Yekitiya Nivîskarên Jin a Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê, bertek nîşanî daxuyanî û kiryarên hikûmeta navendî ya Iraqê yên li dijî statuya Herêma Federe ya Kurdistanê da û diyar kir ku statuya Başûrê Kurdistanê û vîna gelê Kurd nikare bibe mijara niqaş û bazarê.
Yekitiya Nivîskarên Jin a Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser gef û destwerdanên yekalî yên Bexdayê yên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku statuya niha ya Başûrê Kurdistanê ne xelat e, lê encama têkoşîna dirêj a gelê Kurd e û bi xala 117an a Makezagona Iraqê ya sala 2005an hatiye mîsogerkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê bi diyalog û wekheviyê werin çareserkirin û wiha hat gotin: “Statuya başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e û vîna gelê Kurd nayê nîqaşkirin. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku rêzê li makezagonê bigire û bang li Neteweyên Yekbûyî jî dikin ku ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd helwesteke bibandor nîşan bide.”







