Civîna Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ku bi Serokiya Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan civiya bi dawî bû. Di civîna ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî hat nîqaşkirin.
Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) bi Serokiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokkomariyê civiya. Di civîna 2 seatan domiya de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên Hurmuzê û şerê di navbera Amerîka û Îranê de, pirsgirêka Xezayê, şerê Rûsya û Ukraynayê û gelek mijar hatin nîqaşkirin. Wezareta Ragihandinê tekildarî civînê daxuyaniyeke ku ji 9 xalan pêk tê ragihand.
Daxuyanî wiha ye: “*Desteya me derbarê têkoşîna li dijî PKK/KCK-PYD, FETO û DAIŞê û tekildarî geşedanên dawî hatiye agahdar kirin.
*Pêvajo û pêşveçûnên tekildarî qanûna çarçoveyî hatiye ragihandin û hatiye destnîşan kirin ku xebatên ji bo qanûn dê bi biryardarî bê domandin.
*Merhaleya têkoşîna li dijî sûcên organize hatiye destgirtin.
*Girîngiya hevkariya bi cîranên Sûriyeyê û Iraqê hatiye destnîşankirin.
*Hatiye destnîşankirin ku Tirkiyeyê dê di meseleya Deryaya Ege û Rojhilatê Akdenîze de helwesta dîalogê biparêze.
*Tekiliya Azerbeycan û Tirkiyeyê bê pêşevebirin.
*Ji bo destwerdanên Îsraîlê li ser Filistîn, Lubnan û Sûriyeyê bang li hemû aktoran hatiye kirin ku helwesteke bi biryar bigirin.
*Şerê Rûsya/Ukrayna û ABD/Îranê hatiye destgirtin
*Hevkariya Libya û Tirkiyeyê hatiye nirxandin.













