Enqere – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî polîtîkayên tunehesibandin û bişaftinê yên netew dewletan çareseriya entegrasyona demokratîk li pêş dixe û dibêje, “Kok nebe hebûn nikare bibe xwedî statu. Heke komar demokratîk nebe Entegrasyona Demokratîk jî çênabe. Entegrasyon berovajî bişaftinê qebulkirina hevdu ye û rêzgirtina li hemberî mafên hev e.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga dîrokî ya 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn serdemekê nû li pêş xist, bi vê bangê ve serdema têkoşîna çekdarî bi dawî kir û ji bo çareseriya pirsgirêkan rêya siyaseta demokratîk û dîaloge pêş xist. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyara entegrasyona demokratîk kir ku ku li ser esasê hevdû qebûl kirinê ye. Ew pêşniyar ne tenê ji bo pêvajoya Bakurê Kurdistanê, li çar aliyên Kurdistanê, bi dewletên serdest re li ser esasê entegrasyona demokratîk ango bi hevdû qebûlkirinê re çareseriya pirsgirêkan e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê pêşniyarê re çareseriya pirsgirêkên sed salan a bişaftin û tunehesibandinê digire dest. Gelê Kurd ku welatê wan Kurdistan e, ji aliyê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hatiyê parvekirin, rastî polîtikayên tunehesibandin û bişaftinê hatiye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bingeha pirsgirêkên li çar aliyê Kurdistanê tên jiyîn di netew-dewletê de dibîne ku ev yek gel û baweriyên cuda tune dihesibîne û dixwaze hemû cudahiyên ji holê rake. Çareserî jî di entegrasyona demokratîk de ku berovajî pişaftin û tunehesibandinê li ser esasê hevdû qebûlkirin û rêzgirtina mafan pêşniyar dike.
Hiqûqa Entegrasyona Demokratîk
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi heyeta DEM Partiyê re û peyamên xwe de her tim girîngiya Entegrasyona Demokratîk destnîşan dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Entegrasyona Demokratîk mîsogeriya hiqûqê û derxistina qanûnan şertekî bingehîn dibînê, di peyama xwe ya ji konferanseke li Îngilizîstanê re şandiye de wiha dibêje: “Entegrasyon berevajî asîmîlasyonê ye. Asîmîlasyon dihelîne û neyartiyê mezin dike; entegrasyon yekîtiyê çêdike, aştiyê ava dike. Ev temam dike ku civaka demokratîk hebûna xwe biparêze û di çarçoveya mafên kolektîf de, bi awayekî dilxwazî beşdarî komara demokratîk bibe.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qanûnên Entegrasyona Demokratîk qanûnên hemwelatîbûna wekhev û azad ve pênase dike û netewbûnê jî li ser hemwelatiya wekhev ji nû ve pênase dike. Bi Entegrasyona Demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazê gelê Kurd ku sed sal in ji aliyê dewletên serdest ve dervayî hiqûqê mane û mafê wan hatiyê binpêkirin, tevlî hiqûqê bibin, mafê xwe yên bingehîn ên ziman, xwe birêvebirinê bi hiqûqê mîsoger bike.
Komar Demokratîk nebe entegrasyona demokratîk çênabe
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo şerê 50 sal in dom dike wekî şerê hebûnê pênase dike û dibêje êdî dor dora azadiyê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku Entegrasyona Demokratîk pêngaveke stratejîk dibînê, pêkanîna wê jî bi têkoşîn û muzakereyên demdirêj ve dibîne û wekî pêvajoyeke avakirinê digire dest. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî dibêje, “Pêvajoyeke ku bi hiqûqê neyê mîsogerkirin tenê dikarê bi awayeke demkî pêvçûnan rawestîne. Hiqûq tunebe hebûn nikare xwedî statû bibe. Heke komar demokratîk nebe Entegrasyona Demokratîk jî çêneba. Heta destûra bingehîn û hiqûqa netew dewlet bi reforman nayê sererastkirin bawerî jî çênabe.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van pêyaman girîngiya sererastkirina hiqûqê destnîşan dike.
Entegrasyona demokratîk çi ye û çima girîng e?
