Li gorî daxuyaniya Omer Farûk Gergerlîoglû, Esma Bozgeyîk tevî ku metirsiya ji ber çûyîna zaroka hebûye di 27ê Cotmeha 2026an de hatiye girtin, di hucreya yekkesî de hatiye hiştin, pitika wê jiyana xwe ji dest daye û piştî bûyerê hîn xwîna wê nesekinîbû dîsa birine girtîgehê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ragihand ku zaroka Esma Bozgeyîk a ku li Girtîgeha Burhaniyeyê ya navçeya Balikesîrê dihat ragirtin, ji ber çûye. Gergerlioglû diyar kir ku tevî metirsiya ji ber çûyîna zarokê hebûye jî Esma Bozgeyîk di 27ê Cotmeha 2026an de hatiye girtin û bêyî ku xwîna wê bisekine ew birine girtîgehê û xwest ku derbarê berpirsan de lêpirsîn bê destpêkirin.
Omer Farûk Gergerlioglû di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir ku dema Esma Bozgeyîk ketiye Girtîgeha Burhaniyeyê, ji rayedaran re gotiye ku ew ducanî ye û metirsiya ji ber çûyîna zarokê heye lê tevî wê jî li girtîgehê di hucreya yekkesî de hatiye girtin.
Omer Farûk Gergerlioglû da zanîn ku Esma Bozgeyîk bi hinceta ku pere daye malbatên mexdûr hatiye girtin û anî ziman ku divê dosyeya lêpirsînê bi biryara neşopandinê bi encam bibe. Li gorî agahiyên ku TR724ê bi dest xistine, Esma Bozgeyîk ji ber ku pere şandine komeleya bi navê Îhvan-DERê ya ku alîkariya zarokên sêwî dike û li ser medyaya dîjîtal dîtiye, bi hinceta fînansmana terorê di girtîgehê de tê girtin.
Bêyî ku xwîna wê bisekine birin girtîgehê
Omer Farûk Gergerlîoglû eşkere kir ku Esma Bozgeyîk du roj bûye ku zaroka wê ji ber çûye û hîn xwîna wê nesekinîbû dîsa birine girtîgehê. Omer Farûk Gergerlîoglû bertek nîşanî girtina Esma Bozgeyîk da û wiha got: “Tevî ku metirsiya ji ber çûyîna zarokê dihat dihat zanîn jî dîsa ew birin girtîgehê. Ev çi têgihiştina edaletê ye? Ev çi bêwîjdaniyek e? Ma girtina jineke ducanî li girtîgehê tevî ku metirsî zêde ye jî, hiştina wê ya di hucreya yekkesî de dikare bê qebûlkirin?”










