Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî ya Iraqê Sebah Numan diyar kir ku vekişîna hêzên Tirkiyeyê ya ji baregeha Zêlkan a li Başîqayê dê vê mehê dest pê bike. Numan diyar kir ku heta dawiya salê dem ji bo hêzên Tirkiye hatiye dayîn daku baregehê radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê bike.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî ya Iraqê Sebah Numan, derbarê hebûna hêzên artêşa Tirk a li baregeha Zêlkan a li Başîqayê û vekişîna wan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku radestkirina hêdî hêdî ya baregeha Zêlkan wê di vê mehê de dest pê bike û wê heta dawiya salê dawî li hebûna hêzên Tirkiyeyê ya li baregehê were anîn. Hat gotin ku piştî vekişînê dê baregeh radestî hêzên Iraqê bê kirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Komîsyona Ewlekariyê ya Hevbeş a di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ji bo radestkirina baregeha Zêlkan û bihêzkirina tedbîrên ewlekariyê li Şengalê bi awayekî pratîkî dest bi karê xwe kiriye.
Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê nûnerên her du welatan di nava komîsyonê de cih bigirin, wê di dema pêş de lez bidin xebatên xwe da ku bigihêje di dema hatî diyarkirin de dawî li vê dosyayê bê anîn û baregeh radestî hêzên Iraqê bê kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku çalakkirina komîsyona ewlehiyê ya hevbeş ji ber wan lihevkirinên ku serokwezîrê Iraqê, ligel serokê Tirkiyeyê di civîna xwe ya di 23yê Îlonê de li New Yorkê pêk anîbûn de çêbûye.
Hêjayî gotinê ye ku li ser 4 xalên li jêr li hevkirin pêk hatiye;
1-Kûrkirina hevkarî û koordînasyona ewlehî û stratejîk.
2-Bihêzkirina desthilata dewleta Iraqê li Şengalê.
3-Vekişîna hêdî-hêdî ya hêzên Tirkiyeyê ji baregeha Zêlkan a li Başîqayê.
4-Bihêzkirina hevkariya aborî.













