Heyeteke ji Mirovên Şemiyê ku ji Hanim Tosûn, Îkbal Eren, Huseyîn Ocak, Hasan Karakoç û Mikail Kirbayir pêk tê li meclisê serdana Koma DEM Partiyê kir û bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtin kirin.
Heyeteke ji Mirovên Şemiyê ku ji xizmên windayan Hanim Tosûn, Îkbal Eren, Huseyîn Ocak, Hasan Karakoç û Mikail Kirbayir pêk tê li meclisê serdana Koma DEM Partiyê kir û bi Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtin kirin.
DEM Partiyê tekildarî serdanê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku heyetek ji Mirovên Şemiyê ku bi salane ji bo dîtina xizmên xwe û cezakirina kujeran têdikoşin serdana koma wan kiriye û wiha got: “Divê windakirina bi zorê ya di bin çavan de, di çarçoveya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de bi awayekî zelal wekî sûcekî li dijî mirovahiyê were pênasekirin. Divê Tirkiye, ‘Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Kesan li Dijî Windakirina bi Zorê’ îmze bike û bêyî bê derengxistin pêk bîne. Divê di nava Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de komîsyoneke lêkolînê were avakirin, da ku hemû bûyerên windakirinê bên ronîkirin û rastiyê derxe holê. Divê astengên polîsan ên li Meydana Galatasarayê —ku hem cihê bîranînê ye û hem jî cihê kombûna dayikan e— demildest bên rakirin û meydan ji bo “Mirovên Şemiyê” were vekirin. Heta ku rastî derkeve holê, çarenûsa kesên me yên windabûyî zelal bibe û dadgeheke rastîn pêk were, em ê li cem Dayikên Şemiyê bisekinin û piştgiriya daxwazên wan bikin.”













