Navenda Nûçeyan – Di 4ê Gulana 1937an de ango 89 sal beriya niha ji hêla hikûmeta CHPê ya wê demê ve bi navê “Hereketa Tenkîl a Tunceli” li Dêrsimê qetlîam pêk hat. Ev operasyona ku heta Îlona 1938an berdewam kir bi qirkirinekê hate bidawîkirin. Seyîd Riza ku li dijî vê plana komkujiyê serî hilda di 15ê Mijdara 1937an de li Xarpêtê hate bidarvekirin. Gotinên Seyîd Riza îro jî di bîra gelê Kurd de zindî ye û ew gotin hê jî di nav çiyayên Dêrsimê de olan dide.
Dêrsim bi bîr û baweriya xwe bi xweza û çiyayên xwe yek ji bajarê herî qedîm û berxwedêr ê Bakûrê Kurdistanê ye. Dema Dêrsim tê gotin komkujiya li dijî wê tê bîra her kesî. Bi pêşengiya hikûmeta wê demê ya bi serkêşiya Mustafa Kemal di 4ê Gulana 1937an de li dijî Dêrsimê plana komkujiyê hate destpêkirin. Seyîd Riza û hevrêyên xwe li dijî plana komkujiyê serî hildan û hewl dan ku pêşî li operasyona qirkirinê bigirin.
Peywirdarê fermî yê wê demê ku paşê bû Wezîrê Karên Derve, Îhsan Sabrî Çaglayangîl di bîranînên xwe de wiha behsa qetlîama Dêrsimê dike û dibêje, “Hemû ketibûn şikeftan. Artêşê li dijî wan gazên jehrînî bikaranî û hemû kesên revîn û ketin şikeftan jehrînî bûn û can dan. Li Dêrsimê ji 7 salî heta 77 saliyan hemû Kurd hatin serjêkirin. Operasyonek bi xwîn pêk hat, doza Dêrsimê bi vî awayî qediya. Desthilatdariya hikûmetê bi vî awayî ket Dêrsimê û gundên wê.”
Piştî qetlîamên mezin li dijî gelê Dêrsimê rûda, rayedarên hikûmetê Seyîd Riza ji bo hevdîtinan vexwendin Erzînganê. Seyît Riza û 5 hevalên xwe ketin rê, di 5ê Îlona 1937an de jî tevî hevalên xwe li ser rê hate girtin. Piştî girtinê Seyîd Riza fêm kir ku ew bi xiyanetê re rû bi rû man e.
Darizandina sembolîk!
Darizandin li Xarpêtê di saloneke sînema/şanoyê de, bi rêbaza dadgeheke awarte ya bi rayeyên taybet hatin birêvebirin. Tevî ku piraniya bersûcên derxistin pêşberî heyeta dadgehê bi Tirkî nizanibûn jî, wergêrekî fermî ji wan re nehate dabînkirin. Her wiha nehiştin ku bersûc parêzeran bigirin an jî parastinekê amade bikin.
Li gorî Qanûna Cezayê ya Tirk a wê serdemê, darvekirina kesên ku temenê wan ji 65 salî mezintir bû û cezakirina zarokên ji 18 salî biçûktir wekî mezinan qedexe bû. Ji bo ku vê astengiyê derbas bikin, bi biryara dadgehê temenê Seyîd Riza yê di salên xwe yên 70î de temenê wî kêm kirin û daxistin 54 saliyê, temenê kurê wî Resîk Huseyîn ê 16-17 salî jî derxistin 21 saliyê.
Rûniştina dawî ya darizandinê li dijî qanûnê di dawiya hefteyê de hate lidarxistin û bêyî ku mafê temyîzê (îtîrazê) bê dayîn, biryar hate teqezkirin. Darvekirin, beriya serdana Mustafa Kemal Ataturk a Xarpêtê ya di demeke nêzîk de, nîvê şevê li Qada Genim a Xarpêtê (Meydana Xelê) hatin bicihanîn. Li gorî hin çavkaniyan jî tê gotin ku Seyîd Riza bi M.Kemal Ataturk re hevdîtin kiriye û di vê hevdîtinê de M. Kemal Ataturk, ji Seyîd Riza xwestiye ku serî bitewîne, Lê Seyîd Riza li ber M.Kemal Ataturk serî netewandiye û ji ber vê hatiye darvekirin.
Şeva darvekirinê çi qewimî?
