• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!

    Îmzevanên “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze” kampanyayekî nû dan destpêkirin

    Îmzevanên “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze” kampanyayekî nû dan destpêkirin

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!

    Îmzevanên “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze” kampanyayekî nû dan destpêkirin

    Îmzevanên “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze” kampanyayekî nû dan destpêkirin

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îmzevanên “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze” kampanyayekî nû dan destpêkirin

Stenbol / AW

26 November 2026 - 13:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Îmzevanên 1001 îmzeyê ên ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê, bi daxuyaniyekê kampanyaya xwe ya bi şîara “Li 7 herêm û 7 avhewayan ji bo me hemûyan cîhaneke baştir gengaz e” aşkere kirin. Di daxuyaniyekê de bang li avakirina jiyaneke hevpar a li ser bingeha wekhevî, azadî û demokrasiyê kirin û wiha hate gotin: “Ji bo me 7 Herêm, tê wateya girtina hemû kesan a nava xwe, 7 Avhewa jî piranîparêzî, pirrengî û pirdengî ye. Em piştgirî didin daxwaz û hewldanên rûniştandina li ser bingeheke azad.”

Îmzevanên 1001 îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê li otela Hill Taksîmê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi beşdariya Dayikên Aştiyê, hunermend, akademîsyen û parêzerên mafan derbarê kampanyaya xwe ya bi şîara “Li 7 herêm û 7 avhewayan ji bo me hemûyan cîhaneke baştir gengaz e” daxuyanî dan. Îmzevan di 4 xalan de daxwaz û pêşniyarên xwe yên derbarê çarçoveya pêvajoya “Aştiyê û Civaka Demokratîk” de aşkere kir.

Kurdiya daxuyaniyê îmzevan Berîvan Karatorak û Tirkiya wê jî Kerem Firtina xwend.

‘Ji bo me 7 Herêm, tê wateya girtina hemû kesan, 7 Avhewa jî piranîparêzî, pirrengî û pirdengî ye’

Berîvan Karatorak diyar kir ku ew bi gotina “çîrok ne ji bo veşartina rastiyê, ji bo ku rastiyê bi mirovahiyê bidin zanîn û wê ji nûve ava bikin, tên vegotin” û wiha got: “Li hemberî şer û pevçûn, cûdabûn û tarîtiya bêdengiyê, li aliyê Aştiya Civakî helwest wergirt. Ji ber ku li vî welatî erdnîgariya êşan û hêviyan hevpar e. Li cihê ku dad kêm dibe, nan biçûk dibe, cihê ku aşti bi derengî dikeve jî, siberoja hemû kesan tarî dibe. Ji bo me 7 Herêm tê wateya girtina hemû kesan a nava xwe, 7 Avhewa jî piranîparêzî, pirrengî û pirdengî ye. Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ereb, Ermen, Musilman, Nemusilman, Sûnî, Elewî û ji bo hemû ziman, nasname, bawerî û nifşên vê axa qedîm azadî, wekhevî û dewleta hiqûqê pêwistiyeke ku divê neyê paşvexistin e. Ji ber ku aştiya rastîn, ne lutufeke ku aliyek ji bo aliyê din nîşan bide, li cihê ku hemwelatîbûna wekhev pêkan e dest pê dike. Berpirsiyariya me ya kolektif jî ew e ku em demokrasiyê ji siya krîzan û aştiyê ji qada gotar û kaxezan derxînin, wan di navenda jiyana rojane de bi cih bikin. Li cihê ku tirs kesan û civakê bêdeng dike, demokrasî nikare bêhnê bistîne û li cihê ku wekhevî tune be jî tu welatiyek nikare xwe ewle hîs bike. Gotin, dema ku bi erdnîgariya xwe re dibe yek, watedar dibe; gotina ku li ser kaxezê dimîne kêm e û her wiha, her gotina ku tev li jiyanê dibe siberojê ava dike. Bi vê rastiyê, destpêkirina banga 1001 Îmzeyan, êdî wateya lîsteyeke îmzeyan derbas dike; ‘Bi gotina 7 Herêm û 7 Avhewa, em dibêjin ku ji bo me hemûyan welatekî baştir pêkan e’ û em vê feraseta jiyana wekhev emanetê hemû xwediyê kedê, kesên li her kuçeyan û hemû kesên li çar aliyê welat dikin. Ew çar xalên şênber daxwazên xwe mezin dikin û piştgiriya xwe didomînin.”

