Di hefteya 11emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Galatasaray û Amedspor li Stada Rams Park a li Stenbolê hatin hemberî hev. Galatasarayê Amedspor 4 û 3 têk bir.
Di hefteya 11emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Galatasaray û Amedspor li Stada Rams Park a li Stenbolê hatin hemberî hev.
Galatasarayê bi lez dest bi maçê kir û di deqîqeya 7an de gola Rafael Leao 1 û 0 ket pêşiya Amedsporê.
Di maçê de Amedsporê çend pozîsyon bi dest xistin lê nekarî golê biavêje. Dû re Galatasarayê jî çend pozîsyon bi dest xist û di deqîqeya 45emîn de di encama şûta ku lîstikvanê Galatasarayê Aleksey Batrakov golparêzê Amedê Alban Lafont gol avêt kaleya xwe û beşa ewil a maçê 2 û 0 bi dawî bû.
Beşa duyemîn jî bi lez dest pê kir. Di deqîqeya 59emîn de Aleksey Batrakov gol avêt û skor bû 3 û 0. Dûre di encama lîstika bi bandor de di deqîqeya 62yan de Dîa Saba di deqîqeya 65an de Gîft Emanuel Orban Amedspor li pey hev du gol avêtin û skor bû 3 û 2.
Dûre di deqîqeya 80yan de lîstikvanê Galatasarayê Bariş Yilmaz gol avêt û skor bû 4 û 2. Amedsporê pişt re çend pozîsyon bidestxistin lê nekarî golê biavêje. Hakemê maçê sê deqîqe li beşa duyemîn a maçê zêde kir. Di vê beşê di deqîqeya 92yan de lîstikvanê Amedsporê Yîra Sor golek avet û maç 4 û 3 bi serkeftina Galatasarayê bi dawî bû.
Amedsporê bi maçeke zêde bi 23 pûanan di rêza duyemîn de ma.
Ji ber navbera tîmên netewî ya serdema 2026-2027an wê di lîgê de ji 12ê Mijdarê heta 17ê Mijdarê maç neyên lîstin. Ji ber vê yekê Amedsporê dê di 21ê Mijdarê de saet di 16.00an de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê bi tîma Rîzesporê re bilîze.













