Wan – Rêvebera DADê ya Wanê Rûken Kilinç derbarê neaşkerekirina cihê gorên Seîd Riza û hevalên wî de anî ziman ku tevî 89 sal bi ser darvekirina wan re derbas bûne jî hê cihê gorên wan nayê zanîn û wiha got: “Xwedîderketina rastîn a li mîrateya wî, parastina îqrarê, sekinandina li dijî asîmîlasyonê û qebûlkirina heqîqetê ye.”
Bi ser darvekirina Pîr Seîd Riza, kurê wî Resîk Uşen û 5 pêşengên din ên Dersîmê re ku di 15ê Mijdara 1937an de li Meydana Genim a Xarpêtê hatin qetilkirin, 89 sal derbas bûn. Tevî ku ewqas sal derbas bûne jî cenazeyên Seîd Riza û hevalên wî radestî malbatên wan nehatin kirin û cihê gorên wan hîn jî tê veşartin.
Rêvebera Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Wanê Rûken Kilinç têkildarî 89emîn salvegera qetilkirina Seîd Riza û hevalên wî, ji ajansa me re axivî û polîtîkaya dewletê ya veşartina cihê goran rexne kir.
‘Veşartina cihê goran ne tesaduf e’

Rûken Kilinç diyar kir ku 89 sal in cihê gorên Seîd Riza û hevalên wî nehatiye eşkerekirin û ev yek ne tenê nediyariyeke, nîşaneya herî şênber a berdewamiya polîtîkaya înkara sîstematîk û tunekirina bîrê ye. Rûken Kilinç destnîşan kir ku cenazeyê Seîd Riza, kurê wî Resîk Uşen û pênc pêşengên din ên Dersîmê yên ku di 15ê Mijdara 1937an de li Meydana Genim a Xarpêtê hatin darvekirin, hem radestî malbatên wan nehatin kirin û hem jî heta îro cihê gorên wan nehatiye eşkerekirin.
Rûken Kilinç anî ziman ku ev rewş ne tesaduf e û wiha got: “Veşartina cihê gorê astengkirina bîranîn, serdan û lêgerîna heqîqetê ye. Her wiha ji bo jibîrkirina komkujiya li Dersîmê û taloqkirina rû bi rû dimîne.”
‘Eşkerekirina cihê goran mafekî mirovî û baweriyê ye’
Rûken Kilinç bal kişand ser girîngiya spartina axê û serdana goran a di baweriya Elewiyan de û wiha pê de çû: “Divê cihê gorên Seîd Riza û şeş canên din ên hatine darvekirin demildest bên eşkerekirin. Astengiyên li pêşiya veguhestina cenazeyan a ji bo Dersîmê divê bên rakirin, arşîv bên vekirin û rûbirûbûneke samîmî bi komkujiyê re pêk were. Ev daxwaz ji bo me ne helwesteke siyasî ye, mafekî bingehîn ê mirovî û baweriyê ye. Ji ber ku di baweriya Elewiyan de can a ji bo axê, serdana gorê û bîranîn esas e. Nediyarîbûna cihê gorê, şîna malbatan û ya tevahiya civakê her tim zindî dihêle.”
‘89 sal derbas bûne lê belê tu gav nehatine avêtin’

Rûken Kilinç destnîşan kir ku tevî 89 sal derbas bûne jî neavêtina vê gava nîşan dide ku tiştên di salên 1937-38an de qewimîne hîn jî bi fermî nehatine qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Lêborîn ji gelê Dersîmê nehatiye xwestin û hişmendiya asîmîlasyonê didome. Rûbirûbûneke samîmî tenê di rastiya komareke demokratîk de pêkan e. Eşkerekirina cihê goran yek ji gavên herî bingehîn û ya destpêkê ye. Em ê bi xwedîderketina li sekna Seîd Riza ya ku digot ‘di eniya me de lekeyeke reş tune ye, serê me bilind e’ vê daxwazê bînin ziman.”
‘Xwedîderketina li mîrateyê sekinandina li dijî asîmîlasyonê ye’
Rûken Kilinç bi bîr xist ku Seîd Riza di kêliya xwe ya dawî de jî ne canê xwe, lê belê gelê xwe û zarokên li pey xwe hiştine fikirî ye û wiha domand: “Seyîd Riza ne xwe, lê belê gelê xwe, zarokên xwe û siberojê fikiriye. Îro em qismî xwedî li vê wesiyetê derdikevin lê têrê nake. Hîn jî zimanê me, baweriya me, nasnameya me û dîroka me di bin zextê de ye. Xwedîderketina bi wateya rastîn parastina îqrara me, sekinandina li dijî asîmîlasyonê, paşvegirtina navê Dersîmê û qebûlkirina heqîqetê ye. Heta ku em van nekin, em bi têra xwe xwedî li mîrateya Seîd Riza derneketine.”
‘Li cem gelê xwe sekinî û ji nifşên pêşerojê re wesiyetek hişt’
Rûken Kilinç da zanîn ku jiyana 74 salî ya Seîd Riza û xatirxwestina wî ya li ber sêdarê bi têgehên serbilindî û îqrarê pênase kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jiyana wî ya 74 salî û gotinên wî yên dawî bi tevahî li ser sekna bi rûmet, li ber zilmê hatibû avakirin. Serê xwe netewand, li cem gelê xwe sekinî û ji nifşên pêşerojê re wesiyetek hişt.”













