Piştî teqîna li Kargeha Hesin û Pola ya HABAŞê ya li Îzmîrê ku tê de 19 karkeran jiyana xwe ji dest dabû, biryara qedexekirina telefonan a rêveberiyê bû sedema bertekên tund. Karkerên ku dest ji kar berdan û rê girtin, bi mudaxileya cendirmeyan re rû bi rû man û gelek karker bi lêdanê hatin binçavkirin.
Piştî teqîna li Kargeha Hesin û Pola ya HABAŞê ya li Îzmîrê, ku tê de 19 karkeran jiyana xwe ji dest dabû, krîza di navbera karker û rêveberiyê de gihîşt lûtkeyê. Tevî ku hê şîna karkeran û rakirina kavilan didome jî biryara qedexekirina telefonan a ji aliyê Serokê Desteya Rêveberiyê Mehmet Ruştu Başaran ve hat dayîn, bû sedema bertekan.
Patron xwest li kargehê telefonan qedexe bike
Şeva bihûrî li kargehê bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku bi fermana Mehmet Ruştu Başaran karker nikaribin bi telefonan bikevin kargehê û karkerên ku guh nadin vê hişyariyê dê nikaribin derbasî kargehê bibin. Karkerên ku diyar kirin ku di rewşeke lezgîn de malbatên wan nikarin bigihîjin wan, bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin ku pişti Mehmet Ruştu Tirkyakî hat girtin û bi şerta “hepsa malê hat berdan” ji “hepsa malê” ve fermanan dide.
Karker neçûn kar û rêveberî protesto kirin
Ji ber qedexeya telefonan û zextên ku berdewam dikin, karkerên vardiyaya şev û sibehê nexebitîn. Karkeran li pêşiya kargehê bi dirûşmên “Rêveberî îstîfa”, “Turk Metal îstîfa” û “Em dixwazin bi rûmet bijîn” çalakî li dar xistin.
Nûnerên sendîkaya Turk Metal ên ku xwestin karkeran razî bikin û bibin hundir, bi berteka karkeran re rû bi rû man. Karkeran bi gotina “Çend mirov li vir mirin, her roj sewqiyat heye, derewan nekin”, nûnerên sendîkayê û şefê ewlehiyê ji qadê qewirandin.
‘Heta lêkolîneke serbixwe neyê kirin em naxebitin’
Karkerên HABAŞê diyar dikin ku heta lêkolînên serbixwe û tedbîrên ewlehiya kar neyên girtin dê nexebitin. Her wiha karkeran diyar kirin ku ew ê heta daxwazên wan bên qebûlkirin rêya li ber kargehê bigirin.
Cendirmeyan mudaxile kir: Karker bi lêdanê hatin binçavkirin
Piştî ku karkeran rê girtin, cendirme û TOMA sewqî qadê hatin kirin. Di encama mudaxileya leşkeran de gelek karker bi lêdanê hatin binçavkirin.