Şeveke payîzê ya sar û tarî bû. Sir û seqama Dêrsimê serçavên mirov dişewitand û canê mirov dicirifand. Şeva ku 14ê Mijdara 1937an girê dida 15ê Mijdarê, li Xarpêtê bêdengiyeke kûr û giran hukim dikir. Bayekî cemidî ji ser bajêr radibû li ser çavê her kesî dida û hemû kes dicirifî.
Li girtîgeha bajêr, li ber deriyê qawişekê dengê zincîran hat bihîstin. Zêrevan hatin, derî bi deng vebû. Kalepîreke bi heybet ku rihê wî ya spî li ser sînga wî diçirisî, bi serbilindî serê xwe rakir. Ew Seyîd Riza bû. Salên dûr û dirêj ên jiyanê, rêzeçiyayên bilind ên Dêrsimê û giraniya êşên gelê wî li ser rûyê wî xêzên kûr çêkiribûn, lê çavên wî mîna çirûskekê ronî bûn.
Nizanibû ber bi ku ve dibin; dadgehkirineke lezgîn, biryareke ku ji berê de hatibû dayîn û rêyeke ku ber bi bêvegerê ve diçû. Piştî ku Seyîd Riza fêm kir ku wê wî û hevalên wî darve bikin ev hevok ji devê wî derket û olan dida; “Em ewladên Kerbelayê ne, em bêguneh in; ev şerme, zilm e, cinayet e.”
Li hewşê kurê wî Resîk Huseyîn ê ciwan jî anîn kêleka wî. Dîtina lawê xwe yê xort, dilê kalepîr lerizand, lê nehişt ku dijmin hêsirekê di çavên wî de bibîne. Tenê daxwazek jê re ma; xwest ku beriya kurê xwe bê darvekirin da ku mirina perçeyekî kezeba xwe nebîne. Lê ew daxwaz jî nehat pejirandin; berê kurê wî birin ber sêdarê. Seyîd Riza bi dilekî şewitî lê bi rûyekî pola li kurê xwe nêrî, êşa herî giran di sînga xwe de veşart.
Dû re dor hate kalepîrê Dêrsimê
Seyîd Riza anîn Qada Genimê. Li qadê sêdarek bêdeng û tenê sekinîbû. Li dora wê çend leşker, rayedar û bêdengiya tarîtiyê hebû. Dema xwestin destê wî bigirin û wî bibin sêdarê, wî destê wan da aliyekî. Pêdiviya wî bi alîkariya wan tune bû. Bi gavên xurt û qewîn xwe gihand darbestê, werîs bi xwe avêt stûyê xwe.
Gotina dîrokî ya Seyîd Riza
Beriya ku Seyîd Riza bibe qêrînek di nav tarîtiya şevê de, li qadê nêrî. Dengê wî ne mîna yê mirovekî ku diçe mirinê, mîna yê çiyayekî ku bi asîman re diaxive bilind bû û olan dida û digot; “Min bi derew û hîleyên we nikaribû, ev ji min re bû derd; lê min jî li ber we çok nedanî û serî netewand, bila ev jî ji we re bibe derd!”
Pê li kursiyê kir. Di wê çirkeyê de dem li Xarpêtê rawestiya. Bayê sar ê şevê gotinên wî hilgirtin, ji ser geliyan firandin û birin lûtkeyên Çiyayê Mûnzûrê û her devera Dêrsimê. Şev tarî ma, lê navê wî di bîra geliyên asê yên Dêrsimê de wekî berxwedaneke bêdawî hate neqişandin…
Daxwaza eşkerekirina cihê goran
Li gorî hin çavkaniyên serbixwe û herêmî li Dêrsimê di 1937-1938an de di navbera 50-70 hezarî de mirov hatine kuştin. Li gorî hin îdiayan jî ev hejmar 100 hezar e.
Cihê gora Seyîd Riza û gorên hevrêyên wî yên ku di 15ê Mijdara 1937an de li Qada Genim a Xarpêtê hatin darvekirin, hîn jî nehatiye eşkerekirin. Ligel ku bi dehan salane Kurd ji bo dadikevin qadan û dixwazin cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin jî hêj gavek nehatiye avêtin û kes cihê gora Seyît Riza û hevalên wî nizane.
Her sal nûnerên saziyên mafên mirovan, saziyên Elewiyan û siyaseta demokratîk a gelê Kurd û malbatên qurbaniyan bang li rayedaran dikin ku cihê gorên wan bê eşkerekirin. Her wiha sazî û dezgeh dixwazin ku dewlet ji bo êşên dîrokî yên Dêrsimê gavên rûbirûbûnek rastî werin avêtin.












