Li Stenbolê 4 kesên rûpoş êrişî apê Rojîn Kabaîş Ahmet Kabaîş kirin. Êrişkaran gef li malbata xwarin û xwestin malbat ji dozê vekişe.
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU) Rojîn Kabaîş di 27ê Îlona 2024an de winda bû û piştî 18 rojan cenazeya wê li peravê Gola Wanê hatibû dîtin. Malbata Kabaîş dest bi lêgerîna edaletê kiribû.
Li Stenbolê îro 4 kesên rûpoş êrişî apê Rojîn Kabaîş Ahmet Kabaîş kirin. Êrişkaran gef li malbata xwarin û xwestin malbat ji dozê vekişe. Êrişkaran ji Ahmet Kabaîş re got ew ê êrişî bavê Rojîn Kabaîş jî bikin.
Ahmet Kabaîş li nexweşxaneyê tê dermankirin.














