• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Proses est o zî heqê hepsîyan yenê binpaykerdene

    Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê MIJDARA 2026an

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Proses est o zî heqê hepsîyan yenê binpaykerdene

    Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê MIJDARA 2026an

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJAyê li Amedê starda 25ê Mijdarê da û banga têkoşînê kir

Amed / AW

8 MIJDAR 2026 - 14:37
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê starda çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê da û bang li hemû jinan kir ku li dijî tundiya li ser jinê xwe rêxistin bikin û wiha got: “Tenêtî û bêrêxistinî dikuje, çalakbûn û rêxistinbûyîn dide jiyankirin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, destpêka çalakî û bernameyên xwe bi şîara “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” li Sûmerparkê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ragihand. Aktîvîstên TJAyê, nûnerên partiyên siyasî, hevserokên şaredariyan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Aktîvîsteya TJAyê Rengîn Sansarkan ve hat xwendin.

‘Jinan hemû qadên jiyanê bi berxwedana xwe dest xistine’

Rengîn Sansarkan destpêka axaftina xwe de hemû jinên ku hatine qetilkirin bi bîr anîn û wiha got: “Wekî Amed TJA, em bi ragihandina bernameya xwe ya çalakiyên 25ê Mijdarê re hemû jinên ku hatine kuştin bi bîr tînin. Bi taybetî xwişkên Mîrabal. Di dîroka mirovahiyê de jinên ku bi aqilmendî û zanabûna xwe ya civakî di hemû qadên jiyanê de bi pêşengtiya xwe rûmet bi dest xistine, her roj û her kêliyê rastî tundiyê tên, tên kuştin û tên tecawizkirin. Tundiya li dijî jinan, ne tenê bi kuştin, birîndarkirin û lêdanê ye; ew bi awayekî ideolojîk jî pêk tê. Zihniyeta serdest a mêr ku naxwaze jin bifikirin, axaftina wan qedexe dike û dixwaze wan ji xebatê qut bike. Jinên ku di dîrokê de bereket keşf kiribûn, îro dixwazin wan muhtacî nanê xwe bikin. Îro hemû saziyên dewletan bi rêya perwerdeyê, navendên baweriyê, qadên çandî û medyayê û bi bazara xerckirinê hewl didin ku jinê di bin zext û kelepçeyê de zevt bikin. Mêjiyê dewletê yê ku bi hemû saziyên xwe bingeha îdeolojîk a kuştina jinan ava dike û kujerên wan bê ceza dihêle, hêza xwe herî zêde ji malbatên ku diafirîne, digire. Mêjiyê dewletê yê ku teşwîq dike, qedexe dike û ceza dide, di nava malbatê de wek mêrekî derdikeve pêşberî me. Tundiya di nava malbatê de bi hinceta ku ew qadeke taybet e, tê xwestin ku ji nava qada têkoşînê were derxistin.”

‘Bi pêşengtiya jinê dê civaka demokratîk were avakirin’

Rengîn Sansarkan bal kişand ser serê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Kurdistanê em jin bi salan e li dijî siyaseta “şerê taybet” ku ev şer bi rêya hişbir, fihûş û tundiya dîjîtal û bi taybetî jî li ser zarok û ciwanan tên meşandin, têdikoşin. Em dizanin ku ev siyaseta şerê taybet, bi taybetî ji bo ku zimanê me yê dayikê were jibîrkirin û çanda me ji koka û dîroka xwe were dûrxistin e. Her wiha, yek ji armancên qetlîamên ekolojîk ên ku li herêma me pêk tên jî ew e ku jin ji qada jiyana xwe bên qetandin û ji xwezaya xwe ben dûrxistin. Em jin bi hêza xwe ya rêxistinî û bi vîna xwe li dijî mekanîzmayên siyaseta şerê taybet ên ku tundiya li hemberî jinan rewa dibînin û berdewam dikin, têdikoşin; Armanca me ya sereke ew e ku em vê têkoşînê di çalakî û bûyerên xwe de jî mezin bikin. Em wek TJA, çanda berxwedana xwe ji têkoşîna xwe ya azadiyê, biryardariya xwe ji jinên berxwedêr, bi taybetî ji jinên Şoreşa Rojava, baweriya xwe jî di pêşengtiya jinan de di avakirina civaka demokratîk de dibînin.”

