Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ya 6emîn li ber bîrdariya qurbaniyan a Amûdê bi bîranîna qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê dest pê kir.
Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê cara şeşemîn mazûvaniya festîvala fîlman a navneteweyî dike. Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Rojava ya 6emîn tê lidarxistin. Festîvalê bi bîranîna qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê dest pê kir. Festîvalê îsal jî bi coşeke zêde û bi tevlêbûneke zêde dest pê kir. Gelek mêvan ji bajarên derdorê û qada navneteweyî tev li mihrîcanê bûn. Bernameya bîranînê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin.
Qurbaniyên Sînemaya Amûdê
Ji ber ku Sînemaya Amûdê ji bo gelê Kurd xwedî cihek girîng û bîra civakî ye, li ber bîrdariya qurbaniyan a li bajarê Amûdê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di 13ê Mijdara 1960î de li Sînemaya Amûdê, 283 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn; lewma destpêka festîvalê ji bo bîranînê hate veqetandin. Di bernameya bîranînê de ji bo qurbaniyan rêz hate girtin. Gelek sînameger, welatî û mêvanên festîvalê tev li bîranînê bûn û cangoriyan bi bîr anîn.
Fîlma ‘Hevalê Kekê Min’
Piştî bernameya bîranîn saet li 17:00an dê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo Koma Ma Musicê derkeve ser dikê û bi pey re jî fîlmê “Hevalê Kekê Min” were nîşandan. Ev fîlm yek ji filmên metraj dirêj e û naveroka wê li ser zimanê Kurdî ye.
Di nav bernameya dewlemend a festîvalê de ku dê heta 20ê Mijdarê bidome de gelek filmên cur bu cur werin nîşandan û bernameyên cihêreng werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de 8 belgefîlm, 7 fîlmên sêwirandî, 9 kurtefîlmên Kurdî, 9 kurtefîlmên navneteweyî, 6 çîrokên hevpar ên li derveyî pêşbaziyê, 5 filmên berhemên ji Rojavayê Kurdistanê di festîfalê de cih digirin.















