Bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP), DEM Partî û TJAyê bi boneya 25ê Mijdarê meşek hat lidarxistin. Jinan li dijî tundî, xizanî û polîtîkayên şer dirûşmeyên azadiyê berz kirin û anîn ziman ku yekane garantiya wan têkoşîna rêxistinkirî ye.
Bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî Platforma Jinan a Îzmîrê (İKP), Meclisa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek partî û rêxistinên jinan ji ber deriyê Basmaneyê ya Kulturparkê li hev civiyan û heta Rêya Kibris Şehîtlerî bi pankartên wekî “Bi hêza xweser û îradeya azad niha dema jinan e” û “Ji bo jiyana azad û wekhev em diaxivin “Li dijî tundûtûjiyê em serî hildidin” û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Tu bi tenê nameşî” û “Bijî berxwedana jinan” meşiyan. Metna çapemeniyê bi tirkî Aybuke Aslan û bi kurdî jî Hatîce Tunç xwend.
‘Em ê ji bo cîhaneke azad û bêşer têbikoşin’
Hatîce Tûnç destnîşan kir ku dixwazin daxwazên gelan ên wekhevî, azadî û jiyana bi hev re bên tepisandin, desthilata AKPê ya ku qala çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd dike, polîtîkayên qeyûman, girtinên siyasî û binpêkirina mafan didomîne û diyar kir ku nasname, ziman û daxwazên jinên kurd ên ji bo ku li ser paşeroja xwe xwedî gotin bin di bin zextê de tên hiştin û got: “Em li dijî dagirkerî û qetlîamên li Filistînê didomin, êrişên li ser gel û komên baweriyê yên li Sûriyeyê û tundûtûjiya li dijî jinên kurd û şervanên jin ên li Rojavayê dengê xwe bilind dikin. Li dijî wan kesên ku barê şer dixin ser pişta jin û zarokan û gelan dikin dijminên hev, em mafê gelê Filistînê yê diyarkirina paşeroja xwe û paşerojeke demokratîk ku li Sûriyeyê hemû gel tê de wekhev û azad bijîn diparêzin.”
Hatîce Tûnç diyar kir ku jin li ku dera cîhanê bin bila bin, wê li kêleka jinên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin, karkerên ku li dijî mêtingeriyê li ber xwe didin û ciwanên ku ji bo paşeroja xwe radibin ser piyan bin û wiha pê de çû: “Ji ber ku têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan, ji têkoşîna li dijî şer, mêtingerî, nîjadperestî û paşverûtiyê ne cuda ye. Ji vir careke din em diqîrin: Em ê maf, jiyan û paşeroja xwe teslîm nekin! Li dijî wan kesên ku dixwazin me di malên tijî tundûtûjiyê de heps bikin, keda me erzan bikin û dengê me bibirin, em dizanin ku yekane garantiya me têkoşîna me ya rêxistinkirî ye. Em ê bi hevgirtina xwe ya ku sînoran nas nake, ji bo cîhaneke wekhev, azad û bêşer têbikoşin.”
Daxuyanî bi tilîlî û dirûşmeyên jinan bi dawî bû.





















