemed, li ser xebatên navneteweyî jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ji bo xebatên neteweyî çawa ku hemû rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûrî erkê yekîtiya Neteweya Kurd daye ser milê xwe, em jî wekî jinên di bin baneyên TEV-DEMê de erka Yekîtiya Neteweyî didin ser milê xwe. Ji bo yekîtiya neteweyî xurt bikin hin xebatên dîplomatîk têne meşandin. Yekîtiya Neteweya Kurd bingeha şoreşê ye. Ji bo mîsogeriya şoreşê divê em yekîtiya xwe xurt û pêş bixin. Ji bo vê yekê pêwistî bi gelek komxebatan heye. Ji bo yekîtiya neteweyî erka ku dikeve ser milê me, em hewl didin pêk bînin.”

Remziye Mihemed li ser biryarên hikûmeta demkî ya Şamê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Erkdayîna kujerê Hevrîn Xelef ku bi hovîtî hevrê Hevrîn Xelef şehîd kir, niha jî wekî erkekî rutbeyekê didin wî. Erk didin wî ku di rêveberiya Cizîrê heta Reqqayê bike. Em li dijî vna biryaran in. Me helwesta xwe jî nîşan da. Me di kongreyê de jî diyar kir ku em vê yekê qebûl nakin û em ê li dijî ve yekê tekoşîna xwe mezin bikin. Ev erkdayîna kujerê Hevrîn Xelef erêkirina kuştina hemû jinan e. Bi vê erkdayînê li dijî rêxistinkirina jinê radiwestin. Em ê li dijî vê yekê xebat û têkoşîna xwe bêtir xurt bikin. Em vê nêzîkatiya Şamê qebûl nakin û em ê têkoüşîn û berxwedana xwe bêtir xurt bikin.

Remziye Mihemed, herî dawî bal kişand ser Yekîtiya Tevahiya Pêkhateya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got: “14 salên şoreşê bi hebûn û yekbûna vîna gelê herêmê yekîtiya tevahiya pêkhateyan pêş ket. Tevahî pêkhateyan dikarîbû cihê xwe di şoreşê de bigire. Rol bilîzin û di rêveberiya xweserê de cih bigirin. Dikaribûn parastina çand û nirxên xwe bikin. Ji bo em yekîtiya gelan li dijî şerê taybet ava bikin, têkoşîna me didome. Desthilatiya Baasê û Desthiyatiya Niha jî dixwaze yekîtiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî xera bike û wan li dijî hev sor bike. Bi rengekî tund, li dijî pêkhateyan êrîşan dimeşînin. Bi kuştinê hovîtiyekê pêş dixin. Şerekî navxweşî armanc dikin. Lê em wekî Meclisa Jin a Civaka Demokratîk li dijî vê yekê ne. Em hewl didin yekîtî û hevkariyagelan ava bikin û pergala xwe mayinde bikin. Dema jin bi rêxistin bibe hemû civak bi rêxistin dibe. Dema jin bi rêxistin bibe em dikarin hemû civakê demokratîk bikin. Dirûşmeya me “Jina bi rêxistinkirî misogeriya Civaka Demokratîk e” Dema jin bi rêxistin bibin tevahiya civakê bi rêxistin dibe. Dema jin bi rêxistin bibe, em dikarin civakeke demokratîk bidin avakirin. Em Kongreya Meclisa Jin a TEV-DEMê li tevahiya gelê xwe û li tevahiya jinan pêroz dikin. Bi heviya ji bo her xebatên jin serkeftinê bîne, em dibêjin Jin Jiyan Azadî.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne