Serokê YNKê Bafil Talebanî ragihand ku ya PDKê pêk aniye li welatên derve rû bida dê bihatana girtin, ji ber ku bi temamî bêrêzî li parlamentoyê kir û mafê xelkê binpê kir û got: “Tu parlamento nîn e, em qebûl nakin.”
Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, di Foruma Stratejîk a Silêmaniyê de derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, çalakkirina parlamentoya Herêmê ji aliyê PDKê ve û rewşa navçeyê gotarek pêşkêş kir.
Bafil Talebanî got: “Ev tişta ku li parlamentoyê rû da bi temamî rewş têk da û krîzeke mezin bû. PDK bi temamî bêrêzî li parlamentoyê kir û mafê gel binpê kir. Piştrast bin bê ceza derbas nabe, ya ku kir şaşiyeke mezin bû.”
‘PDK tiştekî qebûl nake’
Talebanî diyar kir ku ev yek li welatên derve çêbûya wê bihatana girtin û wiha anî ziman: “Ya ku rû da li parlamentoyê hilweşîneke mezin bû. Tu parlamento nîne û em qebûl nakin. Me du îdareyên birêvebirinê hene. Kêmîneyek di nav PDKê de ti tiştekî qebûl nake. Ev tişta ku PDKê kir li welatên derve rû bidaya dê bihatana zindanîkirin.“
Bafil Talebanî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku Çemçemal Teksasa Kurdistanê ye û hemû gaz û elektrîka Herêma Kurdistanê li wir tê berhemanîn, lê 40 sal in li pey Hewlêrê ye û got ku ji aliyê darayî ve wê li benda destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemînin ku alîkariya wan bike.
Talebanî her wiha qala projeya Rûnakî kir û got: “Projeya Rûnakî ji projeyeke xizmetguzariyê bûye projeyeke bazirganiyê ji bo çend kesan û mehane bi milyonan dolaran qezenc dikin.”
Bafil Talebanî diyar kir ku di dirêjahiya şerê Îran û Amerîkayê de wan hewl da ji bo aramkirina gelê xwe civînekê li gel PDKê li dar bixin, lê PDK amade nebû û got: “Siyaseta PDKê li Bexdayê şaşe ku li gorî wî ‘Bexdayeke hejar tê wateya Kurdistaneke bihêz’. Lê ev berovajî ye, Bexdayeke bihêz tê wateya Kurdistaneke bihêz.”
Talebanî derbarê êrişa li ser Kormorê de jî ev yek anî ziman: ““Hê jî zû ye ez biryarê bidim kî êriş kiriye, lê Îran û komên çekdar red kirine ku wan êriş kiribe. Pêwîste lêkolîn were kirin, baweriya min bi lêkolînên hikûmeta Zeydî heye. Eger Bexda sîstema parastinê ji bo me dabîn nake, bila rê bide me em bi xwe bikirin, em sîstema êrişber naxwazin em sîstema parastinê dixwazin.”
Bafil Talebanî ragihand ku ew hemfikirê peyama Tom Barrack e, lê peyama wan ji bo Washîngton û cîhanê ew e ku bihêlin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin.
‘Dîplomasî di medyayê de bi rê ve naçe’
Bafil Celal Talebanî piştî gotara xwe di panelê de pêşkêşî Foruma Stratejîk a Silêmaniyê kir, derbarê bangawaziya Serokê PDKyê Mesûd Barzanî ya ji bo danûstandinan axivî û got ku ew peyam ne cidî bûye.
Talebanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku piştî nirxandin û lêkolîneke dûv û dirêş gihiştine wê encamê ku ev hewldan ji bo diyalogeke rasteqîn nîn e. Talebanî bal kişand ser rêyên pêwendiyê yên fermî û wiha got: “Peyama ji bo rûniştinê û ji bo dîplomasiyê di nava ragihandinê de nayê kirin. Jimara telefona me li gel hev heye û mektebên me yên siyasî di pêwendiyê de ne. Kengî yekî bi fermî daxwaza rûniştinê kir, em lêkolînê dikin û bersivê didin.”
Talebanî her wiha bangên bi rêya medyayê jî wekî hewldaneke ji bo afirandina hincetan nirxand û wiha got: “Ev wekî hincetekê ye ji bo pêngava pêşerojê ku di niyeta wan de ye biavêjin da ku piştre bibêjin me daxwaz kir lê ew nehatin. Ev lîstik kevn in û ew kulav nakeve serê kesî.”













