Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHDê ya Amedê rapora binpêkirinên mafên zarokan a saleke dawî ya li Bakurê Kurdistanê eşkere kir û diyar kir ku herî kêm 57 zarokan jiyana xwe ji dest daye.
Komîsyona Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê, rapora binpêkirinên mafên zarokan a bajarên bakurê Kurdistanê ya di navbera 20ê Mijdara 2025an û 20ê Mijdara 2026an de li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekî eşkere kir. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHDê ya Amedê Eylem Kaya ve hat xwendin.
Bîlançoya salekê ya binpêkirinan
Eylem Kaya daneyên di raporê de wiha parve kir:
* Herî kêm 57 zarokan jiyana xwe ji dest da û 34 zarok birîndar bûn.
* 22 mirinên biguman ên zarokan û 5 xwekuştin hatin tomarkirin.
* 9 zarok di dema karkirinê de li qadên çandiniyê, înşeatan û kargehan mirin.
* 3 zarok di encama tundiya nav malbatê de û 5 zarok jî di encama tundiya civakî de mirin.
* 36 zarok hatin binçavkirin, 26 zarok hatin girtin û 8 zarok jî bi îşkence û miameleya xirab re rû bi rû man.
‘Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê were naskirin’
Eylem Kaya bal kişand polîtîkayên bişaftinê yên ku bandoreke giran li ser zarokan dike û wiha got: “Divê mirinên biguman werin ronîkirin, dawî li karkeriya di bin navê perwerdeya pîşeyî de were anîn û zarok ji tundiyê werin parastin. Her wiha divê Tirkiye şerhên li ser Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî rake, astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê rabe û di avakirina aştiyê de mafên zarokan esas werin girtin.”













