• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

    Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike  Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike
    Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 19ê MIJDARA 2026an

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

    Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike  Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike
    Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 19ê MIJDARA 2026an

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

Dogan Korkmaz / AW

19 MIJDAR 2026 - 09:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Birîndar Gezîcî di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê li Bazîdê hatiye girtin û ev 3 sal in di girtîgehê de ye. Bavê wî Emîn Gezîcî derbarê rewşa lawê xwe de da zanîn ku rewşa tenduristiya lawê wî ne baş e û îdareya girtîgehê xemsar tevdigere.

Birîndar Gezîcî yê ku endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, di sala 2023yan de ji bo xebatên ciwanan çûye navçeya Bazîdê ya Agiriyê û li wê derê bi îşkenceyê hatiye binçavkirin. Dema Birîndar Gezîcî tê binçavkirin 17 salî bûye û di binçavan de îşkenceyên giran lê hatine kirin. Piştî girtina wî parêzer û malbata wî xwestin ku polîsên îşkencekar werin darizandin û bên cezakirin. Di encama serlêdanê de dadgehê biryara neşopandinê daye û daxwaza parêzeran red kiriye. Piştî îşkenceyê dîtina çavên Birîndar Gezîcî nêzikî ji sedî 50î kêm bûye û dest û lingên wî ji ber îşkenceyê zerar dîtine. Ev 3 sal in Birîndar Gezîcî di Girtîgeha Wanê de girtî ye û bi hinceta “endamê rêxistinê ye” 6 sal ceza lê hatiye birîn.

Bavê Birîndar Gezîcî, Emîn Gezîcî derbarê rewşa lawê xwe de axivî.

Emîn Gezîcî

‘Xebata wî fermî bû’

Emîn Gezîcî da zanîn ku kurê wî Birîndar Gezîcî dema ku hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin 17 salî bûye. Emîn Gezîcî bi bîr xist ku kurê wî dema hat girtin, xebatên HDPê dikir û wiha axivî: “Ji bo xebatên ciwanan li bajarên Serhedê digeriya û xebata wî fermî bû. Rojekê çû Bazîda Agiriyê, li wê derê hate binçavkirin û di binçavan de îşkence lê hat kirin. Dewlet ne dijminê me be jî ew kesên ku îşkence li Birîndar kirin, dijminên me ne û di heman demê de dijminên dewletê ne jî. Ji ber ku kesên ku li derveyî hiqûqê tevdigerin û îşkenceyê li ciwanekî 17 salî dikin, binpêkirineke mezin dikin û ne mirov in.”

‘Îdareya girtîgehê xemsar e’

Emîn Gezîcî bal kişand ser rewşa tenduristiya lawê xwe û xemsariya girtîgehê û ev yek anî ziman: “Piştî wê îşkenceyê çavên Birîndar baş nabînin, destên wî diricifin û nikare zêde bi kar bîne. Di heman demê de ji ber lingê xwe jî nikare zêde rûnê û rabe. Çend roj berê ez çûm serdana wî, ji min re negot, lê min dît ku rengê wî nexweş bû û mirov dizane êşên wî hene. Wekî din îdareya girtîgehê û nexweşxane jî zêde li ser nasekinin. Birîndar dema ku hat girtin tiştek li ser wî negirtin, tiştek nedîtin û li ser wê îşkenceyê dadgehê jî biryara girtina wî da. Piştî ku kete girtîgehê, li wir ji bo dermankirinê ew nebirin nexweşxaneyê. Rewşa Birîndar niha jî ne baş e, divê di girtîgehê de nemîne û bê dermankirin.”

Birîndar Gezîcî – Girtîgeha Wanê

‘Di girtîgehan de nêzikî 80 girtiyên ku nexweşên giran in hene’

Emîn Gezîcî destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye û xwest ku hikûmet biryardariya xwe ya ji bo aştiyê nîşanî hemû cîhanê bide û axaftina xwe wiha domand: “Li ser vê zilma ku hatiye serê me em dîsa dibêjin, madem ku we pêvajoyek daye destpêkirin û we destê xwe dirêj kiriye, divê hûn li gorî rihê vê pêvajoyê tevbigerin û binpêkirina mafan bi dawî bikin û gav bavêjin. Ji bo nîşandana samîmiyeta xwe divê hûn di gelê Kurd de baweriyekê çêbikin. Dilê me bi kul e û em birîndar in, lê dîsa em dibêjin bila hevalên me yên din êş nekişînin. Bila biryardariya xwe ya aştiyê nîşanî hemû cîhanê bidin. Îro li girtîgehan Birîndar tenê ne birîndar e, di girtîgehan de nêzikî heştê hevalên girtî birîndar û nexweş in. Ger ku aştiyê dixwazin bila girtiyên me yên nexweş berdin da ku gelê Kurd tiştekî berbiçav bibîne. Li cîhanê banga aştiyê belav bûye û nêzîkatiya Serokatiyê deng daye, lê dewlet hê jî giran dimeşe.”

‘Bila kurê min bernedin, lê bila girtiyên din ên nexweş berdin’

Emîn Gezîcî bang li rayedarên hikûmetê kir û wiha got: “Birîndar niha dikare hinek karên xwe yên rojane bike lê hinek hevalên wî nikarin wan jî bikin. Ji ber vê yekê ez dibêjim bila wan nexweşên giran berdin, bila Birîndar bernedin. Dema ku girtiyên me berdan em ê bizanin ku merhebaya wan merhebayeke germ e. Bila tiştên erênî bikin da ku gel pê kêfxweş bibe. Bangawaziya min li Serokkomar Erdogan û Wezîrê Dadê ye; ger ku hûn dibêjin gelê Kurd birayên me ne û em bi hev re ne, divê hûn gavên şênber bavêjin, girtiyan berdin û edaletê bînin cîh. Bi van yekan gelê Kurd jî wê ji pêvajoyê bawer bike û lê germ bibe. Li welatekî ku edalet hebe, dewlemendî, aştî û aramî jî çêdibe.”

Etîket: Birîndar Gezîcîgirtiyên nexweş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

19 MIJDAR 2026
‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

18 MIJDAR 2026
Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

18 MIJDAR 2026
Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

18 MIJDAR 2026
Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

Çalakiya rûniştinê ya ji bo girtiyên nexweş dê sibê bidome

17 MIJDAR 2026
Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

16 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne