Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê got, “Salvegera 48emîn a damezrandina PKKê li Rêber Apo, gelê me, dost û hêzên têkoşînê hemûyan pîroz be. Em şehîdên xwe yên ku PKK afirandin û kirin ku 52 salan têbikoşe bi minet û hurmet bi bîr tînin.”
Daxuyaniya KCKê wiha berdewam kir:
“Rêber Apo ji bo bîranîna şehîdên me yê mezin Hakî Karer karê damezrandina partiyê da destpêkirin, di 27ê Mijdara 1978an de Kongreya yemîn pêk anî û PKK ava kir ku pêşengiyê ji têkoşîna gelê Kurd re bike.
PKKê pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya herî demdirêj a dîroka gelê Kurd re kir. Bi vê pêşengiyê re di nava gelê Kurd de guherînên mezin pek anî ku li devereke din a cîhanê mînaka wê nehatiye dîtin. Gelê Kurd ji goşeka mirinê rakir û kir hêza azadiyê ya herî dînamîk a Rojhilata Navîn. Kurd ên ku paşdemayî dihate dîtin, niha bûye rûyê herî ronî yê Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê.
Welatê me kuk weke Kurdistana xeyalî ya binaxkirî dihate binavkirin, îro veguheriye wê erdnîgariyê ku têkoşîna azadiyê bi rengî herî zindî lê tê meşandin. Hêza têkoşînê û hemû cûreyên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKKê hate afirandin. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li êrişeke welê rast hat ku li cîhanê nehate dîtin. Me bi deh hezaran şehîd dan, bi sed hezaran mirovên Kurd bi îşkenceyên giran hatin zindanîkirin. Kurdan di dîroka cîhanê de ew rekor şikandin ku ji ber sedemên siyasî herî zêde li zindanê hatin ragirtin. Bi hezaran gund hatin şewitandin û hilweşandin, Kurdistan hate valakirin. Li gel vê yekê jî têkoşîna azadiyê ya ku PKKê pêşengî jê re kir 52 salan bê navber dewam kir û destketiyên bêhempa afirand. Piştî ku têkoşîna azadiyê hemû êrişên îmhayê şikand, dewleta Tirk hem li hundir hem jî li derve li pirsgirêkên giran rast hat. Bi Tevgera me ya Azadiyê re di nava rawestandina şer de kete nava nîqaşeke siyasî. Rayedarên dewletê li Îmraliyê bi Rêber Apo re bi dehan hevdîtin kir. Di van hevdîtinan de ji aliyê Kurdan heyet jî hebûn.
Dewleta Tirk ku gelê Kurd înkar dikir, dixwest bi fîzîkî û çandî qir bike, Rêberê me û Tevgera me muxatab girt û ev yek pêşketineke girîng a siyasî ye. Hemû hevdîtinên li Îmraliyê di heman demê de weke şêweyekî têkoşîna siyasî tê meşandin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a 2 sal in dewam dike û stratejiya nû ya têkoşîna siyasî li ser têkoşîna 52 salan ava bûye. Nirxên ku bi têkoşîna 52 salan hatin afirandin û rastiya gelê me ya di nava têkoşînê de afirî, hêza me ya herî mezin a têkoşînê ye. Kurd êdî ne bê parêzin, ne bê Rêber in, ne jî bê hêz in. Niha rastiyeke me ya rêbertî heye ku ne tenê ji gelê Kurd re, her wiha ji jiyana demokratîk û azad a li Rojhilata Navîn û cîhanê re pêşengiyê dike. Rastiyeke rêberê me ye ku ji ber afirandina xeta azadiya jinê ji jinan piştgiriyê werdigire. Rêberekî me heye ku zanisteke nû ya civakî afirandiye. Rastiya rêbertiyeke me heye ku serê gelê Kurd bilind kiriye û gihandiye stêrkan.
Weke ku Rêber Apo got, PKK romaneke bê dawî ye, helbestek e, stranek e. Fesixkirina PKKê di têkoşîna azadiyê de destpêkeke nû ye. Çawa ku gelê Kurd bi PKKê re bi ruh û kelecana ciwantiyê dest bi têkoşînê kir û destketiyên mezin bi dest xist, bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk re jî wê destketiyên mezin bi dest bixe. Gelê Kurd bi bidestxistina jiyana demokratîk û azad wê gelên Rojhilata Navîn jî bigihîne jiyaneke azad û demokratîk. Diyalektîka Tevgera Azadiyê ya Kurd ev e, qanûna wê ev e.
Gelê Kurd bi dilsoziyeke mezin li Rêbertiya me xwedî derdikeve û qebûl dike ku PKKê destketiyên mezin afirandine. Gelê Kurd li şehîdên xwe xwedî derdikeve û li hemberî tiştên ku PKK’ê afirandine xwe deyndar hîs dike. Her şehîdê me di axaftinên xwe yên dema saxbûnê de digot, ‘Heke careke din werim dinyayê, ez ê dîsa bibim PKKyî.” Her milîtanekî PKKê jî dibêje, ‘heke careke din bêm dinyayê, ez ê carek din bibim PKKyî.’ Gelê me ku bi dehan salan e dibêje ‘PKKe gel e, gel li vir e’, di her fersendê de nîşan dide ku wê her tim li PKKê xwedî derkeve. Sekna gelê me ya di daxuyaniyên şehîdan de vê yekê bi awayekî eşkere û zelal nîşan dide. Dema li zarokên xwe xwedî derdikeve, ev tê wateya li PKKê û têkoşîna wê jî xwedî derdikeve.
Gelê me salvegera damezrandina PKKê li her derê pîroz dike û wê her tim jî pîroz bike. Em jî bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi rengekî xurt û bi coş beşdarî pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKKê bibin.
Rêber Apo û xeta PKKê ku destpêkên nû diafirîne wê ji niha şûnde jî ji bo gelê me û tevahiya mirovahiyê serkeftinê bidest bixe. Li ser vê bingehê em cejna vejînê ya tevahiya gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin û di têkoşînên wan ê azadî û demokrasiyê yên ji niha şûnde de serkeftinê dixwazin.”













