• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
16 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Otomatik taslak

    YCK-KURD: Armanc azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk e

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dêrsim / AW

15 MIJDAR 2026 - 15:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, di 89emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşiya. Di daxuyaniyê de hate gotin ku biryara darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, cihê gorên wan û cihê kesên windakirî ji raya giştî re werin eşkerekirin.

Di 15ê Mijdara 1937an de Seyîd Riza, ji Ûsifan Findiq Axayê kurê Kamer, ji Kureyşan Hesenê Îbrahîmê Qicî, ji Kureyşan Usenê Seydî, ji Demenan Hesen Axayê Civrail Axayê Arekê, ji Demenan Aliyê Mirzê Silî û Resik Usenê Seyîd Riza hatin darvekirin. Di ser vê bûyerê re 89 sal derbas bûn. Tevî ku ewqas sal derbas bûn jî cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî nehat eşkerekirin; şopên komkujî, sirgûn û revandina bi darê zorê ya Terteleya Dêrsimê ya 1937-1938an, ji nifşekî derbasî nifşekî din bûn û heta roja îro hatin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, di 89emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê ABFê Mustafa Aslan, Hevberdevka Komisyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Parlementera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, Hevşaredarên Dêrsimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan ên ku qeyûm li şûna wan hatibûn tayînkirin, Serokê Giştî yê DEDEFê Yaşar Gelîncîk û gelek welatî tev li meşê û bîranîna li Qada Seyîd Riza bûn.

Bîranîn bi vêxistina çirayan dest pê kir. Platformê bi kurdî û tirkî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku darvekirin bi awayekî neqanûnî hatine kirin û bang hat kirin ku biryara darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, cihê gorên wan û cihê kesên windakirî ji raya giştî re werin eşkerekirin.

‘Têkoşîna wan ji bo me ronahî ye’

Di destpêka bîranînê de Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku têkoşîn û berxwedana Seyîd Riza û hevalên wî îro jî berdewam dike û wiha got: “Me û gelê me tînin rûbirûyê hev. Di vê pêvajoyê de li pêşiya me dibin asteng. Bila şehîdên me di gorên xwe de rehet razên; neviyên wan ala têkoşîna wan girtine û pêş ve dibin. Em biçin ku derê jî em ê vê ronahiyê bi xwe re bibin. Li ser vê axê gelek lîstik hatin lîstin lê heqîqeta vê erdnîgariyê neqediyaye. Ev ax ne mifteya siyasetê ye. Eger em xwedî li baweriya xwe derkevin, tu kes nikare li pêşiya me bisekine.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar xwest ku arşîvên terteleyê werin vekirin û derbarê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de jî diyar kir ku divê nasnameya gelan di nav pêvajoyê de were qebûlkirin û wiha domand: “Wan ji 15ê Mijdarê heta niha siyaseta qirêj di her mal û xaniyî de meşand. Gelê me destûr neda van lîstikan û li ber xwe da. Sekna wan a serbilind ji bo me ronahî ye, têkoşîna wan ji bo me ronahî ye. Seyîd Riza çi got? Got ku: ‘Min bi derew û hîleyên we nekarî, ev ji min re bû ders. Lê min jî li ber we serî netewand, bila ev jî ji we re bibe derd.’ Gelê me jî wekî Seyîd Rizayan, li ber hîle û zilma wan serî netewand. Navê Dêrsimê nas bikin, heqîqetê bibînin. Bila tevahiya gelên Tirkiyeyê di zimanekî hevpar de bibin yek û em li ser aştiyê biaxivin.”

‘Dixwazin baweriya me winda bikin’

Piştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê ABFê Mustafa Aslan bal kişand ser wê yekê ku ji bo gihandina mîrasa Seyîd Riza û hevalên wî ya ji bo siberojê divê têkoşîneke zêdetir were meşandin û wiha got: “Îro bi destê hevkaran dixwazin baweriya me winda bikin. Divê em hişyar bin.”

‘Divê rûbirûbûna dîrokî were pêkanîn’

Serokê Giştî yê DEDEFê Yaşar Gelîncîk destnîşan kir ku darvekirin beşek ji polîtîkayên dewletê yên li dijî hebûna dîrokî ne û wiha axivî: “Tevî ku 89 sal derbas bûn jî, me dev ji lêgerîna dadwerî û heqîqetê berneda. Divê cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin eşkerekirin. Em qebûl nakin ku ev daxwaz hê jî nehatibe pêkanîn. Divê rûbirûbûna dîrokî were pêkanîn.”

‘Di gotinên xwe de komar pênase kir’

Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temelli jî got ku tevî 89 sal derbas bûne jî cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî nehatiye eşkerekirin û wiha axivî: “Seyîd Riza dema ber bi sêdarê ve diçû di gotinên xwe de komar pênase kir. Banga xwe li komarê kir.”

Bîranîn piştî danîna gulan a li ser peykerê Seyîd Riza bi dawî bû.

Etîket: bîranîna qirkirina DersîmêSeyid Riza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Neviyên Seyîd Riza: Heta ku gor neyên eşkerekirin, dê aştî çawa çêbe?

Neviyên Seyîd Riza: Heta ku gor neyên eşkerekirin, dê aştî çawa çêbe?

15 MIJDAR 2026
Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

15 MIJDAR 2026
Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

8 TÎRMEH 2026
KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

29 HEZÎRAN 2026
‘Eşkerekirina cihê gora Seyîd Riza ji bo aştiyê gelek girîng e’

‘Eşkerekirina cihê gora Seyîd Riza ji bo aştiyê gelek girîng e’

15 MIJDAR 2025
Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Şirnexê hatin bibîranîn

Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Şirnexê hatin bibîranîn

15 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne