Nobeta li gundê Xwarik ê Gimgimê ku li dijî projeya JESê hatiye destpêkirin, di roja 200’an de bênavber berdewam kir. Gundê Xaşxaşê nobet dewr girt.
Nobeta ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê bê çêkirin, di roja 200’an de berdewam dike. Li cihê nobetê pankarta “Gelê Gimgimê santrala eneriya jeotermal naxwaze. Destê xwe nedin ava min, destê xwe nedin axa min” hate daliqandin.
Nobet bi dewrgirtina gundê Xaşxaşê berdewam dike.