Entegrasyon peyveke Latînî ye û bingeha xwe ji “înteger” girtiye. “Întegre” tê wê wateyê ku parçeyan digihîne hev û temam dike. Yanî tu parçe di nav a din de nahêle û bi xweserî û taybetmendiya xwe ve bi parçeyên din re dibe yek û hevdû temam dike. Di zanîsta matematîk e de jî jê re dibêjin întegral. Întegral bi gelek hejmaran pêk te lê tu hejmar di nav a din de nahele. Her wiha hemû parçe xweserî û taybetmendiya xwe diparêzin. Wate û girîngiya parçeyekî an jî hejmareke ya din re giredayî ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di vê çarçoveyê de ji bo pirsgirêkên ji ber hevdû neqebûlkirinê derketine holê bên çareserkirin, vê modelê ji bo hemû qadên jiyanê pêşniyar dike ku li dijî hevdû neqebûlkirinê li ser esasê hevdû qebûlkirinê çareserî pêş bikevin. Di vê çarçoveyê de Entegrasyona Demokratîk ne tenê ji aliyê hiqûqî ve di heman demê de hemû qadên jiyanê de nêrîn ango avakirina hişmendiyeke li ser esasê hevdû qebûlkirinê ango qebûlkirina “ê din” tê kirin. Lê di vê qebûl kirinê de ya esas taybetmendiya xwe parastinê û tunenehesibandina nasname, bawerî û pêkhateyên cuda ye. Entegrasyona Demokratîk di heman demê de şewaya jiyan û modela Netewa Demokratîk e ku hemû gel, bawerî, pekhatê bi ziman, nasname û taybetmendiyên xwe bi hev re dijîn e. Di vê çarçoveyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêvajoyê weke pêvajoya avakirina Civaka Demokratîk pênase dike, ji bo avakirina Civaka Demokratîk jî modela Entegrasyona Demokratîk pêşniyar dike.
Pirzimanî û xweseriya rêveberiyên herêmî
Di vê çarçoveyê de Entegrasyona Demokratîk di hemû qadên jiyanê de li ser esasê hevdû qebûlkirin û rêzgirtina taybetmendiyên hevdû ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de ji bo entegrasyona demokratîk dibêje hewcehî bi reformên hiqûqî heye. Li ser vê esasê hemû zimanên dayikê weke dewlemendî bê dîtin û mafê zimanê dayikê di destûra bingehîn de be mîsogerkirin. Her wiha xweseriya rêveberiyên herêmî be naskirin û civak bi awayekî wekhev tevlî siyasetê bibe. Wekhevî û rêzgirtina taybetmendiyên ji hevdû re rêgeza serekê ya Entegrasyona Demokratîk e. Ji bo vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî şênber dibêje, ji Komareke faşîst re entegrasyon nabe. Entegrasyon heke komar demokratîk be çêdibe. Di vê çarçoveyê de nirxandina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî ew ê ku komar bi hiqûq û reformên destûra bingehîn bê demokratîkkirin da ku entegrasyon pêk were û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigeheje encamê.
Li cîhanê mînakên entegrasyonê
Çareserî ango modela entegrasyonê li gelek deverên cîhanê di pêvajoyên çareseriyê yên pêvçûnan de hatiye bikaranîn. Yek jî ji van mînakan Îşkoçya û Ingilîstan e. Ji modela wan re Devolution jî tê gotin. Devolution tê wateya dewirkirina peywîran e. Bi vê modelê Îskoçyayê di nava dewletê de ji meclisên herêmî heta rêveberiyên herêmî û perwerdehiyê, peywîr girt û 300 sal in bi hev re dijîn. Rêberê Gelê Kurd jî di nirxandinên xwe yên li ser rêveberiyên herêmî de vê mînake dide. Yek jî mînakên vê ji Îrlandaya Bakur e. Ya herî zêde dişîbe pêvajoya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî ew e. Pişti IRA çekan berdide ji bo Sinn Fêîn tevlî siyasetê bibe di navbera dewletê de modela entegrasyonê tê pêşxistin. Ew mînak yek jî mînaka herî şênber û ber bi çav a di pêvajoyên pêvçûnan de veguheriye pêvajoya siyaseta demokratîk e. Her wiha li Îspanyayê jî di navbera Herêma Bask û Îspanyayê de piştî berdana çekan ETAyê re peymanek hatiyê îmzakirin û bi vê peymanê dewletê mafên xweseriya herêmî û netewî nas kiriye. Mînakên bi vî rengî ji Kolombiya û Başurê Efrîkayê jî tê dîtin. Bi modela entegrasyonê li gelek deverên cihanê pêvajoyên pêvçûnên ên bi dehan salan bi dawî bû ne û rê li ber siyaseta demokratîk vekiriye.












