Li Îzmîrê polîsan bi ser malên ciwanên sosyalîst û demokratîk de girtin û 23 kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî di çarçoveya heman lêpisînê de bi ser Komeleya Hunerê ya Ayisigi Ekin û Weşanxaneya Yeni Donemê de girtin.
Li Îzmîrê bi ser malên rêveber û endamên Tevgera Kaldiraç, Tevgera Zanîngeha Azad, Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst, Tevgera Ciwan Dê Serûbin Bike, Partîzan, Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG), Yekîtiya Têkoşînê, Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger (DOB), Kolektîfên Xwendekaran û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de hat girtin û 23 kes hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku serdegirtinên malan di çarçoveya du lêpirsînên cuda de hatine kirin. Di dosya ewil de, kesên ku tê îdiakirin beşdarî bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya ya di roja ku hat kuştin de bûne, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.
Kesên din jî bi “endamtiya rêxistinê” tên tawbarkirin. Di çarçoveya dosyaya endamtiyê de li Îstenbolê jî serdegirtinên malan hatin kirin. Hat hînbûn ku endamên Yekîtiya Têkoşînê û Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger ên ku li Îstenbolê hatine binçavkirin dê bînîn Îzmîrê.
Kesên hatine desteserkirin li Emniyeta Bajar a Îzmîrê tên ragirtin.
Stenbol
Li Stenbolê jî li dijî Platforma Yekîtiya Têkoşînê serdegirtinên malan hatin pêkanîn. Di çarçoveya lêpirsînê de bi ser buroyên Komeleya Hunerê ya Ayisigi Ekin û Weşanxaneya Yeni Donemê de hatin girtin.
Hejmara kesên hatine binçavkirin û sedema wan nehate hînbûn. Hate diyarkirin ku li bajar endamên Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) û Jina Demokratîk a Nû (YDK), Kolektîfên Xwendekaran û Tevgera Kaldiraçê jî hatine binçavkirin.