Daxwazên 1001 îmzeyê wiha ye:

– Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê berdewame de, di destpêkê de bêçekbûn, piştgiriyê didin ku hemû cûreyên tundiyê ji rojeva welat û civakê bên derxistin.

– Bi hişmendiya ku bingeha hemû pirsgirêkan meseleya Kurd e, em neheqiyên ku ji avabûna komarê heta niha hatine kirin û polîtîkayên înkarê yên dewletê şermezar dikin û piştgiriyê didin misogeriya zagonî ya hemwelatiya wekhev û Perwerdehiya Bi Zimanê Dayikê.

-Em piştgirî didin daxwaz û hewldanên rûniştandina li ser bingeheke azad, demokratîk, hiqûqî û bicihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Komara Tirkiyeyê.

-Em piştgirî didin avakirina derfetên hevdîtin û muzakereyên ji bo aktorên çareserkirina pirsgirêka ku temenê wê bi qasî Komara Tirkiyeyê ye û bi avabûna Komara Tirkiyeyê re dest pê kiriye di nava hewldanê de ne û di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan, daxwazên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ketina meriyetê ya rêgeza sûd wergirtina ji Mafê Hêviyê.”

‘Ya herî girîng aştî ye’

Îmzevan û Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat jî diyar kir ku ji bo mirov ji mijara Kurd bizanê divê ne sosyolog an jî akademîsyen be û wiha got: “Bi sed salan e gelê Kurd dibêje zimanê min û nasnameya min heye. Ez xwediyê vê erdnîgariyê me. Emperyalîst li vir zordarî me dikin, wan Kurdan kuştiye. Lê Kurd xilas nebûne, îro li çiyan, zindanan û her derê Kurd hene. Ji bo vê ya herî girîng aştî ye. Lê şert û mercên aştiyê jî heye. Me li ser çi şer kir, bi çi me hevdu kuşt? Divê ev were diyarkirin. Paşê jî aştiyekî bi hiqûqane werin sazkirin. Li Başûrê Kurdistanê desthilatdarekî heye û hikûmetî saz kirine. Bexdat îro dixwaze mafê wan destê wan derxê. Divê Kurd xwe ji însafa desthilatdarê Kurd re nehêle. Ji peymana Qesrî Şîrîn ve em di bin desthilatdarî û zordariya dewletan de ne. Ev îro heta komaran didome. Em dibêjin tu kes jiyana xwe ji dest nedê. Divê gelê Kurd dest bide destê hevdu.”

Di dawiyê de hate diyarkirin ku ji niha şûnde îmzayê ji raya giştî re hatiye vekirin û bang herkesî hate kirin ku îmza biavêjin.

Etîket: 1001 îmzevanKomara Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Civaknas Kaya: Komara Demokratîk dikare bibe dirûşma hevpar a têkoşîna bindestan

Civaknas Kaya: Komara Demokratîk dikare bibe dirûşma hevpar a têkoşîna bindestan

17 November 2026
Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

26 June 2026
Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

25 June 2026
Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

23 June 2026
Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

22 June 2026
‘Divê di komara demokratîk de jî jin xwedî li mafê xwe derbikevin’

‘Divê di komara demokratîk de jî jin xwedî li mafê xwe derbikevin’

14 June 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Em ê li dijî şerê taybet, tiryak û fihûşê bi komînan xwe birêxistin bikin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne