Orhan Înce yê ku di sala 1996an de li Tetwanê hatibû girtin piştî 30 salan ji Girtîgeha Bodrûmê Tîpa Syê hate berdan.
Orhan Înce di sala 1996an de li navçeya Tetwanê hatibû girtin û cezaya muebbetê lê hatibû birîn. Orhan Înce li girtîgehên Bedlîs, Amed, Amasya, Ankara Tîpa F û Umraniyê Tîpa T hate ragirtin. Orhan Înce herî dawiyê li Girtîgeha Bodrûmê Tîpa Syê dihate ragirtin, duh piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan. Orhan Înce piştî ji girtîgehê derket derbasî Stenbolê bû. Orhan Înce li Stenbolê ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), nûnerên saziyên sivîl û malbat û xizmên wî li Balafirgeha Stenbolê bi kulîlkan hate pêşwazîkirin. Di pêşwazî kirinê de girse dirûşmêya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.
