‘Tenêtî û bêdengî dikuje, rêxistinbûn û çalakî zindî dihêle’

Rengîn Sansarkan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bawerî bi jinan aniye, her wiha ew jî di bi vê baweriyê tevbigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê ferasetê, em bi coş baweriya Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan a bi pêşengtiya jinan aniye, pêşwazî dikin ku ew muxatabê pêvajoya danûstandinê ye ji bo civaka aştiyane û demokratîkbûna Komarê. Em bawer dikin ku pêvajoya danûstandinê tenê bi pêşengtiya jinan, bi rêxistinbûna jinan,bi hevgirtin û bi bilindkirina têkoşînê dê pêk were. Ji bo vê yekê em ê li dijî her cureyê tundiya li dijî jinan tax bi tax, gund bi gund, kolan bi kolan bi jinan re hevdîtinan pêk bînin. Bi atolyeyan, civînên jinan û xebatên hişyariyê em ê deng û gotina jinan mezin bikin û hevgirtinê xurtir bikin. Em ê ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan, li dijî tundiyê rêxistinkirina berxwedanê û bihêztir bilindkirina dengê xwe, hêza xwe ya rêxistinî bi kar bînin. Em dibêjin: tenêtî û bêdengî dikujin; rêxistinbûn û çalakî zindî dihêlin.

Rengîn Sansarkan herî dawî ji bo çalakiyên 25ê Mijdarê bang li hemû jinan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî hemû cureyên tundiyê, bi helwesteke rêxistinkirî û biryardar, em ê di 25ê Mijdarê de çalakiyên xwe pêk bînin; em bi şîara “Niha dema jinê ye” bangî hemû jinan dikin. Bi baweriya ku em bi hev re bin, em ê serkeftinê pêk bînin. Em 25ê Mijdarê silav dikin.”

‘Em li dijî tundiyê rêxistinbûn û têkoşînê mezin dikin’

Piştî Rengîn Sansarkan , Aktîvîsteya TJAyê Çaglar Demîrel mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji ber polîtîkaya bêcezakirinê jin di her qadê de rûbirûyê tundiyê dibin û wiha got: “Em jin li dijî tundiyê rêxistinbûn û têkoşîna xwe mezin dikin. Li Rojava ji porê jinan tirsiyan, li Rojhilat xwestin jinan di navbera 4 dîwaran de bigirin lê Jîna Mahsa Amînî got ‘jin, jiyan, azadî’ û ev dirûşme li tevahiya cîhanê belav bû. Em jinên hatine qetilkirin bi bîr tînin û têkoşîna jinan mezin dikin.”

Xebatên li dijî tundiya li ser jinan

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî anî ziman ku wekî rêveberiyên herêmî li dijî tundiya li ser jinê xebatan dimeşînin û wiha axivî: “Hişmendiya serdest a mêr xwe sazûmanî dike, em bi vê yekê dizanin û bi piştgiriya jinan re li dijî vê sazûmaniya mêr a ku bi destê dewletê derdikeve holê kampanyayan dimeşînin û ji bo sepandina wan a li taxan dixebitin. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Ocalan daye destpêkirin de roleke mezin dikeve ser milê jinan. Bêyî jinan tu pêvajoyeke aştiyê negihiştiye serkeftinê.”

Piştî axaftinan, heta cihê ku Sultan Kara di 26ê Tebaxê de li Sûmerparkê hatibû qetilkirin bi dirûşmeyan meş hat lidarxistin û piştre qurnefîlên danîn cihê Sultan Kara lê hatiye qetilkirin.

Etîket: Çalakiyên 25ê MijdarêTevgera Jinên AzadTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em ê 25ê Mijdarê bi hêvî lê bi hêrseke mezin birêxistin bikin’

‘Em ê 25ê Mijdarê bi hêvî lê bi hêrseke mezin birêxistin bikin’

8 MIJDAR 2026
TJAyê li Deriyê Sînor ê Kapikoyê starta 25ê Mijdarê da

TJAyê li Deriyê Sînor ê Kapikoyê starta 25ê Mijdarê da

8 MIJDAR 2026
Li Mêrdînê starta çalakiyên 25ê Mijdarê

Li Mêrdînê starta çalakiyên 25ê Mijdarê

7 MIJDAR 2026
Otomatik taslak

Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

6 MIJDAR 2026
Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

26 COTMEH 2026
Jin dê ji bo doza destdirêjiyê ya li Sêweregê xebata tagê pêk bînin

Jin dê ji bo doza destdirêjiyê ya li Sêweregê xebata tagê pêk bînin

18 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Salvegera darbeya 4ê Mijdarê: Vîna jinên têkoşer têk neçû, bi ser ket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne