Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê parlamenterê TÎPê Can Atalay de biryara binpêkirinê da û xwest Can Atalay werê berdan û veger ser xebata parlamenteriyê.
Can Atalay ji Doza Geziyê di sala 2022yan de hatibû girtin. Can Atalay di hilbijartina 2023yan de li Hatayê ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) hatibû hilbijartin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê dosyeya Can Atalay de du cara biryara binpêkrinê dabû û xwestibû bê berdan. Lê Dadgeha 13emîn a Cezaya Bilind a Stenbolê û Dadgeha Bilind biryarê nas nekiribûn. Parlamenteriya Can Atalay di 30ê Çileya 2024an de hatibû betalkirin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Can Atalay de biryara xwe eşkere kir. DMMEyê diyar kir ku mafê wî yê hilbijêriyê hatiye binpêkirin û biryara binpêkirinê da. DMMEyê xwest ku Can Atalay were berdan û vegere ser xebat parlamenteriyê.













