Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew ji ber rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê dilgiran in û wiha got: Em li vir bang li rayedarên Herêma Kurdistanê dikin ku ji van gengeşeyan derkevin. Em weke Kurdên li vir rewşeke wiha qebûl nakin. Divê destkeftiyên herêmê bên parastin. Em yekîtiya demokratîk a Kurdan diparêzin. Weke DEM Partiyê em bang li rêveber û aliyan dikin ku hevpeymaneke nû îmze bikin. Kurd li benda lihevkirin û çareserkirina pirsgirêkan e.”
Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê li Navenda Giştî ya partiyê civiya. Di rojeva civînê de geşedanên derbarê pêvajoyê de hene. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axaftina destpêkê ya civînê kir.
Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de ji malbata girtiyê nexweş Tuncer Saglam ku îro li Enqereyê jiyana xwe ji dest da re sersaxî xwest û wiha got: “Tevî nexweşiyên wî yên giran hebûn jî înfaza wî hat taloqkirin û ji ber ku tedawiyeke bi rêk û pêk nehat kirin jiyana xwe ji dest da. Em li vir bang li rayedarên dewletê dikin ku dev ji vê pêkanînê berdin û girtiyên nexweş bên berdan. Em Tuncer Saglam bi bîr tînin û soz didin em ê têkoşîna wan bi ser bixînin û xeyalên wan pêk bînin.” Tuncer Bakirhan endama meclisa partiya xwe Nesrîn Aslan ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû jî bi bîr anî.
Krîza aborî û fonê
Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew di serdemeke girîng de civîna xwe li dar dixin û û wiha got: “Li her derê dinyayê mirov ji bo mafên xwe li kolanan e û li ber xwe didin. Em jî ji bo budçeya nan, aştî û edaletê li kolanan e. Kampanyaya me berdewam dike. Gendeliya fonê diyar bû. Lê tu kesî kontrolê nake û berpirsyarî negirt ser xwe. Kesî hesab jî nepirsî. Yên ew gendelî kirin û bêdeng mane divê hesab bidin. Divê mûçeya kêmane bi ser sînorê birçîbûnê de be û salê 2 caran jî were zêdekirin. Her wiha divê meaşê teqawidan jî were zêdekirin û taqawid di şert û mercên baş de bikarin bijîn. Her wiha pirsgirêka welatiyan a bicihbûnê heye û divê dewlet xaniyên civakî çêbike û pirsgirêka welatiyan çareser bike.”
‘Divê em hemû berpirsyarî bigirin ser xwe’
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikare ji hemû pirsgirêkan re çareseriyê bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke pêvajo bi serkeftî encam bibe; ji pirsgirêka bicihbûnê heta aboriyê pirsgirêkên welatiyan dikarin werin çareserkirin. Ji bo wê ev pirsgirêk pir girîng e. Heke ev pirsgirêk bi serkeftî encam bibe partiyên siyasî jî bi rehetî dikarin siyasetê bikin. Pêvajo bi serkeftî encam bibe girtiyên siyasî jî dê bên berdan. Ji bo wê divê ev pêvajo weke pêvajoya Kurd û dewletê neyê dîtin. Ev pêvajo ya me hemûyan e. Heke em wisa bifikirin û li ser desthilatê zext bikin desthilat dê neçar bimîne gav biavêje. Divê em hemû berpirsyariyeke hevpar di vê pêvajoyê de bigirin ser xwe.”
‘Divê dînamîkên civakî jî ji bo serketina pêvajoyê bixebitin’
Tuncer Bakirhan da zanîn ku di pêvajoyê de xitimandin tune ye û wiha got: “Lê ji ber ku gavên pêwîst nehatine avêtin fikaran bi xwe re tîne. Divê desthilat êdî gavên bi bawer biavêje. Divê ev firsenda pêvajoyê baş bê bikaranîn û neyê taloqkirin. Divê dînamîkên civakî jî ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsyariyê bigirin ser xwe.”
Tuncer Bakirhan anî ziman ku têkoşîna wan a Komara Demokratîk didome û wiha axivî: “Peywireke mezin a endamên Meclisa Partiya me ew e ku armanca me ya Komara Demokratîk bigihîne hemû welatiyan. Divê em biçin beşên cuda yên civakê. Em partiyeke xwedî nirx û bedel in. Em ji bo têkoşîn û xeyalên nirxên xwe pêk bînin, têdikoşin. Divê em ji bo mezinkirina partiya xwe bêtir berpirsiyariyê bigirin ser xwe û xebatê bikin.”
‘Em ji ber rewşa li Başûr xemgîn in’
Tuncer Bakirhan bal kişand ser pirsgirêka di navbera YNKê û PDKê ya li Herêma Kurdistanê de û wiha got: “Çend roj berê em li Başûrê Kurdistanê tev li forumeke bûn û li wir dîmenên xweş li ser yekîtiyê derketin holê. Lê çend roj berê li wir parlamento piştî 2 salan civiya û YNKê û Nifşa Nû tev li rûniştina li parlamentoyê nebû. Niha jî xetereya rêveberiya du alî heye. Em ji bo vê yekê pir bi xemgîn in. Em li vir bang li rayedarên Herêma Kurdistanê dikin ku ji van gengeşeyan derkevin. Em weke Kurdên li vir rewşeke wiha qebûl nakin. Divê destkeftiyên herêmê bên parastin. Em yekîtiya demokratîk a Kurdan diparêzin. Gelê Kurd ji ber cihêkariyê bedelên gelek mezin da. Divê ev yek dubare nebe. Weke DEM Partiyê em bang li rêveber û aliyan dikin ku hevpeymaneke nû îmze bikin. Heke ji bo vê berpirsyariyek bikeve ser milê me jî em amade ne. Kurd li benda lihevkirin û çareserkirina pirsgirêkan e.”

























