Rojnameger Îsmaîl Ari yê ku di 21ê Cotmehê de ji ber bilîkirina serokê RTUKê yê berê Ebûbekîr Şahîn hatibû girtin, piştî 29 rojan di danişîna yekemîn de hate teliyekirin û ji dozê beraet bû.
Rojnameger Îsmaîl Ari di 21ê Cotmehê de ji ber gilîkirina Serokê RTUKê yê berê Ebûbekîr Şahîn bi îdiaya “Heqeret li karmendê dewletê kiriye” û “Belavkirina agahiyên şaş” ji bo îfadeyê çûbû Midûriyeta Polîsan a Enqereyê û hatibû girtin. Piştî 29 rojan danişîna yekemîn a doza Îsmaîl Ari li Dadgeha Esliyeyê ya 32yemîn a Enqereyê hate lidarxistin. Îsmaîl Ari di danişînê de diyar kir ku ew ê îdianameyek wiha nebaş nedîtiye. Îsmaîl Ari anî ziman wî mafê xwe yê rojnamegerkiriye parastiye û xebata rojnamegeriyê kiriye û ev jî nabe sûc.
Piştî parastina Ari û parêzerê wî, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û derbarê Îsmaîl Ari de biryara tehliyeyê da û her wiha biryara beraetê jî hate dayîn.








