Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê damezrandina PKKê pîroz kirin û gotin ew Cejna Berxwedanê ya Neteweyî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin.
Meclisa Dayikên Aştiya ya Amedê li avahiya xwe 48emîn damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi stran û gerandina govendê pîroz kirin. Dayikan gotin ku ew Cejna Berxwedanê ya Neteweyî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd pîroz dikin.













